PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ji jinên cîhanê ji bo rêveberên KCK, PDK û YNK’ê name

Navenda Nûçeyan |

Ji 20 welatan 150 jinên siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û akademîsyen name ji KCK, PDK û YNK’ê re şandin, bal kişandin ser kirinên dagirker ên dewleta Tirk û banga yekîtiyê kirin.

Di qada navneteweyî de gelek jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen name ji rêveberên KCK, PDK û YNK’ê re şandin. Name ji hevserokên KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik, ji serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û ji serokên YNK’ê Lahûr Talabanî û Bafel Talabanî re hate şandin.

Nameya jinan wiha ye:

“Mirovayetî xwe li hemberî şewba Covîd-19’ê diparêze lê hin dewlet ji bo ku polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst, agresîf û dagirker bidomîne, vî tiştî ji xwe re dikin firsend. Ligel ku krîza tendirustiyê ya global heye jî, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo hegemonyaya xwe têkoşîneke li ser bingeha şîddetê dikin.

Di sedsala borî de çar dewletên dagirker ji ber pozîsyona wê ya jeostratejîk Kurdistan kirin qada şerekî sîstematîk. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li ser redkirina polîtîkaya ku nasnameya kurdan red dike, bûne yek, saziyên navneteweyî û enstîtu jî mafê ku kurd qedera xwe diyar bikin di warê qanûnî, polîtîk û dîplomatîk de red kirine. Di encama vî tiştî de kurd gelek caran li hemberî mirovayetiyê bûne armanc û qurbaniyên sûcên şer. Bi vê qirkirinê re dewletan li ser jinên kurd, wekî metodeke şerekî taybet jin qir kirine.

Polîtîkaya li dijî başûrê Kurdistanê

Dewletên ku dixwazin polîtîkayên xwe yên herêmî û global pêk bînin, her dem cihêtiyên di navbera civakan de kiriye hedefa xwe. Di çarçoveya polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe, lihevnekirinên navxweyî îstîsmar kirine. Dewleta tirk wekî ku berê jî kiribû, nakokiyên navxweyî yên li Rojava û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe û piştre tune bike, dixwaze kurdan qels bike.

Hewl didin şerê navxweyî yê kurdan derxînin

Dewleta tirk ji bo êrîşeke leşkerî ya li dijî herêma Zînî Wertê ya 40-50 kîlometreyan dûrî sînorê Îranê ye û nêzî Çiyayê Qendîlê ya li başûrê Kurdistanê ye, amadekariyan dike. Parçeyekî vê amadekariyê jî ev e ku, ji bo ku hêzên kurd wekî nûner li wir bi cih bibin, zextan li hêzên polîtîk ên kurdan dike. Dewleta tirk ji bo ku Kurdistanê zêdetir dagir bike û hêzên polîtîk ên kurdan qels bike, ji bo herêmê bêîstîkrar bike, jê we ye dikare di navbera kurdan de şerekî navxweyî çêbike.

Tirkiye endamê NATO, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ye. Ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê jî namzet e. Ligel vî tiştî jî hiqûqa navneteweyî û peymanan bin pê dike. Bêdengiya van sazî û rêxistinên navneteweyî dibe sedem ku dewleta tirk kurdan bike hedef. A rast dewletên endam, dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan, ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk tîne. Dixwazin stratejiya kurdan a di warê demokrasî, aştî û îstîkrarê de qels bikin, ev tişt were wateya domandina şeran jî, wê hewldanên xwe yên bidestxistina hegemonyayê zêdetir bibin pêş.

Lihevnekirina li Zînî Wertê bi tena serê xwe, ne kêşeyeke îstîsnaî ye. Berevajî vî tiştî wê rijandina xwînê provoke bike û şeran zêdetir bike. Bi taybetî jî heke DYA, NATO û Iraq azadiyeke bêsînor bide Tirkiyeyê.

Ev ne bi tenê meseleyeke navxweyî ya kurdan e

Ev ne bi tenê meseleyeke navxweyî ya kurdan e. Di çarçoveya kaosa di navbera DYA û Îranê de û nakokiyên di navbera komên Iraqê êrîşeke li nêzî Qendîlê, wekî stratejiya dagirkeriyê ya dewleta tirk wê rê li ber vejîna DAIŞ û mutefîkên cîhadîst ên dewleta tirk veke. Heke yek ji van hêzan bixwaze valatiya li vê herêmê dagire, li başûrê Kurdistanê ya ku piçekî bi îstîkrar e, wê rê li ber krîzeke herêmî ya berfireh veke.

