Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji KNK’ê konferansa li dijî dagirkeriyê

KNK li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr konferansekê li dar dixe. Ji bo konferansê jî bang li hêzên kurd û kurdistanî  kir ku tev li konferansê bibin

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li se başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku armanc ji van êrîşan ew e ku tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bikin û destketiyên gelê kurd ji holê rakin.

KNK’ê destnîşan kir ku divê gelê kurd û kurdistanî li xak û destketiyên xwe xwedî derkeve û ev tişt got: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekdengî, yekrêzî û helwesteke neteweyî, ji bo helwesteke tundî ya neteweyî li dijî dagirkeriyê bê nîşandan, bi navê ‘Li dijî dagirkeriyê’ konferansekê pêk tîne. Bê ferq û cudahî em hemû partî, rêxistin û saziyên civakî dawetî konferansê dikin.”

Li gorî daxuyaniyê, bernameya konferansê ya ku dê bi rengekî online bê lidarxistin, wiha ye:

Dem: 15.05.2021

Saet: 10:00 (Li gorî dema Ewropayê)

Şêwe: Online Zoom

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar