Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji jinên birêxistinkirî ditirsin

Şînda Ekrem | 

Peşengiya jinan bandoreke mezin li nav civakê ava dike. Gel radike ser pêyan û rê li ber serhildanan vedike. Bandora hêza jinan pir cuda ye. Dikare civakê li derdora xwe kom bike, hêz bide civakê û wê ava bike. Ji ber wê jî her tim jin di dîrokê de bûne pêşeng û rista pêşengiyê li nav civakê pêk tîne.

Ji bo wê jî dagirker an êrîşkar piştî ku mal û hebûna yên din desteser dikin, mîna milk li jinan dinêrin û destavêtinê rewa dikin.

Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ne, bi tunekirina jinan re, tê xwestin hebûna gel an neteweyan were tunekirin û kêmkirin. Ji bo wê jî dijmin bi zanebûn jinan dike armanc, hedef û ger nikarebe ji aliyê fizîkî ve tune bike, vê carê ji aliyê ruhî û derûnî ve hewl didin tune bike.

Piştî derketina Tevgera Azadiyê, çerx ber bi aliyê jinan ve zivirî. Rêber Apo her xwestiye ku jin li gor cewhera xwe tevbigerin, xwe ji zihniyeta zilam dûr bixin û mafên xwe yên jinbûnê bi dest bixin.

Rêber Apo her tim gotiye: “Bila jin xwe birêxistin bikin, ez ji jinên birêxistinkirî natirsim, ez ji jinên nerêxistinkirî ditirsim.”

Ji ber wê jî jin birêxistinkirî bin, tu kes nikare wan bi bin bixe, tu kes nikare wan ji cewhera wan dûr bixe û ji holê rabike.

Şerê ku li Sûriyeyê heya îro tê kirin, ziyanên mezin gihandiye jiyana jinan. Hedefgirtina jinên çalakvan, tundiyeke plankirî ye, armanc jî ew e ji aliyê bedenî, ruhî û hişmendî ve jiholêrakirina hêza jinan e.

Bi hewldaneke tirsonek û xeter, komên çete yên terorîst hevseroka meclisa bajarokê Til Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya başûrê kantona Hesekê Seida Feysel Hermas û cîgera wê Hind Letîf Xidêr ji malên wan revandin, ew birin cihekî nediyar û piştre bi guleyan şehîd kirin.

Armanca vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demorkatîk û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya wê dikin. Ev projeyên ku jin jê re pêşengiyê dikin û bi keda bi hezaran şehîdên ji hemû pêkhateyan hatiye damezirandin, li xweşa dijminên mirovahiyê û gelan nehat.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pêşengî ji bo guhertinê kirin, dikarîbûn di hemû qadan de gelek destkeftiyan bi bidest bixin û ji hemû jinên cîhanê re bibin mînak. Ji wan  Barîn, Arîn, Zehra, Leyla, Hevrîn, Şîlan û berî çend rojan Seida Feysel Hermas û cîgira wê Hind Letîf Xidêr ji pêkhateyên ereb ku li ser rêya rêhevalên xwe bûn, bi hewldaneke tirsonek hatin şehîdkirin.

Ez nabêjim Seida û Hind jinên dawî ne ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.

Em dibînin her jina tê şehîdkirin, bi hezaran jin bi dil û can dadikevin kolanan û soza domandin, bilindkirina berxwedanê û xurtkirina têkoşîna wan didin.

Ma ne şerm e ji cîhanê re; jinên ku dikarin rêxistinên terorîst ên herî xedar û xeter ên cîhanê têk dibin, hêja nîne ku jiyan û mafê wan were misogerkirin.

Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxisitnên hiqûqî ku di pêşbaziya sloganan de ne û her bang dikin ku ew ji bo sûc û tundiya li ser jinan dixebitin, lê karê wan wek meşa kîso ye.

Bila her kes bizanibe ku jinên pêşengî ji şoreşê re kirin û dikin, dê tu carî li hemberî tirsonekan serî netewînin. Ji ber Şoreşa Rojava jixwebever nebûye şoreşa jinan, dê her tim jin serî bilind bikin û bêjin Jin Jiyan Azadî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar