Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji kongreya ciwanan peyama berxwedanê

Meclisa Ciwanan a HDP’ê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi şiara ‘Niha Dema Ciwanan e’ li Amedê li dar dixe. Di axaftinên kongreyê de peyama berxwedanê hat dayîn. Her wiha kongre hê jî didome

Meclisa Ciwanan a HDP’ê 3’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî bi şîara ‘Niha Dema Ciwanan e’ li li navçeya Peyasê Amedê li Eywana Dewetê ya Kaplan Cityê li dar dixe. Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Kocaelî û ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan hatin Amedê û di saetên serê sibehê de li ber eywana ku kongre tê lidarxistin li hev kom bûn û tev li kongreyê bûn. Ciwanan demeke dirêj li peşiya eywanê dûrişmeyên ‘Em bi berxwedanê bi ser bikevin’ , ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Pêkhateyên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, Ciwanên Azadîxwaz, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger, Dev-Guç, Ciwaniya Demokratên Nû, Partiya Komunîst a Lubnanê, KOZ, Piştevaniya Bogazîçiyê û Federasyona Ciwanên Ermenî li kongreyê amade ne.

Di kongreyê de ciwanan dûrişmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘Silav silav hezar silav li Îmraliyê’ , ‘Denîz Poyraz rûmeta me ye’, ‘Hikûmet îstîfa’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi der bikevin’ berz kirin û bi yek dengî ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin.

Axaftina vekirinê ya kongreyê Endama Lijneya Diwanê Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran kir û got ku dê ciwan siberojê ava bikin.

Ciwan bûn hêviya Kurdistanê

Piştî Başaran, parlamentera herî ciwan a HDP’ê Dersîm Dag axaftinek kir. Dersim Dag diyar kir ku ji çar aliyan ve ciwan hatine kongreyê û wê ev biryardarî ji bo ciwanên Kurdistanê bûye hêvî û wiha got: “Em ê vê coşê di sala 2022’yan de bi serkeftinê tacîdar bikin. Wê ciwanên kurd ji têkoşînê neqerin û dê ev berxwedan bi serkeftinê bi encam bibe. Em ê tev bi hev re ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn a azad rola xwe bilîzîn.”

Em amade ne vê pergalê biguherînin

Endama Meclisa Ciwnan a HDP’ê Esengul Kiliç jî da zanîn ku li dijî hemû polîtîkayên zextê wê ciwan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: “Îro ev eywan ji bo faşîzmê bûye bersiveke mezin. Ev coş bû morelek mezin. Ciwan çok naşikînin, serî natewînin û faşîzm nikare wan têk bibe. Rexmî binçavkirin û girtinan jî ciwan bibiryardarî têkoşîna xwe didomînin. Dê ev sal bibe sala têkbirina AKP’ê. Em ciwan em ê vê bikin. Hevalên me dîl girtin û difikirin wê me wiha bitepisînin. Lê xeyalên wan têk çûn. Krîza modernîteya kapîtalîst mezin dibe. Em amade ne vê pergalê biguherînin. Kesên ku hewl didin me bi tirsê û tecrîdkirina vîna me têk bibin, bila baş zanibin an jiyaneke azad an jiyanake azad.”

Salîha Aydenîz: Deriyên Îmraliyê vekin

Kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Amedê didome. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser polîtikayên dewletê yên li ser ciwanan û wiha got: “Deriyê Îmraliyê vekin. Ji bo tecrîd heye polîtîkayên şer kûr dibe. Ji ber tecrîd heye şer heye. Em dibêjin hûn tu carî nikarin Rêberê Gelê Kurd dîl bigirin.”

Aydenîz, bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em dizanin felsefe û sekna Ocalan li Rojhilata Navîn û li Kurdistan hevî û baweriyek mezin pêk anîye. Ji ber vê yekê ew ji demokrasî û wekheviyê ditirsin. Ji ber vê yekê polîtîkayê şer pêk tînin. Ji bo Ocalan azad bibe, em ê li her kol û li her derê têkoşînê mezin bikin. Li çar aliyê cîhanê rewşenbir û siyasetmedar tev dizanin ku miftiya çareseriyê li Îmraliyê. Ji ber vê yekê çalakiyan li dar dixin. Em vê çalakiya rewşenbir silav dikin”

‘Heta em zindanan bikin qada azadiyê em ê tebikoşin’

Aydenîz polîtikayên tecrîdê jî şermezar kir û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê ciwan ji çar aliyê Kurdistanê hatine salon tijî kirine. Heta tecrîd bi dawî nebe, dê krîz û kaos xelas nebe. Heta tecrîd neyê şikandin dê demokrasî, aştî neyê Rojhilata Navîn. Dixwazin bi tecrîdê li hemû zindanan kuştinê pêş bixin. Dixwazin zindanan bikin mala mirinê. Îro îdamê bi awayekî fîlî pêk tînin. Heta em zindanan bikin qadên azadiyê em ê çalakiya xwe mezin bikin.”

‘Gelê kurd ji her demê bêtir bi hevî û bawerî ye’

Salîha Aydenîz, li ser hevî û baweriya gelê kurd jî axivî û got: “Em ji vir bang dikin. Hûn tu carî nikarin vîna gel bişkînin. Em ê vêtêkoşînê li her derê belav bikin. Heta gelê kurd bibe xwedî statu û nasname, heta li Rojhilata navîn demokrasî pêş bikeve em ê her tim têbikoşin. Gelê kurd ji her demê bêtir bi hevî û bawerî ye. Ji her demê bêtir nêzî azadiyê ye. Kesên li ser kurdan siyasetê dikin, divê rastiya gelê kurd nas bikin. Gelê kurd îro bi her awayî daxwazên xwe zelal tînin ziman. Kesên siyasetê dikin divê vê qadê bibînin.”

‘Divê ciwan berî her tiştî li ziman xwedî derkevin’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, li ser rol û rista ciwanan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em dizanin li dijî ciwanan polîtîkayên qirêj têne meşandin. Lê ciwanên leheng tu carî li dijî van polîtîkayan serî netewandin. Divê hemû ciwan li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê parastina xwe xurt bikin. Divê em rêxistina xwe xurt bikin. Divê di serî de ciwanê kurd li ziman xwedî derkevin. Divê li her qadê bi zimanê xwe bi axive û biparêze. Îro ziman nebe dê hebûna gelê kurd û pêşeroja gelê kurd tune be. Pêşeroja gelê kurd ciwan in. Divê ciwan bêtir xwe bi rêxistin bikin û li ziman xwedî derkevin. Dem dema azadiyê ye. Dem dema ciwantiyê. Me bi ciwantî dest pê kir. Em ê bi ciwanî bi ser bikevin.

Bi hezaran ciwanên li salona kongreyê kom bûn, dema Aydenîz diaxivî bê navber bi dirûmeya “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Ciwan fedaiyên Apoyî ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Kongreya Ciwanan bi axaftinan didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar