Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji Komîteya Diyaloga Navxweyî bang

KNK’ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku ji bo aştiyê kar bikin da ku diyaloga neteweyî ya kurdan pêk were. KNK’ê xwest hemû aliyên siyasî Newrozê ji bo yekitiyê wek derfeteke baş bi kar bînin

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo aştiyek mayînde ya di nava hemû aliyên kurdî de bang kir. Komîteyê ragihand ku ji bo yekitiya neteweyî pêk were, divê her kes ji bo aştiyê kar bike.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Ji me hemûyan re diyar e ku welat û gelê Kurdistanê di qonaxeke tijî metirsî û alozî re derbas dibe. Dijminên Kurdistanê roj li pey rojê dek û dolabên tirsinaktir girêdidin, ji bo jinavbirina hemû wan destkeftiyên ku bizava rizgarîxwaza gelê me di dehan salên borî de bi dest xisti bûn. Mixabin alozî û nakokiyên siyasî di nav partiyên sereke yên Kurdistanê de rewşeke ewçendî metirsîdartir peyda kiriye û bi vê yekê pêgeha kurd lawaz kiriye û ziyaneke mezin gihandiye pêkaniyên bergîriyê û li berxwedana li dijî van dek û dolaban. Vê rewşê ji aliyekî ve, diltirsî li ser pêşeroja Kurdistanê ji aliyekî din ve, bûne sedema cûreyekî bêhêviyê, ya ku bi ser beşekî mezinê hemwelatiyan de li hemû beşên Kurdistanê.

Bêguman li hemberî vê yekê giyanê bergîrî û dirêjpêdanê xebat û têkoşînê ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê di asteke bilind de ye û mirovên me dest ji xewn û hêviyên gelê xwe ji bo pêşerojeke azad û jiyaneke bi rûmet bernadin.

Weke tê zanîn di 21’ê kanuna 2020’an de ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  (KNK) û Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) ve, bi navê ‘Konferansa Pêşxistina Diyaloga Navxweyî’ konferansek neteweyî hat lidarxistin. Li gorî biryarên konferansê bi navê ‘Komîteya Diyaloga Navxweyî’ komîteyek hat avakirin. Di vê rewşa hestiyar de ‘Komîteya Diyaloga Navxweyî’, çend gav ji bo peydakirina keş û hewaya diyalogeke niştîmanî di nav hêzên siyasî yên Kurdistanê de, avêtine. Di vî warî de, ji cihên pêwîst re name şandine, di asta jor de peywendî li gel aliyên nakok danîne û hevdîtin pêkanîne. Komîteya Diyaloga Navxweyî, li ser hewlên xwe yên aştî û diyalogê, berdewam e.

Encamên sereke yên van hewldanan, her çendî alozî sext in û jihevdûrketinan, pirsgirêk, aloz dirist kirine, dîsa jî hêvîbexş in. Ev jî wiha dike ku pêvajo dûr û dirêj bibe û hewl û palpêdan bêwestan bin û piştgîriya hemû aliyan dixwaze, ji bo ew bigihînê encameke erênî. Encama dawî ya van hewldanan divê ne tenê nehiştina alozî û nakokiyan di nav van hêzan de, behtir ji wê da ku ew bikarin bi hev re bidin û bistînin, hev bipejirînin û rêzê ji cudabûnên hev re bigirin. Bi vê yekê ew dikarin di nav xwe de bingeheke avabûnê deynin, ziyanê negihînin hev û berjewendiyên hev li ber çav bigirin.

Di vî warî de ev yek dikare were kirin; Li cihê ku ew tirsê bidin hev û aloziyan ji hev re çêkin, divê bîr li cûreyekî hevgirtinê û destnîşankirina sînorên sor ên niştîmanî û neteweyî bikin û dost û dijminên gelê xwe nas bikin.

Gelê Kurdistaniyên stemdîtî!

Ev hewldan bê piştgîriya we nagihêje armancê û encamên xwe yên erênî. Ji ber vê yekê em ji her aliyekî dixwazin, herkes ji aliyê xwe ve bi gotar û tevgerên xwe yên rojane van hewldanên dilsozane bi ser bixin.

Bila em hemû bi hev re keş û hewa aştiyê biafirînin!

Piştgîriya rêzgirtinê ji bîr û bawreiyên cewaz re bikin!

Li dijî çandina tovê rik û kînê rawestin!

Em rê nedin alozî û nakokiyên siyasî di nav partî û rêxistinên siyasî de.

Bibin sedem ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe, yên ku wî bi gelek gorî û fedakariyên mezin bi dest xistine.

Di van rojan de gelê Kurdistanê pêşwaziya cejna Newrozê dike, cejna hêviyê, aştî û hilata roja azadiyê. Em hêvîdar in, partiyên siyasî yên Kurdistanê vê cejnê bikin derfetek, ji bo danîna bingehekê ji keş û hewayeke diyaloga niştimanî û neteweyî re û bi gavên erênî di vî warî de dilê gelê Kurdistanê xweş bikin û bi hev re sala hatî bikin sala aştiyê!

Jiyan û xebat ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar