Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk rêzeçalakî pêk anîn û di encamê de 10 çeteyên dewleta tirk hatine kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên şervanên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê diyar kir ku şervanên wan li herêma Efrîn û Ezazê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî pêk anîn, di encamê de 10 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û ev agahî parve kir: “Di dîroka 19’ê adarê de şervanên me li dijî baregehek çeteyên dagirker li gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Di dîroka 20’ê adarê de şervanên me li dijî rêbendek çeteyên dewleta tirk a dagirker li gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiye de 5 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Di dîroka 21’ê adarê de şervanên me li dijî baragehek çeteyan li gundê Kil Cibrînê ya girêdayî herêma Ezazê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Her wiha di encama 3 çalakiyên şervanên me yên li dijî çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker de 10 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.”