Wekî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê, tê zanîn ku dewleta tirk dixwaze êrîşî qadên li derveyî sînorê xwe bike. ‘Doza Kurdan’ gelek kes û dewletan eleqedar dike û xwedî rastiyeke wisa ye ku gelekî berfireh e û encamên wê yên herêmî û global hene.

Yekitiya kurdan tenê di bi kêrî kurdan neyê

Yekitiya di navbera partî û tevgerên kurd ên ji bo parastina Zînî Wertê û Qendîlê, wê bi tenê bi kêrî kurdan neyê, em bawer dikin ku wê ji bo aştiya herêmî jî tevkariyeke wê ya mezin hebe. Li gorî me çareseriya doza kurdan ji bo pêkanîna veguherîna demokratîk a li Rojhilata Navîn wê bibe parçeyekî girîng. Çareseriya aştiyane û adilane ya vê dozê, wê li herêmeke berfireh karibe demokratîkbûnê jî xurt bike. Divê em bi çavekî biçûk li bandora potansiyel a perspektîfa kurdan a li ser aştiya Rojhilata Navîn nenihêrin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê jî wê bandoreke wê ya mezin hebe.

Di salên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li ser prensîbên azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet û demokrasiyê alternatîfeke demokratîk hatiye avakirin. Jinên kurd di serî de gelê kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke berfireh kirine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava jî rêveberiya xweser a demokratîk ava kirine. Vê rola navendî ya jinên kurd di vê têkoşînê de bi cih anîne, sînorên Kurdistanê derbas kiriye, îlhameke global daye jinan û bûye çavkaniye hêzê. Parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo demokratîzekirina herêmeke berfireh jî şert e.

Divê Başûr bi yekitiya kurdan were parastin

Hikûmeta kurdan a di warê qanûnê û destûra bingehîn de hatiye qebûlkirin, ji dema ku Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ava bûye, ji bo dewleta tirk a ku her dem dixwaze daxwazên neteweyî yê gelên kurd ji holê rake jî bûye wekî kelemekê. Li gorî dewleta tirk qelsbûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ji bo wan serfiraziyek e. Herêma Kurdistanê ya ku herêma herî ewle ya Iraqê ye, ji bo hemû gelê kurd jî destkeftiyeke mezin e. Em jî bi rêya yekitiya neteweyî ya kurdan divê wê biparêzin.

Em jin pêşîgirtina vî şerî, li dinyayê pêkanîna aştiyê û jiyana hevpar wekî peywirekê qebûl dikin. Gotina me ya dawîn ev e ku ‘Kurdistan ne qada şerên herêmî û global e, li Rojhilata Navîn divê bibe çavkaniya îlhama jiyana hevpar a di nav demokrasî û aştiyê.”

Name ji nûnerên saziyên navneteweyî re jî şandin

Kopyayeke nameyê ji Serokê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Marîjîa Pejcinovîc Bûrîc, ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen, ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, ji Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ji Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û ji Serokkomarê Komara Iraqê Berhem Salih re jî hate şandin.

Kesên name îmze kirin wiha ne:

“- Commission on Women of the Kurdistan National Congress (KNK)

– Shirin Ebadi, Nobel Peace Laureate

– Ela Gandhi, Chairperson Gandhi Development Trust and Phoenix Settlement Trust, South Africa

– Malin Björk, Member oft he European Parliament (MEP), The Left Party Sweden

– Silvia Modig, MEP, Vasemmistoliitto (The Left Alliance), Finland

– María Eugenia Rodríguez Palop, MEP, Podemos Spain

– Leïla Chaibi, MEP, La France Insoumise (FI), France

– Martina Michels, Die Linke, Germany

– Baroness Helena Kennedy QC, House of Lords, UK

– Baroness Jenny Jones, House of Lords, UK

– Margaret Owen, Director Widows for Peace Through Democracy, UK

– Julie Ward, Former MEP 2014 – 20, UK

– Maxine Peake, Actress and Writer, UK

– Professor Radha D’Souza, University of Westminster, UK

– Johanna Riha, Consultant Epidemiologist, United Nations University, UK

– Emily Apple, Investigation Editor, The Canary, UK

– Jill Evans, former MEP, UK

– Rahila Gupta, Writer and Journalist, UK

– Pragna Patel, Southall Black Sisters, UK

– Amber Huff, Research Fellow at Institute of Development Studies, University of Sussex, UK

– Rachel Bird, Peace Advocate, UK

– Greta Sykes, Writer and Artist, UK

– Dr Sarah Glynn, Co-convenor Scottish Solidarity with Kurdistan

– Jean Lambert, former MEP, UK

– Maggie Bowdon, General Secretary, Liberation

– Maryam Namazie, Spokesperson of One Law for All and Council of Ex-Muslims of Britain

– Melanie Gingell, Barrister, UK

– Janet Biel, American Political Writer, USA

– Debbie Bookchin, Journalist, USA

– Prof. Ruchira Gupta, New York University &Founder President

– Benedetta Argentieri, Director – Journalist, New York, USA

– Helen Gilbert, Radical Women, Washington, USA

– Professor Anuradha Chenoy, Dean of School of International Studies, Jawaharlal Nehru University, New Delhi, India

– Meredith Tax, Emergency Committee for Rojava, USA

– Dr. Amanda Metcalfe, UCCS Colorado, USA

– Anjumara Khan, Chairperson People Against Apartheid&Fascism (PAAF), South Africa

– Kubeshini Govender, Chief Education at WCED, Western Cape Education Dep., South Africa

– Shabnam Palesa Mohamed, Activist, Journalist, Mediator, South Africa

– Dr. Ruchi Chaturvedi, Senior Lecturer, University of Cape Town, South Africa

– Dr. Sharon L. Gustafsson, Specialist in Country Medicine, Sweden

– Dr. Mechthild Exo, University of Applied Sciences Emden/Leer, Germany

– Barbara Spinelli, Italy, Bologna, lawyer, member of the executive board of ELDH (European Lawyers for Democracy and Human Rights)

– Maria Paola Fiorensoli, Journalist, Activist-Scholar of Feminist Movements, Italy

– Laura Marcheselli, Committe Against War, Italy

– Maria Laura Pistrito, International Network against Extractivism in Abya Yala, Italy

– Lilian Galán, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Veronica Matto, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Graciela Lamancha, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Cecilia Bottino, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Margarita Libschitz Suarez, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Ana María Olivera Pessano, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Gabriela Susana Barreiro Alvarez, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Micaela Melgar Trías, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– María Inés Cortés, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– María Cristina Lustemberg Haro, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Claudia Hugo, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Orquídea Minetti Fernández, MP of The Broad Front (Frente Amplió) Uruguay

– Julia Argentina Perie, The Mercosur Parliament (Parlasur of Latin America)

– Fernanda Gil Lozano, The Mercosur Parliament (Parlasur of Latin America)

– Victoria Sandino Simanca Herrera – Senator of the Republic of Colombia

– Corporation for Research and Social and Economic Action (CIASE), Colombia

– Professor Rita Laura Segato, Academician, University of Brazil and National University of San Martín, Argentina and Brazil

– Mertxe Aizpurua, MP, EH Bildu Spokesperson in the Congress; Basque Country

– Idurre Bideguren, Senator, EH Bildu; Basque Country

– Patricia Perales, Member of the Parliament of Navarre, EH Bildu; Basque Country

– Oihana Etxebarrieta, Member of the Basque Parliament, EH Bildu; Basque Country

– Monika Plazaola, Secretary of Feminisms, EH Bildu; Basque Country

– Elena Beloki, Head of International Relations of Iratzar Foundation; Basque Country

– Sandra Moreno Zarza, Feminist Collective of Sant Pol, Catalonia

– Diana Janés i Campmajó, Coordinator of the Secretariat of Social Movements of the USTEC Education Union, Catalonia

– Anna Gabarró Haro (IAC), Catalonia

– BEA (Bizkaia Women’s Assembly), Basque Country

– Anarchofeminist Libertarians, Basque Country

– W.D.R (Women Defend Rojava), Basque Country

– Steilas (Trade Union Enseñanza), Basque Country

– Paula Amieva, Councilor of the Getxo City Council, Basque Country

– Consuelo Núñez, Member of Women Defend Rojava -Madrid, Spain

– Rosa Gallardo, Women’s Collective of Women Defend Rojava-Madrid, Spain

– Evelyn Calugay, (Coordinator), PINAY ( Filipino Women’s Organization in Quebec), Canada

– Joan Salvador, Deputy Secretary General of GABRIELA (Alliance of Filipino Women), Philippines

– Soraya Sough, Foreign Minister of Kabylian Government in Exile

– Southern Cooperative Network (RECOSUR) for Chiapas, Quintana Roo, Yucatán, Michoacan, Chiapas-Mexico

– A.C. Women’s Cooperatives and Defense of Women’s Rights, Mexico

– Jolom Mayaetik, Mayan Weavers, Mexico

– Rosa Luxemburg, Group for Defense of Human Rights, Mexico

– Francisca Fernandez Droguett, Collective Cholas Disidentes, Chile

– Valeria Maturana Fuentes, Feminist Coordinator of DDHH Collective 8 March, Chile

– Aura Lolita Chavez, Defenders of Life network, Guatemala

– Piera Stefanini, Former Senior Expert for Gender Policy Ministry of Foreign Affairs, Italy

– Elena Valentini, President of the Women in the World Association, Italy

– Giovanna Lombardi, President of the “Women, Rights and Justice” Association, Italy

– Laura Storti, Psychoanalyst President of the Il Cortile-Consultorio Association of Applied Psychoanalysis, Italy

– Laura Quagliolo, CISDA, Italian Coordination Support for Afghan Women, Italy

– Lidia Maydan, President of the Transmediterranean Association, Italy

– Linda Lombardo, President of Association “RANDI”, Anti-violence Center, Italy

– Milena Trojkovska, Head of the Meeting for Women “Grassroots” Library, Italy

– Oria Gargano, President of Association “Be Free” Against Violence Against Women, Italy

– Patrizia Sterpetti, WILPF Women’s International League for Peace and Freedom Italy,

– Rosa Mendes, President of the Brazilian Women Association, Italy

– Simonetta Crisci, President of the Association Without Borders, Italy

– Professor Annamaria Rivera, Anthropologist, Writer, University of Bari, Italy

– Laura Corradi, University of Calabria, Gender Studies and Methodology, Italy

– Professor Lidia Lo Schiavo, Academic, General University of Messina, Italy

– Maria Grazia Giaume, Former President of the Equal Opportunities of the University of Florence, Italy

– Vania Valoriani, University of Florence, Psychologist, Italy

– Rosanna de Longis, Historian, Italy

– Titta Vadalà, Ecologist, Italy

– Maria de Lourdes Jesus, International Journalist, Italy

– Carmen Cordaro, Jurists&Lawyers of the Democratic Jurists Association (GD), Italy

– Elena Esposito, Jurists&Lawyers of the Democratic Jurists Association (GD), Italy

– Elisa Elia, Jurists&Lawyers of the Democratic Jurists Association (GD), Italy

– Fabia Cioni, Jurists&Lawyers of the Democratic Jurists Association (GD), Italy

– Paola Altrui, Jurists&Lawyers of the Democratic Jurists Association (GD), Italy

– Stina Bergsten, Co-leader for Solidarity with Kurdistan Norway

– Helene Bank, Special Advisor in Campaign For The Welfare State, Norway

– Hilde Loftesnes Nylén, Former Administration Manager of the Norwegian UN Association

– Jenny Dellegård, Publisher, Norway

– Johanne Vierhaug Lühr, Leader of The Women’s Front Oslo

– Madeleine Schultz, Writer and journalist, Norway

– Kari Kristensen, Member of the Women’s Commitee for the Red party, Norway

– Pia Maria Roll, Director, Norway

– Sara Bell, President of the Norwegian Union of Municipal and General Employees branch 56

– Sofia Rana, Red Party

– Maria Wasvik, Advisor at the Antiracist Center, Norway

– Lone Lunemann Jørgensen, President of the Youth Committee for the Norwegian Civil Service Union

– Sigrun Larsen, Artist

– Stine Westrum, President of the Norwegian Union of Municipal and General Employees Oslo

– Bente Knagenheim, Humanitarian Worker, Member of National Board for Solidarity with Kurdistan

– Beth Hartmann, Member of National Board Solidarity with Kurdistan Norway

– Turid Kjernlie, Member of National Board Solidarity with Kurdistan Norway

– Lina Alvarez Reyes, Co-founder and spokesperson for M-Oslo

– Ane Stø, President of the Women’s Group Ottar, Norway

– Cathrine Linn Kristiansen, Board member of the Women’s Front Norway

– Mitra Derwishyan, Writer and Human Rights Activist, Iran

– Freshte Mohammadi, Political Activist, Iran

– Zaman Masudi, Political Activist, Iran

– Mersedeh Ghaedi, Women Rights Activist, Iran

– Dr. Leyla Mazin, Physician, Iraq

– Fatin Saad, Artist-choreographer, Egypt

– Galiya Karim, Artist-Choreographer, Egypt

– Mamedova Evin Aliaddinovna, Documentation System Expert, Russia

– Tatiyana Anatoliyevna Odinsova, Biologist, Russia

– Dr. Ludmila Aleksandra, Physician, Russia

– Dr. Elena Pavlovna, Physician, Russia

– Professor Marina Nikolaevna, Physician, Assistant Professor, Russia

– Dr. Dlana Biralevna, Physician, Russia

– Tamilnadu Women Movement, TamilNadu State, India

– Heidi Meinzolt, Board Member for Europe, Women’s International League for Peace and Freedom, Germany

– Susanne Bader, European Coordinator of World Women´s Conference of Grassroots Women, Germany

– Debbie Brennan, National Organizer, Radical Women, Australia

– Coni Ledesma, Member of Executive Council, International Women’s Alliance.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar