Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji kûştina kolberan heya kongreya navdarên kurd!

Bêkarî û tunebûna derfetên peydakirina nanê rojê li Îranê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê mijara salên dûr û dirêj e. Hejmareke mezin ji çînên civakê tenê ji bo debara jiyanê neçarin ku bi karê kolberiyê re rastî kuştin û îşkenceyên giran bên. Kolber carna neçar in 100-150 kîlo barê giran ji nava çiya, dol, astengiyên sirûştî, germa, serma, lehî û reniyên befrê cih bi cih bikin. Her carê pir bi erzanî têne kuştin, lê çi rêyên din jî li ber wan nîn in. Li gor çavdêrên kurd ên alîgirên mafê mirovan û rêxistinên din ên bêalî nêzî 350 heya 500 hezar kes di herêmên sinorî ên di navbera bakur û rojhilat, rojhilat û başûr û Iraqê da karê kolberiyê dikin. Xala balkêş ew e ku rejîma Îranê bêy ku rêyên ceribandina peydakirina kar bixe nava planên xwe, karê kolberiyê yasax dike û pê re jî li hemberî kuştin, birîndarkirin û girtina sedan kesên wiha bêdeng e. Di vê nivîsê de min xwest li ser hinek aliyên jiyana wan kedkarên jibîrkirî hinek rastiyan bi we re parve bikim.

Dîmenên trajîk!

Di sir û seqema zivistaneke sar a li ser çiyayên sinorên Kurdistanê, sinorên axeke parvekirî xwîn û berfa spî gehabûne hev. Dev û dev ketibû, nefesa wî a germ û laşê wî yê westiyayî, destên wî yên şeq-şeq bûyî her yek çîrokeke tije nihînîyên negotî. Ziman ji vegotina vê trajediyê bêhêz e. Wî gelek li ber xwe dabû ku careke din canê xwe xelas bike. Wî dizanî ku sê zarok li malê ne û hevjîna wî jî li benda hatina wî ye. Laşê wî sar û êdî ji jiyanê veqetiyabû. Hevalên wî hêsirên ji xwînê dibarandin, lê êdî bêfeyde bû. Ev rewşa jiyana kurdên rojhilatê Kurdistanê ye ku li herêmên sînorên di navbera Bakur û Başûr de dijîn. Her roj kuştina wan mijara yekê a jiyana xelkê ye. Lê berpirsên rejîma Îranê kêmtirîn biha jî nadine daxwazên gel.

Ji vî tabloyî xemgîntir nabînî û li ti welatekî ewqas ferq-cudatî nayên dîtin.

Hemû rojê xeberên mirina jiyanekê, kuştina ciwanekî, kûlkirina endamên malbatekê û bidawîhatina jiyana komeke mirovên bêtawan xemil û rewşa rûpelên tûrên civakî ye. Ev xeber ji rojhilatê Kurdistanê ne.

Jiyana erzan!

Jiyan li Kurdistanê ewqas erzan bûye ku qîmeta bidestxistina paryekî nanê rojê bi bihayê jiyana ciwanekî kurd re dibe yek. Ger mirovên vê dinyayê, Îran û civaka me kurdan bixwe jî wiha rihet û xemsaran e li kêleka rûdanên wiha tije xem û êşên bêdawî derbas bibe, hingî ferqa di navbera me û miriyên nava gorên sar de çiye? Gelo saxên nava bajar û gundan dema ku heta li hemberî zulma rejîmeke qaşo îslamî û dîktator bêdeng bin, saxên bi liv û meşin an miriyên nava axa sar in!

Li kîdera cîhanê insanekî hejar û bêçek ku ji bo bidestxistina gezek nanê rojê di çileyê zivistana sar de xwe li çol û çiyan dide hema wiha rihet û rasterast bi teqandina goleyê eskerekî dewletê tê kuştin? Di kîjan yasaya dinyayê de heye ku kesekî xwedî xwendina bilind li zanîngehê ku mihendis be bêkar û bar neçar bibe ku bibe kolber? Ferqa jiyana hemwelatiyekî kurd û fars çi ye ku heta li Kurdistanê jin û keç jî ji rûyê neçariyê berê xwe didin çiya û dibine barhilgirên qaçaxçiyên du aliyên sinorên destçêkirî yên welatê xwe?

Gelo bihayê jiyana mirivên civakekê ewqas erzane?

Krîza li ser Îranê û kurd!

Di rewşekê de ku Îran bi kirîz û dorpêça aborî re rû bi rû maye û tirseke mezin ji hêza siyasî ya kurd di dilê rayedarên sîstemê de heye, lê dîsa jî bêtirs li ser rêya xwe a çil salên derbasbûyî berdewam e.

Tenê di çar mehên derbasbûyî ên sala 2019‘an da 900 kes kolber ji Maku heya Îlamê hatine kuştin û birîndar kirin. Li gor yasayên wan yên îslamî têrkirina zikê jin û zarokan karekî meşrû nîne û weke karê qaçax tê dîtin lê karê diz û talankerên dolar, petrol û malê xelkê helal û meşrû ye.

Rojekê di qada xebata siyasî û leşkerî de ciwanên kurd dihatin şehîdkirin, lê me dizanî ku şehîdên doza azadiya welatê me Kurdistanê ne, lê pirsyara sereke li vira eve: rayedarên rejîma Îranê ferqekê di navbera ciwanekî kolber û pêşmerge an jî gerîla de dibînin? Îcar di vir de ye ku em baş bi kîn û dijminatiya sîsetema desthilatdar li Îranê û dijminatiya wan a li dijî gelê kurd dihesin. Sûçê kurdan tenê parastin û bergirîkirina ji nasnameya xwe ya netewî ye. Guneha me berdewamiya doza Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û hezaran şehîdên rêbaza azadîxwaziyê ye.

Li rûpelên malpera mafê mirov a Kurdistanê binêrin. Hemû nûçe û xeberên ku ji rojhilatê Kurdistanê tên li ser kuştina kolberên kurd e. Carna zarokekî 14-15 salî, carna babekî xwediyê 3-4 zarokan, carna ciwanekî 20-25 salî û carna jî zavayekî dest bi hene bi erzanî û bêyî şopandina yasayekê ku mafê wan biparêze têne kuştin û birîndar kirin. Hinek ji wan jî bi birîndarî têne îşkence kirin û bi lêdan û sivkatiyên tije şermizarî dawî bi jiyana wan tînin.

Ji Bane û Urmiye bigire heya Kirmaşan, Maku, Selmas, Mirgewer, Serdeşt, Pîranşar û Merîwan, bi giştî herdera ku kurd lêdijîn û ji hêla derewînên durû ên îranî weke merznîşînanê xeyûr û Arîyên herî esîl têne binav kirin, Kurd tenê ji bo ku debara jiyana xwe bikin, têne kuştin.

Hêmin Salihuporê 16 salî (ji Banê) şehîdê herî dawiyê yê vê rêbaza tije êş û elem bû.

Gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji hemû gelên din yên nava sinorên Îranê tê çewsandin, kuştin û îdamkirin. Di rewşeke wiha hesas de ji hêlekê rejîma îslamî kongreya navdarên kurd birê dixe, ji hêla din jî nahêle navdarên ku ji bo dîrok û çanda kurdî dixebitin û dinivîsin, heta di çar dîwarên mala xwe de jî nefesê bikêşin. Azadî li ba wan xwedî nasnameya bi navê fetisandin û sanorê ye. Ew ji bo ku xwe ji givaş û zextên aborî-siyasî xelas bikin û hişê civakê tevlîhev bikin, ji navdar û kesayetiyên başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku xwe bigehînin bajarê Sine, lê haya kesayetiyên naskirî û xwedî ked yên rojhilat ji wê kongereyê nîne! Di rewşekê de karekî wiha dikin ku gelê kurd di asta herî jor a hejarî, bêkarî, zext û zorên siyasî-aborî de dijîn. Gelo ewqas sivkatî bi rewşenbîrên welatekî 50 milyonî yê wan bigehîne armancên wan ên rojê? Ew bikarîbin bi van kiryarên tije sextekarî û senaryoyên pişt perdê xwe di çavê gelê kurd de şirîn bikin? Hikûmeta Îranê nikarê bi van senaryoyên xwe yên bi mask hêza gel ber bixwe ve bikişîne an jî kurdan bixapîne. Ew ê nikarîbin bi van çalakiyan ji xwe re meşrûyetê ava bikin. Çimkî êdî wan çi cihekî xwe di nava dilê civaka Kurdistanê de ji -Maku heya Îlam û Loristanê- de nemaye.

Daxwazên kurda çi ne?

Di rewşeke wiha da ku Îran ji hêla civaka cîhanî ve bi hemû şêweyan tê îzolekirin aya baştir nîne ku rayedarên rejîma îslamî a Îranê dest bi hevdîtin an jî diyalogê li gel partiyên siyasî û nunerên doza kurd bikin? Gelo di kongreyeke wiha da yê rewşenbîrên kurd bikarîbin di salvegera şedeta Simkoyê Şikak, Dr Qasimlo, Fûad Sultanî, Sedîq, Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî û hezaran têkoşerên doza rewa yên gelê xwe de tenê yek deqîqe bêdeng bin!

Dawxazên ji rejîma Îranê wiha ne:

  • Dawî bi kuştina koleberên kurd bînin. Li cihê kuştina wan bixebitin ku asta bêkariyê li Kurdistanê kêm bikin. Karekî wiha dikare dawiyê bi kuştina kolber û îdama sedan kesên din jî bîne.
  • Di rewşekê de ku meşrûyeta rejîma Îranê a siyasî li Kurdistanê û hemû wilayetên din gehaye asta xwe ya herî nizim, girtiyên siyasî ên kurd azad bikin.
  • Ger hûn kurdan bi îraniyên herî esîl û parêzvanên herî qehreman ên sînoran dizanin, li hemberî cinayetên dewleta Tirkiyeyê xwedî helwest bin.
  • Bila azadiya beyan û azadiyên civaka sivîl bêsansor û bêkontrol kirasekî demokrasiyê bikine ber bejina xwe.
  • Rêz û hurmetê ji mafên rastîn ên milyonha kurdên ku li bakurê Xorasan, Tehran û deverên din yên Îranê dijîn, bigirin.
  • Di rewşekê de ku tenê ji sedî 17 hemû nifûsa Îranê kurd in û li wilayetên Ûrmiye, Sine, Kirmaşan, Loristan û Îlamê ne, lê di 40 salên temenê tije tevkujî, asîmîlasyon û îdamê yê komara Îranê de zêdetirî ji sedî 50 kesên hatine îdamkirin şoreşgerên kurd bûne. Ev rewş tê çi wateyê? Aya hûnê bikarîbin daxwazên kurdan yên dîrokî dîsa li ber çav negirin?
  • Êdî bila zext û zordariyên li ser civaka kurdên sûnnî, yaresan û xwedî baweriyên din bê dawiyê. Êdî bes e zext û zordariyên kor û kuştinên veşartî û bêdawî.
  • Nêrîna siyasî a rejîma îslamî a Îranê li ser kurdan tim bi serkût, tevkujî û bêrêzî bi hebûna wan a civakî, siyasî û fîzîkî bûye. Ew gelek bihêsanî kesên kedkar û xelkê sivîl li Kurdistanê dikujin. Kesên ku xwe insan dihesibîn nabe ku di vê rewşa han de bibine ava aşê hikûmeteke dîktator û dijber li hemberî daxwazên demokratîk û mirovane.
  • Ew kesên ku şehîd dibin û bi erzaniyeke bêmînak di hemû cihanê de dawî bi jiyana wan tê, nabe dayîk, bab, bira, xwîşk û hemû civak di xema ji destçûyîna wan de karê xwe bikene girî, zarî û nale-nal. Tenê rêya takane ku dikare dawî bi vê rewşê bîne ew e ku li hemberî zalim û cinayetkarên desthilata rejîma îslamî li ber xwe bidin. Dengê xwe bilind bikin û nasnameya cinayetên komara îslamî baştir û bi belgeyên heyî bi raya giştî a cihanê bidin nasandin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar