Ji bo 23’ê hezîranê çend roj mane. Hilbijartina Şaredariya Stenbolê ji bo dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê girîng e û her ku roja hilbijartinê nêz dibe li qadên siyasetê tevger zêde dibin. Namzetiyên şaredariyê sozan didin û hewl didin hilbijêr wan tercîh bikin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo hilbijartinê de bi ser bikevin xwe wek mexdûr nîşan didin û rêbazên propagandaya reş, gewr û spî dixin dewreyê. Her çiqas hilbijartineke herêmî be jî sedemên girîngiya hilbijartina Şaredariya Stenbolê hene.
Beriya her tiştî pêwîst e were bibîrxistin ku li Tirkiyeyê bajarê ku gelheya wî herî zêde bajarê Stenbolê ye. Her wiha ev bajar wekî navenda sanayî û bazirganiyê ye. Çawa ku Enqere wekî navenda siyaseta Tirkiyeyê hatibe qebûlkirin, tekeliya aboriyê di destê Stenbolê de ye û wekî paytexta aboriyê tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê partî û fikra ku li vî bajarî serdest be, di siyaseta seranserê Tirkiyeyê de dibe aktorê girîng û wisa tê qebûlkirin. Her wiha namzetên ku li bajarî bi ser bikeve di pêşerojê de dibe ku bibe serokê partiya xwe, wezîr, serokwezîr û serokomar.
Ev rastî ne tenê ji bo hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23’ê hezîrana 2019’an derbasdar e her wiha hilbijartinên salên berê jî ev rastî derbasdar e. Heta mirov dikare bibêje ku li vî bajarî qezenckirin ji çarçoveya hilbijartina rêveberiyên herêmî berfirehtir e. Ji ber vê yekê ye ku partiyên ku li Stenbolê bi ser bikevin li seranserê Tirkiyeyê bi ser dikevin û partiyên bi bin bikevin jî li seranserê Tirkiyeyê bi bin dikevin.
Bêguman dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartina Şaredariya Stenbolê de bi ser bikevin li gorî wan sedemên girîngtir hene. Ji bo kom û kesên ku li derdora vê partiyê gihiştine hev Şaredariya Stenbolê deriyê rantê ye. Ya herî girîng jî ew e ku R. T. Erdogan û AKP hemû karên xwe yên ne rewa bi rêya vê şaredariyê rewa dikin û ji bo wan Stenbolê navenda rewakirina pereyên derqanûnî ye. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li Stenbolê di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de bi binketin û ji ber van sedeman hilbijartin dan betalkirin da ku hilbijartin ji nû ve pêk werin.
Ji ber vê yekê namzetê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê yê şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim ji bo qezenc bike ligel Mehdî Eker ê hevkarê dewletê diçe Amedê, çend peyvan bi kurdî diaxive, dibêje Kurdistan. Hemû kes dizanin ku serkêşê AKP’ê R. T. Erdogan û serkêşê MHP’ê Devlet Bahçelî dema peyvên kurd û Kurdistanê dibihîzin mîna boxeyên ku çav li rengê sor bikeve dîn û har dibin û ligel vê rastiyê helwesteke wiha nîşan didin.
T. Erdogan çend roj berê li pêşberî kamerayan got; ‘Bi navê Kurdistan cihek tune. Li bakurê Iraqê ji herêmekî re dibêjin Kurdistan û kesên dixwazin bila bicehimin biçin wê derê.” Ev gotin hê jî ji guhê kurdan û kesên ku ew guhdar dikirin derneketiye. Piştî ku Alpaslan Turkeş mir, Devlet Bahçelî bû serokê MHP’ê û li gorî hinek îdiayan Bahçelî eslê xwe ji Sêwregê ye, kurd e û hemû kes dizane ku hîç tehemulî peyvên kurd û Kurdistanê nake.
Ligel van rastiyan Bînalî Yildirim û her wiha Mehdî Eker ê ku di xulamtiyê de tu sînoran nas nake diçin Amedê û ji bo di hilbijartina Stenbolê de dengê kurdan werbigirin peyvên kurd û Kurdistanê bi kar tînin. Bi vê helwestê henekên xwe bi aqilê kurdan û demokratên Tirkiyeyê dikin.
Çend sal berê R. T. Erdogan jî wekî Bînalî Yildirim heman tişt kiribû. Heta bi belgeyan derketibû pêşberî kamerayan û belge xwendibû. Di wan belgeyan de Mustafa Kemal Ataturk di demên cuda de di axaftinên xwe de û her wiha li meclisê peyvên kurd û Kurdistanê bi kar anîbû. Lê piştre R. T. Erdogan got tiştekî wisa tune û gotinên xwe yên berê înkar kir. Tişta balkêş ew e ku tiştên R. T. Erdogan çend sal berê kiribû careke din wekî xwarina bermayî ku careke din germ dikin û hewl didin wekî xwarineke nû bi civakê bidin xwarin.
CHP û hevkarên wan li hemberî namzetê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê wekî namzet Ekrem Îmamoglu destnîşan kirin û HDP’ê jî piştgiriya xwe ya ji bo Îmamoglu ragihand. Îmamoglu li qadên hilbijartinê û li pêşberî kamerayan hinek sozan dide û gotinên ku xweşa civakê biçin tîne ziman. Gelo dê van gotinên xwe çiqasî bîne cih. Di vê mijarê de hêj zû ye ku mirov hinek tiştan bibêje. Dibe ku ew jî mîna siyasetmedarên din sozên ku dane ji bîr bike. Ka em ê bibînin tiştên ku têkildarî kurdan û demokrasiyê dibêje dê çiqasî ji wan bîne cih. Dê ev jî aşkera bibe. Di vir de ya girîng ew e ku kesên deng didin wî divê bişopînin û neyên xapandin.
Pêwîst e neyê ji bîrkirin ku civaka Kurdistanê, şoreşger û hêzên demokrat ên tirkiyeyî û her wiha muxalîfên ku dijberiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê dikin, di van mijaran de xwedî tecrube ne.