Koma Aheng a Tevna Jinê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li ser Sûrên Amedê xwepêşandan li dar xist. 40 jinên li Komeleya Çandê ya Dîcleyê kom bûn, bi cil û bergên herêmî yên rengîn meşiyan. Di meşê de jinan li erbaneyên xwe xistin.
Jinên ku ji Komeleya Dîcleyê heya Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûrê meşiyan, ji wir jî heta Bircên Ben û Senê çûn û derketin ser sûran. Jinên ku li ser sûran rêz bûn tililî berz kirin û li erbaneyan xistin.
Xwepêşandana jinan rastî eleqeyeke mezin hat. Jinan di xwepêşandanê de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û piştre jî belav bûn. AMED