Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji Kobanê heta Reqqa, Şehba û Qamişloyê bi hezaran jin daketin qadan

Bi hezaran jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi cil û bergên xwe yên herêmî û bi dirûşma ‘Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê bilind bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ daketin qadan. Di çalakiyan de berxwedana Guven û çalakiyên greva birçîbûnê hatin silavkirin

Li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna bi dehhezaran jinan, pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de berxwedanên greva birçîbûnê hatin silavkirin. Yek ji bajarên ku herî zêde coşa 8’ê Adarê lê jî Reqqa bû. Reqqa ku weke paytexta çeteyên DAIŞ’ê dihat zanîn, îro bi rengê jinan xemilî.

Di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Reqqayê jin bi dirûşma ‘Bi berxwedana jinan dê teror têk biçe û jiyan geş bibe’ daketin qadê û şahiya  8’ê Adarê li dar xist. Di şahiyê de jinên ji bajarên Tebqa, Dêrazor û Reqayê jî amade bûn. Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir û piştre jî li ser navê Rêveberiya Jinan a Reqqayê Melak Abir axivî û 8’ê Adar li hemû jinan pîroz kir. Abir da zanîn ku piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn, jin di nava civakê de rola xwe dilîzin û jinên herêma Firatê bi serbilindî gavan ber bi azadiyê ve diavêjin.

‘Jin mîsogeriya hebûnê yê’

Piştre jî li ser navê Meclisa Jinên Sûriyeyê, berdevka meclisê Lîna Berekat axivî û wiha got: “Ev xak bû şahidê gewretirîn şoreşan bi fermandariya jinan. Wê cara yekemîn nan peht, stra, helbest gotin, zagona exlaqî danî û yekemîn zanyarên keşifkirina derman û hejmaran bû. Jin; xak, heval, dîl û şehîd e û xwediya nameya mîraseya nifşên nû ye. Jin; şervan, têkoşer, raperdêr û ronahî ye. Ew parastvana xewnê ye, mîsogeriya hebûnê ye, agirdanka agirê şoreşê ye û damezirînera soza nûkirinê ye. Jinan li dijî terorê şer kir û destanên lehengiyê nivîsandin. Ji lew re şoreşê navê ‘şoreşa jinan’ hilda.”

Berxwedana Guven silav kirin

Axaftvanên din jî berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin silav kir. Piştî axaftinan, Koma Rêveberiya Jinan a Reqqayê û Koma Tebqayê ya stranên folklorîk û şanoyê, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Herêma Cizîrê

Li Herêma Cizîrê jî bi hezaran jinên ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, tirkmen, ermen, çerkez û êzidî bi dirûşma ‘Bi pêşengiya Leyla Guven em ê têkoşînê bilind bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ û bi cil û bergên xwe yên folklorîk li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê kom bûn û şahiya 8’ê Adarê li dar xist. Di şahiyê de jinan dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kir. Di şahiyê de şandeyeke ji jinên katalan jî amade bû. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nirxandinên Ocalan ên der barê jinan de hatin guhdarkirin.

Berxwedana Guven silav kir

Piştre jî endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Abdullah 8’ê Adar li hemû jinên têkoşer pîroz kir û wiha domand: “Em berxwedana Leyla Guven û çalakvanên din ên greva birçîbûnê jî silav dikin. Em tecrîda li ser Rêbertiyê jî şermezar dikin. Îro jin gelan û şoreşan bi rê ve dibin. Bi saya YPJ’ê îro terora cîhanî (DAIŞ) tê tunekirin. Berxwedana YPJ’ê divê ji bo jinan bibe nasname, ji ber ku wan terora DAIŞ’ê têk bir. Îro jinên Efrînê li kampan li dijî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe didin da ku careke din vegerin Efrînê. Em tekez dikin ku em ê di sala nû de bi jinên Efrînê re li bajarê Efrînê yê rizgarkirî vê şahiyê pîroz bikin.”

Herêma Firatê

Li herêma Firatê jî bi hezara jin ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û ber bi Qada Şehîd Egîd ve meş li dar xist. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Berxwedan jinan rizgar dike’ hat vekirin û jinan dirûşmên ‘Bijî berxwedana jinên azad’ berz kirin. Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê Kongreya Star û li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Îlham Ehmed axaftin kir.

Herêma Şehbayê

Li kantona Şehbayê jî bi hezaran jin li navçeya Ehdasê kom bûn û bi dirûşma ‘Bi pêşengiya Leyla Guven em ê berxwedan bilind bikin û bi Seroka Apo re azad bijîn’ ber bi gundê Meratayê dest bi meşê kirin. Li gundê Meratayê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Kongreya Star Sureya Mistefa axivî û 8’ê Adar li malbatên şehîdan û jinên li eniyên şer li dijî  terorê şer dikin, pîroz kir.

Sûreya piştre jî gotinên Ocalan ên ji bo azadiya jinê bi bîr xist û da zanîn ku divê hemû roj bibin rojên têkoşîna azadiya jinê. Bi navê Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidiro jî di serî de berxwedana gelê Efrînê silav kir û bal kişand ser rola jinan di pêvajoya sêyemîn a Berxwedana Serdemê de. Xidiro hemû jinên Berxwedana Serdemê pîroz kirin û soza şopandina têkoşîna Guven da.

Piştî axaftinan, Koma Berçem a stranan, Koma Hêva ya stranan, Koma Soran a dîlanê ku girêdayî Kevana Zêrîn in, stran û govend pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Nîroz Silêman jî hin stran pêşkêş kirin. Di nava çalakiyên şahiyê de dengê def û zirneya Efrînê jî bilind bû û jinan bi çoşeke mezin pêşwazî kir. Şahiya jinên Efrîn û Şehbayê bi gerandina dîlanê û dirûşmên bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar