Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji konferansa li PE’yê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Danişîna dawî ya konferansa li Parlamentoya Ewropayê bi mijara ‘Berpirsyarkirina dewleta tirk’ hat lidarxistin. Di konferansê de şêwirmendê siyasî Peter W. Galbraîth got ku êdî divê bi çavê terorê li PKK’ê neyê niherin û PKK weke serhildanek pênase kir

Li Parlamentoya Ewropayê (PE) li ser dagirkeriya li dijî Rojava konferans hat lidarxistin. Danişîna dawî ya konferansê îro bi li ser mijara ‘Berpirsyarkirina dewleta tirk’ bû. Parlamenterê Partiya Keskan Françoîs Alfonsî moderatoriya danişînê kir.

Di danişînê de Alfonsî got ku doza kurdan heta niha hatiye piştguhkirin û wiha domand: “Divê Ewropa fêm bike ku Tirkiye ketiye pêvajoyeke dîktatoryal. Erdogan li derve û li hundir gelekî qels bûye. Em îro rûpelekî dinivîsin lê heta serfiraziya kurdan dê gelek rûpel werin nivîsandin.”

‘Li sînorên Erdogan terorîzm heye’

Dîplomatê berê û şêwirmendê siyasî Peter W. Galbraîth jî di konferansê de ev tişt anî ziman: “Ez jî li ser vê fikrê me ku li sînorên Erdogan terorîzm heye. Ji herêmên kurdan ber bi Tirkiyeyê ve tu êrîş nehate kirin. Divê em qebûl bikin ku gelek terorîst ji wan sînoran derbas bûn. Ev kes ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn û li dijî kurdan şer kirin. Hemû jî ji Tirkiyeyê dihatin. Tê gotin ku kurd ji xeynî çiyayan, tu dostên wan nînin. Lê gelek dostên kurdan hene.  Êdî divê em bi çavê terorê li PKK’ê nenihêrin. PKK serhildanek e. Heke PKK operasyonên xwe yên li Tirkiyeyê bide sekinandin û li Tirkiyeyê muzakereyên aştiyê werin destpêkirin, dibe ku ji lîsteya terorê were derxistin.”

‘Tirkiyeyê xiyanet kir’

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Rîad Dîrar jî di konferansê de qala projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev tişt destnîşan kir: “Ev proje bi navê biratiyê û bi navê yekitiyê hatiye avakirin. Kurdan al hilgirt û xakên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar kirin. Lê Tirkiyeyê îxanet kir. Erdogan alîkarî da DAIŞ’ê. Divê Tirkiye diyaloga bi me re qebûl bike û rejîma Şamê jî ji bo welatekî demokratîk muzakereyan bi me re bike. Em sîstemeke ku navenda wê demokratîk dixwazin. Divê rêxistinên navneteweyî piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û pêvajoya demokratîkbûnê.”

Bîlançoya komkujiyên li Efrînê parve kir

Di konferansê de hevserokê Meclisa Efrînê Şîraz Hamo jî axivî û wiha got: “Rêveberiya Xweser serokkomarê tirk aciz kir. Tirkiye li Efrînê li ber çavên cîhanê bajar hilweşand. Yên ku li Efrînê hatine qetilkirin, hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribin û civaka navneteweyî jî ji bo wan çepik lê dixistin bûn.” Hamo herî dawî jî bîlançoya paqijiya etnîkî, qirkirin, revandin, dizî û talan li Efrînê parve kir.

Seroka Komîteya Rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed jî di konferansê de axivî. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar