Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji KCDK-E’yê peyama Cejna Zimanê Kurdî

KCDK-E'yê bi bîr xist ku taybetmendiya herî bingehîn a netewebûnê ziman e û wiha got: "Li dijî asîmîlasyon û qirkirinê divê her Kurdistanî bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî biaxive."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye: “Divê her Kurdistanî bi israr bi yek ji zaraveyên xwe yên Kurdî biaxive, binivîsîne û teşwîq bike ku bi Kurdî biaxivin.

Ziman taybetmendiya herî bingehîne ku gel û netew diafirîne. Zimanê dayikê ku mafê herî bingehîn ê mirovî ye, di meşandin û pêşxistina xebatên xwe yên siyasî û civakî de amûra herî bingehîn e. Li ser vê bingehê ziman hem di parastina hebûna miletê xwe de û hem jî di hilberandin û afirandina huner, çand û wêjeya wî de hêmana sereke ye.

Celal Bedirxan bi kurtasî li ser ziman dibêje, ‘Zimanê xwe zanîn tê wateya xwe naskirin’. Ji ber vê yekê jî mêtînger di dîrokê de bi qetlîamên fizîkî û qirkirinê re hewl dane bi asîmîlasyonê encam bigirin. Ji ber vê yekê dewleta faşîst a mêtînger, bi zanebûna ku ziman tune bikin, wê kurdan jî tune bikin tevdigerin. Ji ber vê yekê bi dijminatî êrişî ziman û çanda Kurdî dike û ji holê rakirina wê jî wek mayîndebûna dewleta xwe dibîne.

Em weke gel divê li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe ya parastina hebûn, azadî û nasnameya xwe bilind bikin, bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxivin û zîhniyeta qirker û barbar têk bibin. Divê em bi stratejiya parastina hebûna xwe nêzî ziman û çanda xwe bibin û di têkoşîna wê de bin.

Di van rojên ku dewleta tirk a qirker di bin êrişên topyekûn ên li dijî hemû nirxên me de ye, divê em bi zimanê xwe hîn zêdetir gavên berbiçav bavêjin.

Divê hemû saziyên me ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên mêtîngeriyê dûr bikevin, bi hesasiyeta ku hemû zaravayên kurdî tê de tên axaftin û pêşxistin, nêzî zimanê dayikê bibin. Heya ku em zimanê xwe yê dayikê biparêzin, em dikarin hebûna xwe biparêzin û paşeroja xwe ya azad ava bikin.

Weke KCDK-E’yê em li ser vê bingehê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin, her kesên ji bo ziman û perwerdeya kurdî dixebitin bi rêzdarî silav dikin û serketinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar