Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji KCK’ê daxuyaniyeke girîng

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku hevdîtina di 12’ê çileyê de ya Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatiye berxwedana gelê kurd û dostên wan e. KCK’ê diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya şikandin tecrîdê û hikûmeta AKP’ê dixwaze berxwedanê bişikîne û vala derxe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hevdîtina birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan a li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ev hevdîtin encama berxwedana gelê kurd û dostên wan e. KCK’ê diyar kir ku ev hevdîtin nayê wateya şikandina tecrîda li ser Ocalan û hikûmeta AKP-MHP’ê bi vê yekê xwestine ku berxwedana gel bişikînin û vala derxînin.

Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, pêngava ku wan bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ li her deverekê berbelav bûye û her ku diçe jî mezintir dibe. Hevserokatiyê daxuyand ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku li zindanan ji hêla girtiyan ve hatiye destpêkirin, bi israr didome û gelê kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi rêbazên dewlemend ên weke çalakiyên greva birçîbûnê, meş, çalakî, protesto û hwd. piştgiriyê dide vê berxwedanê.

Gelê kurd û dostên wan pîroz kirin

Hevserokatiyê destnîşan kir ku di demekî ku zexteke giran û pêkanînên tecrîdê ji hêla hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ve di meriyetêde ne, li ser dezgehên çapemeniyê hat ragihandin ku di 12’ê çileyê de roja şemiyê Mehmet Ocalan şandine Îmraliyê û ev tişt parve kirin: “Di serî de divê bê zanîn ku ya rê li ber hevdîtina bi Rêber Apo re vekirî, berxwedana gelê me ye. Li ser vê bingehê hemleya berxwedanê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven û bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin’ serkeftina xwe ya destpêkê bidestxistiye. Li ser vê bingehê em gelê xwe û dostên wan ên li ber xwe didin pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Hewldana şerê taybet

Di berdewamiyê de jî KCK’ê diyar kir ku hevdîtina di 12’ê çileyê de nayê wateya şikandina tecrîda li ser Ocalan û wiha domand: “Zext û tecrîda girankirî ya faşîst a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn didome. Bi vê boneyê, pêngava ‘tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin’ ku me daye destpêkirin, didome. Divê gelê me û dostên wan ên li ber xwe didin şaş fêm nekin. Hevdîtina di 12’ê çileyê de hewldana şerê taybet a psîkolojîk a desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku di esasê xwe de ji bo sabotekirina hemleya ‘Tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin’, hatiye kirine. Di rojekê betlaneyê de bi lez û bez hatiye kirin û ev jî nîşan dide ku bi vê armancê pêk hatiye.”

Berxwedan dê bidome

Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Pir xuyaye ku desthildardariya qirker û mêtinger a AKP-MHP’ê ku li hemberî pêngava berxwedan û azadiyê ya gelê me ketiye tengasiyê, serî li vê lîstika şerê taybet daye û bi vê yekê jî xwestiye ku berxwedana me bişikîne û vala derxîne. Lê em hem zilm û hem jî lîstikên faşîst ên şerê taybet jî baş dizanin. Ji ber vê yekê jî em ê neyên lîstikên şerê taybet û heta ku dîwarên Îmraliyê parçe dikin û tecrîdê têk dibin, heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad dibe û digihije şertên ku bikaribe bixebite, dê berxwedana xwe bidomînin. Divê gelê me, dostên me û temamiya raya giştî bi vê rastiyê bizane. Hemleya me ya berxwedanê dê tecrîdê bişikîne, faşîzmê têk bibe û li ser vê bingehê jî Kurdistanê azad û Tirkiyeyê jî demokratîk bike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar