Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Kongreya HDK’ê: Jin dixwazin jiyaneke azad ava bikin

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û hevseroka KCD’ê di 10’emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî de axivîn. Koçyîgît û Guven diyar kirin ku têkoşîna jinan li her deverekê cîhanê mezintir dibe û jin dixwazin jiyaneke azad ava bikin. Guven bal kişand ser zimanê kurdî û bang li hemû jinan kir ku hînî zimanê kurdî bibin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 10’emîn Konferansa Jinê ya Lijneya Giştî li eywana konferansê ya Hotel Akar Internetional a Enqereyê pêk anî. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz, hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê pankartên bi nivîsên ‘Bi serîlhildana jinên Rojava, Şîlî, Sûdan, Îranê ber bi avakirina jiyanek nû’,’Em jiyana azad ava bikin’ hatibûn daliqandin. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axaftina vekirinê kir. Koçyîgît di destpêkê de Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar bibîr anî û wiha got: “Li hemû devera cîhanê jin li dijî tundî û desthiladariya mêr têdikoşe. Jin li dijî tacîz, tecawiz û tundiyê li ber xwe didin. Li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin kuştin. Bi hevkariya hêzên navneteweyî hatin kuştin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em li ber têkoşîn û bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Bi serhildana jinê ya li Şîlî, Lubnanê heta Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya jinê belav dibe. Em dixwazin jiyaneke nû ava bikin.”

Koçyîgît da zanîn ku tevî  hemû êrîşan jî jin li zindanan jî li ber xwe didin û wiha dom kir: “Di serî de Gultan Kişanak, em hemû jinên girtî silav dikin. AKP herî zêde ji jina azad ditirse. Çi dibe bila bibe em teslîm nabin. Îro bi hezaran jin li kolanê ne. Dilîrînin û dansê dikin. Vê hişmendiya rizî ya AKP’ê şermezar dike. Tirkiyeyê ji bo Lîbya teskereyek nû derxist. Divê em jin li dijî şer bêhtir têbikoşin. Divê em bi hevre li dijî vê hişmendiya mêr têbikoşin. Jinên xweşik li dijî tarîtiya DAIŞ’ê şer kirin. Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin. Ji bo vê yekê divê em Meclisa Jinê ya HDK’ê bêtir xurt bikin. Em dixwazin ku xwe bigihînin hemû jinan û jin xwe bi rêxistin bikin.”

Xwest ku hemû jin xwe hînî kurdî bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî di kongreyê de wiha got:

“Li vî welatî qala xwişk û biratiya kurdan dikin, lê tu kes fêrî zimanê milyonan kurd nabin. Ez wekî hevseroka KCD’ê li ser vê axê nûnertiya van gelan dikim. Ez ê bi kurdî bi axivim. Ez dixwazim hemû xwişkên min ên jin ji bo fêrî kurdî bibin têkevin nava hewldanan. Jinên Rojava ji bo hemû cîhanê bûn mînak. Li Rojhalata Navîn û Kurdistanê pêşketinen mezin çê dibin. Faşîzm ji bo hebûna xwe berdewam dike jinan qetil dike. Jin li Şîlî, Sudan, Misir û gelek cihên din li ber xwe didin. 8 salan di pêşengiya Arîn Mîrkanan, Kader Ortakkaya û jinên din de şoreşek pêş ket. Ev şoreş li hemû cîhanê belav bû. Li hemû cîhanê bû mînak. Jinên li Şiliî Têkoşîna jinên Rojava ji xwe re kirin mînak. Tu kes nikarîbû li dijî DAIŞ’ê li ber xwe bide. Lê jinên Rojava bi tililî û berxwedana xwe têkoşiyan û li cîhanê bûn mînak.

Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

Nîviyê nifûsa cîhanê ji jinan pêk tê. Wekî jinên HDP, SYKP û KCD’ê, em nûnertiya jinan dikin. Lê em xwe nagihînin jinan. Jin li hêviya me ne. Divê em biçin malên wan û xwe bigihînin wan. Em li ser navê wan bûn hevserokên partiyan û hevşaredar. Lê ev têr nake. Faşîzm bi hemû hêza xwe bi ser me de tê. Divê em li dijî vê yekê xwe bigihînin hemû jinan. Armanc û hedefa me di sala 2020’an de me gelê kurd azad bikin. Em ê sala 2020’an bikin sala azadiya gelê kurd. Divê tecrîda liser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Di şexsê Brêz Ocalan de li ser her kesî tecrîd heye. Werin em bi hevre tecrîdê bişkînin. Divê birêz Ocalan azad bibe. Yê ku li Rojhilata Navîn aştiyê pêş bixe paradîgmaya birêz Ocalan e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar