Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji îşkenceyê re ne kokim be, ji berxwedanê re jî ne kokim e!

Yûzbaşiyê ku rayedarê zindanê ye, ji bo vî berxwedêrê pîr ê bi navê Xalê Abdulkadîr tê nasîn û li bereya pêş a berxwedanê ye, dibêje ‘kokim! Çi karê te di nav berxwedanê de heye?’ Berxwedêrê pîr jî dibêje, dema îşkence li min dikirin, ez ne kokim bûm, îca dema ez li ber xwe didim, ez dibim kokim! Ez ciwan im ciwan!

Hêlîn Cûdî |

Dewleta tirk a qirker-faşîst, li Qamişloyê dîsa êrîşê wesayîta sivîlan kir. Yusif Gulo yê 82 salî û 2 neviyên wî qetil kirin.

Dewleta tirk bi rengekî aşkera Tevgera Azadiya Kurd û malbata Gulo ku kedeke mezin daye Şoreşa Rojava û gelek şehîdên xwe hene, bi zanebûn û plan kir hedef. Bi vî rengî êrîşek birin ser malbatên ku xizmetê ji şoreşa kurdan re dikin.

Jixwe, dewleta tirk a qirker, van salên dawî, li ser malbatên şehîdan û gerîlayan, polîtîkayeke şerê taybet dimeşîne.

Nedayîna cenazeyên şehîdan an jî şandina hestiyên wan bi rêya posteyê jî rêbazeke şerê taybet e. Bi vî rengî ew dixwaze gelê kurd biçewisîne û dest ji têkoşîna azadiyê berde.

Lê malbatên şehîdan tim bersiva pêwîst dane dagirkeriya qirker. Ev îrade û biryardariya malbatên şehîdan ên li pey doza zarok û xizmên xwe, weke şeqamekê li rûyê dijmin ketiye. Xizmên Yûsif Gulo yê 82 salî, Mazlûm û Muhammed Gulo ku li Qamişloyê hatin qetilkirin jî, ji dewleta tirk a qirker re gotin, hûn nikarin me biçewisînin, berdêl çi dibe bila bibe, ev têkoşîn dê dewam bike. Bi vî rengî helwesteke welê nîşan dan ku ji bo gel û malbatên kurd hemûyan bibe mînak. Bi dengekî berz gotin, ew ê layiqê Yûsif Gulo bin ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re dihat naskirin.

Vê helwesta welatparêziyê careke din derxist holê ku dijminê kurdan dê bi bin bikevin, gelê kurd bi ser bikeve. Têkoşîna azadiyê ya gelekî wiha, nikare were sekinandin. Gelê kurd baş dizane ku heta berdêlan nede, nikare azadiya xwe bidest bixe. Ji ber vê sedemê tu êrîş nikare vî gelî bitirsîne. Hêrsa gel zêde dibe; Ev hêrs di kûrahiya dilê gelê kurd de tê neqişandin; netewebûna kurd bi vê hêrsê tê strandin û bi ruhê xwebexş bi bin nakeve.

Ji bo gelê kurd şehadet êdî bûye rûmetek. Di nava gelê kurd de rûmet û nirxê herî mezin, malbatên şehîdan e. Malbatên şehîdan jî ji bo layiqê vê rûmetê û vî nirxî bin, li ser şopa şehîdan dimeşin. Weke şehîdan li rêzên pêş ên vê têkoşînê cih digirin. Tevî êrîşan hemûyan jî, çavkaniya herî bingehîn a li ser pêyan mayîna têkoşîna gelê kurd, sekna malbatên şehîdan e. Li Kurdistanê hema bêje malbateke ku şehîdên xwe nîne, nemaye. Gelê kurd êdî gelê şehîdan e. Ji ber vê sedemê, hemû êrîşên dijmin, li ruhê berxwedana gelê kurd dikeve, ew ruhê ku bûye ruhê şehîdan û li wir tê şikandin.

Berê li Kurdistanê yên ku dibûn 60 salî, li benda mirinê diman. Niha mirovên kurd ên 70-80 salî weke ku nû çavên xwe li jiyanê vekiribin, bi evîna azadiyê, di têkoşînê de cihê xwe digirin. Pîrên kurdan, temenên xwe bi hêvî û xeyalên nû, bi mane dikin. Weke ewliyayên kurdan, çarçoveya têkoşînê nîşanî gel didin. Ji ber ku dewleta tirk a qirker-dagirker ev rastî dît, Yûsif Gulo yê 82 salî kir hedef. Dewleta tirk a faşîst dît, ciwan û jinên kurd van pîran mînak digirin, li ser şopa wan vê têkoşînê dimeşînin, ji ber wê xwest ji vî pîrê welatparêz tolê wergire. Wisa bûye ku beriya çend rojekî, ji dayikeke pîr a li bakurê Kurdistanê ku êdî nedikarî bimeşe, ji bo tolê werbigirin doza cezeyan dan destpêkirin.

Di salên 1980’yî de çîroka berxwedêriya pîrekî di zindana Amedê de tê gotin. Ev berxwedêrê pîr, gihiştibû salên xwe yên 70’yî. Li zindana Amedê serhildanek dest pê dike. Girtî li zindanan bi dirûşmeyan dest bi berxwedanê dikin. Yûzbaşiyê (serpelê) ku rayedarê zindanê ye, ji bo vî berxwedêrê pîr ê bi navê Xalê Abdulkadîr tê nasîn û dirûşmeyan dibêje û li bereya pêş a berxwedanê ye, dibêje, kokim! Çi karê te di nav berxwedanê de heye? Berxwedêrê pîr jî dibêje, dema îşkence li min dikirin, ez ne kokim bûm, dema we dijûn li min dikirin ez ne kokim bûm. Îca dema ez li ber xwe didim, ez dibim kokim! Ez ciwan im ciwan! Bêguman ev helwesta wî, dihêle ku berxwedêr bêhtir bi biryar bin.

Pîrên kurdan jî ewqasî bûne şahidê zilma qirker-dagirkeran ku; dema têkoşîn bi pêş ket, beriya her kesî xwedî li vê tekoşînê derketin û di dewamkirina vê berxwedanê de bi rola xwe rabûne. Bi vegotina zilma qirker-dagirkeran, hêrsa ciwanan hîn mezintir kirine. Va ye, Apê Yûsif ê Rojava, Yûsif Gulo jî pîr û ewliyayekî kurd ê wiha ye. Ji ber vê sedemê ji zarok û biraziyên xwe, bi dehan kes di nava têkoşînê de cih girtine, gelek ji wan şehîd bûne. Di beşdarbûna têkoşînê ya ciwanên malbata Gulo de, rola Apê Yûsif diyarker e. Ji ber vê sedemê, xelkê Rojava hemû, bi rengekî bê hempa xwedî li Yûsif Gulo û herdu biraziyên wî derketine.

Apê Yûsif ji malbateke şehîdan bû. Malbatên şehîdan stûnê vê şoreşê ne. Apê Yûsif bi şehadeta xwe careke din nîşan da ku ev stûn hilnaweşe.

Ez hevî dikim ku civaka kurd hemû ji jiyan û têkoşîna Apê Yûsif gelek tiştan fêr bibe, li hemberî qirkerî-dagirkeriyê têkoşînê mezin bike, nîşanî hemû dost û dijminan bide ku ev êrîş nikarin têkoşîna azadiya gelê kurd bidin rawestandin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar