Navenda Nûçeyan |
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku mozaîka gelan e, ev taybetmendiya wê bi stranekê hat vegotin.
Bi pêşengiya Hunergeha Welat, 6 komên hunerî yên ji 125 stranbêjan pêk hatî, klîbek hevpar amade kirin.
Ji bo strana bi navê ‘Awazên Windayî’ klîbek ji çar aliyên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hat amadekirin.
Bi zimanên kurdî, erebî, ermenî, suryanî, tirkmenî û çerkezî çanda pêkhateyên herêmê hat vegotin.
Bêkes Darî û Delîl Mîrsaz derhênerî ji klîbê re kirin.