Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji Kobanê heta cîhanê, li dijî faşîzmê serî hilde’

Navenda Nûçeyan |

RiseUp4Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dijî zilma faşîst, kedxwariya kapîtalîst û wêrankariya emperyalîst dê ji 1’ê Mijdarê heta 8’ê Mijdarê li her derê dakevin qadan.

Di daxuyaniya RiseUp4Rojava de ev tişt hate gotin:

“Di dîroka 1’ê Mijdara 2014’an de bi milyonan însan li seranserî cîhanê daketibûn qadan û girêdan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana leheng a Kobanê dan diyarkirin. Bi milyonan jin, zilam, kal û ciwan, însanên pêşverû bi rengên xwe yên cûr bi cûr dengê xwe kirin yek, li cem gelê Rojava sekinîn û piştgiriya şerê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê kirin. Dema ku şervanên YPJ û YPG’ê rê li pêşiya taritiyê girtin û mirovatiyê mal bi mal, kolan bi kolan li Kobanê parastin, cîhanê bi baldariyekê mezin pêşketinên li ser erdê dişopand.

Berxwedana dîrokî ya Kobanê ku bû destpêka dawiya zilma DAIŞ’ê li ser gelên herêmê, tevgerekê berxwedêr û têkoşînê bû ku di asta global de mezin bû û îro bi rêxistin dibe, sînoran derbas dike û hêviyê diparêze. Şoreşa Rojava bû hêvî û îlhama gel û têkoşînên azadiyê li seranserî cîhanê. Wê demê û îro jî, ya ku li Rojava tê parastin ji axa wê, bajar û gundên wê zêdetir e. Bi rêveberiya xwe ya xweser civakên bakurê Sûriyeyê mînakekê ji bo pêşerojekê azad û demokratîk li Rojhilata Navîn afirandin.

Bi nêzikatiya xwe ya çareserkirina pirsgirêkên civakî şoreşa Rojava şewqa êdî sînorên Rojhilata Navîn jî derbas kiriye. Di demekî de ku her kes li seranserî cîhanê li pey lêgerîna bersiv û çareseriyên nû ye, di demekî de ku her kes li derketinekê ji taritiya kapîtalîzmê ku mirovatî ketiye nav digere, gelên Rojava bersivên guncaw û pêkan e pêşkêşî pirsên herî esasî yên serdema me dikin.

Çi li hemberî qirkirina jinan, çi li dijî talan û wêrankirina hawîrdor û xwezaya me, çi li hemberî kuştin û tundiya nîjadperest ên polîsan, çi jî li dijî mezinbûn û pêşveçûyîna faşîzmê li ser asta herêmî û cîhanî – li seranserî cîhanê bi sedhezaran û milyonan dadikevin qadan û acizbûn û nerazîbûna xwe nîşan didin. Li hemû aliyên cîhanê dengê berxwedanê li dijî sîstemekê ku mirovatiyê di bin zilma xwe de fetisandiye bilind dibe. Şoreşa Rojava jî di vê çarçoveyê de bi temamî wate û girîngiya xwe dibîne. Ruxmê astengî û zehmetiyên mezin, di nava şer û dema vîrusa koronayê de gelên Rojava/bakurê Sûriyeyê jiyana xwe ya alternatîf roj bi roj ava dikin û îspat dikin ku cîhanekê din mumkin e. Jiyanekê derveyî zilma dewletê û kedxwariya kapîtalîst, xweser û azad li wir gav bi gav dibe rastî. Bi vî rengî Şoreşa Rojava hêviya jiyanekê bi rûmet, edalet û azad di sedsala 21’emîn de nava xwe dihewîne û temsîl dike.

Lê belê, xwerêveberiya gelan mîna stiriyekê di nav çavên desthilatdarên herêmê û hêzên emperyalîst de ye. Ew dixwazin vê herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Bi rêya ambargoyeke ji hemû aliyan ve, ji dervehiştin û înkarkirina siyasî û dîplomatîk, bi konsepteke berfireh a şerê taybet û psîkolojîk hewldanên mezin hene da ku herêmên rizgarkirî bikevin nava krîzekê mezin û bi vî awayî bibin muhtacê hêzên dîtir. Dewleta tirk a faşîst û dîktatorê wê Erdoğan bi hemû hovîtî û dijwartî êrîşî şoreşa Kurdistanê li Tirkiye, Sûriye û Iraqê dikin. Ji 2016’an ve artêşa dagirker a tirk û çeteyên wan ketin hundirê herêmên rizgarkirî û ji vê demê heya niha ve beşekî mezin ji bakurê Sûriyeyê, ji Efrîn heya Serêkaniyê dagir kirin. Lê êrîşên faşîzma tirk bi bakurê Suriyeyê ve sînordar nînin. Li ku derê kurdên xwedî îrade û azad hebe, li ku derê însan û gelên têkoşer, serbixwe û azad hebin rejîma Enqereyê mudaxeleyî wir dike.

Bi heman awayî li bakurê Iraqê/başûrê Kurdistanê dagirkerên tirk bi salan destdirêjiyê dikin, hewl didin axa wir dagir bikin û di hezîrana îsal de êrîşekê berfireh li ser herêma Heftanînê dan destpêkirin. Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li hemberî wan hewldanên dagirkirinê di nava berxwedanekê bêhempa de ne, da ku hêzên faşîst bisekinînin û axa başûrê Kurdistanê biparêzin. Li wir Wargeha Ş. Rustem Cudî, yanê kampa koçberan a Mexmûrê ku xwe birêve dibe û çiyayên Şengalê jî di hedefa faşîzma tirk de ne û ji hewayê ve têne bomberdûmankirin. Şengal cihê ku gelê êzidî ji çaxa rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ’ê jiyan û qedera xwe bi destê xwe girtin û rêveberiyekê xweser ji xwe re mîna li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Hedefa dewleta tirk a faşîst tenê dagirkirina cihekê nîne lê dixwaze bi tevahî şoreşê tune bike, hêviyên azadiyê hilweşîne û îradeya gelên têkoşer bişkîne.

Şerê dagirkeriyê ku li dijî gelên herêmê bi navê ‘têkoşîna li hemberî terorîzmê’ pêşxistin, bê alîkarî û piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî ku ji aliyê hevkarên dewleta tirk NATO û Rûsya jêra tên bi tu awayî ne gengaz/mumkîn e. Bê piştgiriya ji derve, bê milyonan pere ku ji Yekitiya Ewropayê jê re tên, bê sîstemên sîlahan ji Almanya, Îtalya, Amerîka û gelek dewletên dîtir û bê meşruyeta siyasî ku faşîzma tirk ji hevkarên xwe digire, ev rêjîma faşîst û zilmkar wê ji zû ve biketa. Li Tirkiye, Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Libya, Behra Spî. Li her derê heman tişt: Sîstema faşîst a ku îro tenê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê nexistiye nav qefesê lê her ku diçe dibe metirsiyekê mezintirîn a cîhanî, ev sîstem bi alîkariya navnetewî li ser pêya ye û ji ber vê jî têkoşîna li dijî wê divê navneteweyî be. Hevkar û alîgirên şerê li dijî şoreşê, yên ku bi qetlîam û xwînrijandinê, bi talan û kolekirinê dewlemend dibin li welatên ‘ewle’ rûniştine û roj bi roj sûd ji kuştina gelan werdigirin. Dema wê hatiye ku yên berpirsyar werin bi navkirin û hesaba pêwîst ji wan were xwastin.

Em ê temaşe nekin dema ku hewl didin hêviyên me bifetisînin û ji ber vê em di navbera 1’ê heya 8’ê Mijdarê de ji bo hefteyekî berxwedanê ya navneteweyî bang dikin. Wekî ku em dizanin têkoşîna li dijî faşîzmê û ji bo cîhanekê din, gava ku em yek bin wê bi ser bikeve. Em piştgiriya xwe ji bo gelên têkoşer ên Rojavan nîşan bidin û di 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de li her deverê dakevin qadan. Ji 2’yê heta 5’ê Mijdarê em li ser mijar, hedef û têkoşînên me yên hevbeş hevgirtina xwe xurt û mezin bikin. Ji 6’ê heya 8’ê Mijdarê em bang dikin da ku bi awayekî nenavendî cihên hevkarî û piştgiriya dewleta tirk bibin hedefa me û em karê wan sabote bikin, bidin sekinandin.

Li dijî zilma faşîst, kedxwariya kapîtalîst û wêrankariya emperyalîst bang li hemû kesan dikin ku dakevin qadan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar