Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Ji KODAR û PJAK’ê pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’

Navenda Nûçeyan |

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê dayî destpê kirin de bi daxuyaniyek hevbeş pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku pêwîstiya azadiya gelê Kurd û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi têkoşînek radîkal a gelan heye lê tu têkoşînek bê fikr jî di nav civakê de nikare li hemberî faşîzmê helwestek radîkal derbixîne holê û wiha tê gotin: “Lewra ji bo gelan bikaribin bi îrade bibin û werin nav refên xebatê û dakevin qadan, divê rêxistinên gel li jêr fikrekê tevbigerin.”

KORAR û PJAK’ê destnîşan kirin ku Tevgera azadîxwaz a gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li nav wan welatan qonaxek têkoşîna azadîxwazî di çerçoveya hemleyekê de daye destpêkirin û ji bo her beşekî Kurdisanê jî diruşmeyek diyar kiriye û wiha domandin: “Em weke PJAK û KODAR bi rêya vê daxuyaniya hevbeş pêngavek berfirek li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘ Belê ji bo demokrasiyê, na ji bo darvekirinan’ didin destpêkirin.

Bi vî awayî tev li xebatên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dibin.  Tevgera Azadî ya gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Apoyî xwedî rêbazek têkoşîn, fikr û felsefeyekê ye. Di asta Rojhilata Navîn de xwedî pratîkek radîkal e ku lê şerê cîhanê yê sêyemîn ji aliyê dewletên statukoparêz û faşîst ve tê birêvebirin. Ev pêngav jî tenê ne ji bo rojhilatê Kurdistanê,  ji bo bidestxistina mafê hemû gelên Kurdistanê û Îranê ye.”

‘Dema azadiya gelên bindest û azadiya Rêber Apo hatiye’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyankirin ku xelkên Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên herêmî û hêzên hegemonîk ên cîhanê ve hatine kolekirin, rûbirûyî şer, bêkarî, birçîbûn, pirsigirêkên civakî hatine hiştin û wiha tê gotin: “Lê li hemberî vê têkoşîna radîkal a demokrasî û azadîxwaz a gelan li dijî dagirkeran û hêzên desthilatdar ranewestiyaye. Di encama têkoşîna radîkal a Apoyî ya li çar parçeyên Kurdistanê di salên borî de pêk hat ku li hemberî her cûre dagirkeriyê serî netewand û tawîz neda, êdî astek cîhanî bi dest xistiye. Lewra van hêzan ji bo şerê xwe li ser gelan ferz bikin, Rêberê gelên bindest û yên Rojhilata Navîn Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de dîl hatiye girtin û tecrîdkirin. Tevgera Apoyî gel anîn qadên têkoşînê û destûr neda dijminan bigihêjin armancên xwe. Asta têkoşîna gelan û xebatên wan, wê dawiyê li dagirkeran bîne. Dema azadiya gelên bindest û azadiya Rêber Apo hatiye. Lewra dijmin jî baş dizane ku azadiya her du aliyan bi hev ve girêdayî ye.”

PJAK û KOKDAR’ê diyar kirin ku ji bo bi destxistina demokrasî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dawî anîna darvekirinan, pêkhanîna edaletê divê herkes tev li vê pêngavê bibe û hemû, mal, kolanan bikin cihê têkoşîn û xebatê.

Berdewamiya daxuyaniyê de PJAK û KODAR’ê ji bo têkbirina siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê û pêşîvekirina li demokrasiyê bang li hemû gelên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku beşdarî pêngavê bibin.

‘Yekitî û hevgirtina gelan, têkoşîna wan dê pêngavê bi ser bixe’

PJAK û KODAR’ê di daxuyaniya pêngava ‘Belê ji bo demokrasî, na bo darvekirinan’ de diyar kirin ku ew bi dengekî bilind dibêjin, dem dema demokrasî û azadiyê ye û pêwîstiya gelên li Îranê ji hemû gelan zêdetir bi azadiyê heye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi serhildan û şoreşên gelên Îranê hate kirin û hate gotin ku hem ji bo azadiya Îranê û hem jî aştiya Rojhilata Navîn divê gelan di pêngava azadiyê de rola xwe bilîzin û daxuyanî wiha hat dawîkirin: “Ji bo vê jî em bang li hemû gelan, jinan û ciwanan dikin ji bo şermezarkirina dagirkerî, mêtîngerî, neheqiyê, rakirina astengiyên li ber demokrasiyê beşdarî pêngava ‘Belê ji bo demokrasî û na ji bo darvekirinan’ bibin. Ji bo pêşîlêgirtina siyaseta darvekirinan pêwîstî bi yekitiya hemû civakê û hêzên azadîxwaz heye. Di encama têkoşîna hevbeş, yekitî û hevgirtinê de dikarin pêşî li dagirkerî û çewsandinê bînin. Beşdariya kurdan û îraniyên li Ewropayê jî ji bo serkeftina pêngavê gelekî girîng e û em bawer dikin ku ew ê gelên me yên li Ewropayê di pêngavê de rola xwe bileyzin. ‘Rêber Apo Rêberê Azadî û Demokrasiyê ye’. Heta Rêber Apo azad nebe, gelan jî azad nabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar