Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji ÎHD û TÎHV’ê bang: Deng bidin jiyanê

ÎHD û TÎHV’ê daxuyaniyek hevpar weşand û diyar kir ku bi hevdîtina li gel Ocalan re hat xuyakirin ku tecrîd bi awayek kêfî tê sepandin û banga ‘deng bidin jiyanê’ di serî de li îktîdarê, li her kesî kirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi sernavê ‘Deng Bidin Jiyanê’ daxuyaniyek hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan û 3 girtiyên din demek dirêj e ji mafên name, parêzer, hevdîtina malbatan, telefonê û hwd. bêpar mane û tên tecrîdkirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi Ocalan re hevdîtina parêzeran nehatiye kirin û wiha hat gotin: “Her çiqas parêzeran serlêdana hevdîtinê kir, ji ber sedemên cuda hat redkirin û hevdîtina parêzeran hat qedexekirin. Divê li gorî rêzgirtina ji bo mafên mirovan, li gorî feraseta înfaza ceza ya hemdem girtî û hikûmxwar tenduristiya ruh û bedena wan bê parastin. Ji bo bikaribin mafên xwe yên parastinê bikar bînin hevdîtina parêzer û malbatê neçariyek teqez e.”

Di daxuyaniyê de her du sazî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, bi hezaran girtî û rojiya mirinê û wiha domandin: “Bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Her wiha li derve jî çalakî li gelek welatan didome. 15 girtî ji 30’ê Nîsanê ve û 15 girtî jî ji 10’ê gulanê ve dest bi rojiya mirinê kirine. Daxwaza girtiyan neyê qebûlkirin, heta mirinê dê çalakiya xwe dewam bikin.”

‘Ji bo hevdîtinê tu astengiyek hiqûqî nîne’

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku malbatên girtiyan ji bo piştgirî û balkişandina xetereya li ser zarokên xwe çalakiyên cur bi cur pêk tînin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Çalakiyên malbatan ên demokratîk ku dixwazin qîrîna xwe bigihînin her deverê rastî bê tehamuliyê tên. Tundiyek giran li ser malbatan ango dayikan tê kirin. Mafê kombûn û xwepêşandanê bi qedexeya îşkence û muameleya xerab bi awayek bêperva hat binpêkirin. Vê rewşa di wîjdana raya giştî de birînek kûr vekir nayê qebûlkirin.

Di 2’yê Gulanê de parêzer li gel Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anîn. Nameyek bi îmzeya Ocalan û 3 girtiyên li gel wî ji aliyê wezîfedarên dewletê ve gihandine destê parêzeran. Parêzeran di 6’ê gulanê de name bi raya giştî re parve kir.

Bi vê hevdîtinê re jî hat dîtin ku ji bo hevdîtinê tu astengiyek hiqûqî nîne. Bi vê hevdîtinê re hat xuyakirin ku pêkanîna heta îro didome jî ji ber pêkanînên kêfî pêk tê.

Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelek giran e û jiyana wan di bin tehdîdê de ye. Bi nexweşînên ku vegera wê nîne re rû bi rû ne. Neçareserikirin û xitimandina pêvajoyê metirsiyan zêde dike. Divê gavek berê gavek di esasê mirovî û hiqûqê de çareseriyek pêk were û qedandina grevên birçîbûnê bi xwe re bîne.

Ji ber van sedeman di serî de em bang li îktîdara siyasî û her kesî dikin; rêzgirtinê nîşanî nirx û rûmeta mirovan bidin, deng bidin jiyanê. Tu tiştek ji mafê jiyanê ne binirxttir e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar