Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji Kurdistanê heta Ewropayê kurdan Newroz pîroz kir

Navenda Nûçeyan |

Ji ber şewba vîrûsa koronayê îsal ji mîhrîcanên navneteweyî heta gelek pîrozbahiyên din ên li seranserî cîhanê hatin betalkirin. Bi rasthatina Cejna Newrozê ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, welatî bi baldarî tevgeriyan û cejna xwe bi rê û rêbazên cuda pîroz kirin. Ji bakurê Kurdistanê heta Rojava, Başûr û Rojhilat kurd gelemperî di şeva Newrozê de li ser şaneşînên xwe, li ser banan, di hundirên mala xwe de û li kolanan bi komikên biçûk cejn pêşwazî kirin.

Bi taybet jî li Kurdistanê gelê kurd hişyariyên partî û rêxistinên kurd guhdar kirin û bi rêbazên ku rê li ber belavbûna şewbê veneke, pîrozbahiyên Newrozê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê û hema hema li hemû welatên ku kurd lê ne, kurdistaniyan agirê Newrozê pê xistin û bi keyfxweşî û coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Gelemperî di vê cejnê de jî peyama ku derketî pêş, avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd û bilindkirina têkoşîna azadiyê bû.

* Bakurê Kurdistanê

AMED

Her sal yek ji bajarên Kurdistanê yên ku cejna Newrozê herî zêde lê girseyî tê pîrozkirin jî Amed e. Lê ji ber rewşa li jor hatiye destnîşankirin, îsal Newroz bi rêbazên cuda hatin pîrozkirin. Li navenda Amedê û navçeyên wê yên weke Pîran, Lice, Farqîn, Bismil û navçeyên navendî yên Sûr, Peyas, Yenîşehîr û Rezanê gel bi meşale û şewitandina tekerayan cejn pêşwazî kirin. Di heman demê de welatiyan fîşekên hewayî teqandin û dirûşmên weke ‘Bijî Newroz’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz pîroz be’ berz kirin.

Her wiha komeke ciwanan li Parka Newrozê ku her sal cejn lê dihat pîrozkirin kom bûn û li ber dengê def û zurneyê govend gerandin û bi coşekê Newroz piroz kirin. Di heman demê de rêxistina HDP’ê ya bajar jî li Kolana Evrîm Alataş a li nêzî Parka Newrozê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin bi merasîmekê bi bîr anî.

WAN

Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê yê herî zêde xetereya vîrûsa koronayê lê heye jî Wan e. Lê tevî vê yekê jî welatiyên bajar bi boneya cejna Newrozê li Taxa Xaçortê ya Wanê şahiya Newrozê li dar xist. Polîsan êrîşî pîrozbahiyê kir û ciwanan jî li ber xwe da. Tevî vê yekê jî çalakî heta derengiya şevê dom kir. Polîs di nîva şevê de ji taxê vekişiyan.

MÊRDÎN

Li Mêrdîn û navçeyên wê jî Newroza îsal bi girseyî nehat pîrozkirin. Lê her malbatê li ber deriyên xwe Newroz pîroz kir. Li gundên Kermirara û Hêşeriyê yên Qoserê ev çend roj bûn ku li ser hev agirê Newrozê dihat pêxistin. Zarokên ku li ber malên xwe kom bûn, bi tekeran agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Zarokên ku Newroz pîroz kirin nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û wêne kişandin.

* Rojavayê Kurdistanê

QAMIŞLO

Li rojavayê Kurdistanê ku li hêlekê di bin gef û êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê de û li hêla din jî ji ber vîrûsa koronayê pêvajoyeke giran derbas dike, coşa Newrozê di lûtkeyê de bû. Yek ji van bajaran jî Qamişlo bû. Ji ber hişyariyên rêveberiya siyasî, gelê bajar li deverên cuda bi komên biçûk Cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de welatiyan banga avakirina yekitiya neteweyî li partiyên kurd kir.

EFRÎN

Tevî êrîş, koçberî, gef, nexweşî û gelek zehmetiyan jî koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, tevî coşa Newrozê bûn. Efrîniyan li malên xwe, gir û zevî kir cihê pîrozkirina şahiya Newrozê. Efrîniyan cejna xwe bi awayekî belavbûyî û bi komikên biçûk pîroz kir. Efrîniyan bi coşeke mezin xelekên govendê girê dan û li ber stranên şoreşgerî lîstin.

* Başûrê Kurdistanê

QENDÎL

Li başûrê Kurdistanê jî ji ber roj bi roj belavbûna bûyerên vîrûsa koronayê, hemû çalakiyên girseyî hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê jî çalakiyên girseyî nehatin lidarxistin. Lê ciwanên Binarê Qendîlê li ser girên bilind agirê Newrozê pê xistin. Li ser vê yekê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li ser girên bilind agirê Newrozê geş kirin. Ciwanan heta derengiya şevê li ber agirê Newrozê xelekên govendê gerandin.

MEXMÛR

Di pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) li derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya sala 42’yemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê li 42 cihên cuda yên wargehê agirê Newrozê hat pêxistin. Her wiha di nava wargehê de jî li ber deriyê her malekê û li kolanan agirê Newrozê hat pêxistin. Mexmûriyan bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kirin.

* Li welatên Ewropayê

Coşa Newrozê li gelemperiya welatên Ewropayê ku cihên kurdistanî lê jî hebû.

LAVRÎO

Li bajarokê Lavrîo yê paytexta Yewnanistan Atînayê li kampa kurdan Newroz hate pîrozkirin. Koçberan li nava kampê agirê Newrozê pê xistin. Li Kampê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Newroz’  hate berzkirin.

ROMA

Li paytexta Îtalyayê Romayê jî kurdan agirê Newrozê pêxistin. Agir li baxçeyê Komeleya Çandê ya Ararat hate pêxistin. Welatiyên îtalî jî li ser şaneşîn û şibakeyan bi çepik û fîtikan piştgirî dan pîrozbahiyê.

 

ERMENISTAN

Li gundên herêma Elegez û Iktomberyan ê zêdetirê xwe kurdên êzdî ne, agirê Newrozê hate pêxistin. Ciwanan li gundê Dêrik ê Herêma Elegezê li ser girên bilind agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîrozkirin. Li gundên Arkesê yê girêdayî Oktomberyanê jî li qada gund agirê Newrozê hate pêxistin û dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin. Endamê Meclisa Komîteya Kurdistan Milo Kalaşyan li vir axivî û got ku Newroz ji bo kurdan serhildan û sembola berxwedanê ye.

 

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî Tevgera Ciwanên Şorerşger (TCŞ) agir dadan û alên YPG, PKK, YPJ’ê hildan û Newroz pîroz kirin. Li ber agirê Newrozê govend hate gerandin.

MONTPELLÎER

Li Montpellîer a Fransayê jî kurdan li ser şaneşînên xwe û baxçeyên malên xwe Newroz pîroz kirin.

BÎEL

Ciwanên ku li navenda Bîel a Swîsreyê hatin ba hev, li kampê agir dadan û bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ciwanan bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz pîroz be’ qîr kirin.

AARAÛ

Li bajarê Aarûa yê Swîsreyê jî ciwanên TCŞ’ê jî agir dadan û li ber agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

BERLÎN

Di saetên şevê de li paytexta Almanyayê Berlînê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin.

SYDNEY

Li bajarê Sydneyê yê Awustralyayê li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk  Newroz hate pîrozkirin. Malbatên şehîdan agirê Newrozê vêxistin. Di axaftinan de hate gotin ku bila agirê Newrozê bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cejna Newrozê li gelên Kurdistanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar