Çaremîn danişîna doza ku bi angaşta ‘emdamtiya rêxistinê’ li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî şûna wê hatibû kirin, hatibû vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sûrê hat dîtin. Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn li danişînê amade bûn.
Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe xwend û bi angaşta ‘emdamtiya rêxistinê’ ji 7sal û 6 mehan heta 15 salan ji Bûlûttekîn re cezayê girtîgehê xwest.
Fîlîz Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn, şahidiya şahidê nepen qebûl nekirin daxwaza bereatê kirin.
Heyeta dadgehê bêyî ku navber bide danişînê danişînî taloqî 22’yê sibata 2021’an kir. AMED