Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji hevnasên xwe pereyan kom dike li malbatên xizan belav dike

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) gelek dewletên cîhanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî biryara qedexekirina derve da. Ji bilî dermanxane, dikanên zebze û pêdiviyên jiyanî, hemû dikan hatin girtin. Ji ber vê yekê jî rewşa gelek malbatên ku debara xwe bi karên rojane dikirin, nebaş bû. Ji bo piştgiriya bi van malbatan re, rêxistinên mirovî yên herêmî û gelek kesan dest bi komkirina alîkariyê û belav kirinê kir. Her wiha Rêveberiya Xweser jî biryarnameyek derxist û got ku her hefteyê dê rêveberiyên sivîl li malbatên xizan alîkarî bê belavkirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Umer ku ji koçberên Efrînê ye û niha li kantona Şehbayê dimîne, ji bo piştgiriya bi malbatên xizan re dest bi xebateke alîkariyê kir. Umer hewl dide ji 25 dost û nasên xwe pereyan kom bike û li malbatên xizan belav bike. Têkildarî mijarê Umer wiha dibêje: “Mayîna li malê û dûrbûna ji kar hişt ku em rewşa malbatên di rewşên zehmet de dijîn, hîs bikin. Rewşa wan zehmet e û debara xwe ya jiyanê bi xebatên rojane dikirin.”

Bang li her kesî kir

Umer herî dawî jî wiha got: “Hevgirtina bi vî awayî, di nava civakê de hezkirinê belav dike. Heta niha 25 kesan alîkarî daye. Em ê pereyan radestî aliyên pêwendîdar bikin da ku ew jî li malbatên xizan belav bikin. Ev yek ji xew çandeke me ya kevn e. Bav û kalên me jî ev yek dikir û divê em jî bikin. Ez bang li her kesî dikim ku di vê aloziya koronayê de li derdora malbatên xizan kom bibin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar