Delalo! 8 ê Adarê ye, te li ber baranê keziyên me şeh dikir û dihûnand. Paşê tu di rêya keziyên bi hezaran jinên têkoşer de meşiyayî. Te porê bi xwîn ê Muhabadê jî şûşt û paşê te ew bi destê xwe binax kir.
Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtiyê ji rojhilatê Kurdistanê Bêhrûz Şucayî zêdetirî 70 roj in bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Nivîskara Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn ji kurapê xwe Bêhrûz Şucayî re bi ser navê ‘Bi hêviya em wek navê te bijîn’ nameyeke vekirî nivîsand û nameya wê wiha ye;
“Ji hevrê û kurapê min ê têkoşînê, Bêhrûz Şucayî (Cotkar Muhabad) re;
Zêdetirî 70 rojî ye di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de yî. Li zindana Şakran a Izmîrê girtî yî û cezayê heta hetayî jli te hatiye birrîn.
Bêhrûz; wek navê xwe bedew î, delalê mala me. Du salan ji min meztir lê em bi hev re diçûn heman dibistanê. Tê bîra min, dema em di nava berfê de heta dibistanê dimeşiyan, lingê me cemed digirt. Ji bo em lingê xwe germ bikin, me bi sobeyê ve dizeliqand, goreyê me yê rîs û neqişandî ku bi keda destê diya me hatibû hûnandin, dişewitîn… min bêriya wê zivistanê kiriye ku bêhna gore û cilên me yên qemitî heta dawiya dersê ji dibistanê dernediket. Te biriyên xwe yên reş û çavên xwe yên zeytûnî dibir nav hev û kêfa me dihat tu aciz bûyî… min bêriya wê rojê kiriye ku dîwarê dibistana me hilweşiya û em wek ku ji zindanê reviyabin, bi kêfxweşî li ser xirbeyan ve dibeziyan û ji dibistanê derdiketin. Mezinên gund û mamoste jî xemgîn bûn ji vê rewşê. Me nedizanî xemgînî çi ye û heta taqet di çokên me de heba, em dibeziyan û ji girtîgeha asîmîlasyonê dûr diketin. Ez her roj xweziya xwe pê tînim ku dîsa dîwarê zindana tu tê de hilweşe û em dîsa bi hev re bibezin li çiyayên azad! Em bi hev re wek navê te bijîn, Erê Bêhrûz, roja herî xweş! Roja nû û tu zanî roja nû ango Newroz nêz e. Tu û hevalên xwe di van rojên pîroz de li ber xwe didin ji bo dîwarê zilmê hilweşe, ji bo em roja herî xweş bijîn. Ji bo em bigihêjin xeyalên xwe yên zarokatiyê tu li ber xwe didî.
Pismamê min ê delal, bi rojan di nava girtiyên azadiyê de li navê te geriyam delalê mala me û min navê te di lîsteya grevên birçîbûnê de dît. Tu hêj li ber xwe didî ji bo sînorên bêwate di navbera me de rabin û em bikenin, kêfxweş bibin û azad bibin. Tu zanî ez her li te geriyame û qet bi te re negihiştime û hêj li te digerim. Dilê te taba komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neanî û te berê xwe da çiyayên azad. Wek çawa min bihîst tu ketî gireva birçîbûnê, wê rojê jî me şahiya gerîlatiya te ya pîroz kir.
Meta me ya şehîd Muhabad (Gulsosin) li ser çokên te can da û şehîd bû. Li çiyayên azad ji bo we li ser her şiverêyekê meşiyam. Ji bo xatirê we min ji her kaniyê av vexwar. Ji bo we li dor agir rûniştim û min çayek ji çaydana reş vexwar. Di her salvegera şehadeta Muhabadê de li ser navê me herduyan, gulên Nergisê dadînim ser gora wê. Dizanim te êşa Muhabadê di dilê xwe de veşartiye. Te bi xwe re bir heta bi çiyayên Botanê û te ji her kesî re got, êşa xwe. Û îro tu li girtîgeha Şakranê yî… dema vê nivîsê dinivîsim, salên berê dikevin bîra min ku berê kurdan didan xerîbiyê û kesî nedizanî kî li kîjan welatî ye. Kî li ku girtiye û gelo wê rojekê vegere yan na. Û tirsa ka gelo ev name bigihîje destê xwediyê xwe. Di navbera gundê me û wir de nizanim çend kîlometre hene lê naxwazim bihijmirêm ti dûriyan. Pê dihesim te gelek sînorên lêkirî û dûriyên harbûyî yên serdema zilmê di hestên xwe yê berxwedaniyê de kiriye dîdar! Tu bi berxwedaniya xwe di dil û mêjiyê me hemiyan de yî.
Tu zanî Keko, bi rojan e li van çiyan baran nasekine, mirov bi hestên bêdawî yên di dilopên wê de dihese û bêhna azadiyê digire. Berxwedana te û hemû hevalên di hepsan de jî wek vê barana buharê, bêdawî, pak, sade û bi armanc e. Ti qirêjiya li ser bedena vê xakê nahêle û wê nehêle. Ev pêla berxwedaniyê wê bişo û bi xwe re bibe dudiliyên me, kêm û nebesiyên me. Helwêsta we ya di vê demê de jî vê yekê li me emir dike; em ê bi Berxwedanê azad bibin, azad bijîn!
Tu li ser berfê li pêşiya me meşiyayî û te rêka me vekir, îro jî tu rê vedikî. Çawa herî destpêkê te xwe li ser dîwarê hilweşiyayî avêt û azad bûyî, îro jî heman tiştî dikî. Delalo! 8 ê Adarê ye, te li ber baranê keziyên me şeh dikir û dihûnand. Paşê tu di rêya keziyên bi hezaran jinên têkoşer de meşiyayî. Te porê bi xwîn ê Muhabadê jî şûşt û paşê te ew bi destê xwe binax kir. Îro tu ji bo tola bi hezaran keçên gerîla di grevê de yî. Ji bo wê jî navê berxwedana te di heman demê de, berxwedana bi pêşengiya jinên şoreşger e. Berxwedana bêwêne ya te û hemû hevalên li gel te, her wiha 8 Adarê û Newrozê pîroz dikim. Berxwedana we, wê faşîzmê têk bibe, bi wan hêvî û îdîayan te û hemû hevalên te himbêz û silav dikim… Çiyayê azad li benda we ye!”