Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji Ma Muzîkê projeyeke nû

Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017’an de li Amedê bi şîara ‘Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk’ starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA’yê, Orkestraya Zarokan a MA’yê, Orkestraya Jinan a MA’yê û Orkestraya MA’yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist, piştî projeyên xwe yên ‘Bi rêbazên afirîner perwerdehiya muzîkê mirov dikare çawa bide zarokan’ , ‘Ji bo herkesê muzîk, li her derê muzîk’ , ‘Me ji stranan pirek ava kir’ dest bi amadekariyê projeya ‘Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan’ kir.

Ji bo derbaskirina pirsgirêkên xwe yên aboriyê akademiyê mîna her sê projeyên xwe yên destpêkê ji bo vê projeyê jî serî li projeya ‘Ji Bo Çandê Qad’ (Space of Culture) ya Enstîtûya Goethe ku sefaretxaneyên Swêd, Holanda, Fransa û Almanyayê piştgirî didinê da. Serlêdana akademiyê hat qebûlkirin. Di pirtûka ku çarçoveya projeya di 1’ê hezîranê de dest pê kir de ji bo keman û piyanoyê dê metodên kurdî cih bigirin. Tê plankirin projeya ku ji bo kurdî xwediyê taybetmendiya yekemîn e di meha mijdarê de bê temamkirin.

Dest bi amadekariyan kirine

Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê projeya ku amade dikin de axivî.

Kanîwar diyar kir ku ji bo projeya xwe dê metodên kemanê û piyanoyê amade bikin û wiha got: “Taybetmendiyeke van metodan heye, di cîhan û dîroka muzîka kurdî de cara yekem bi newayên kurdî ji bo piyano û keman dê metod bên hazirkirin. Niha me bi dest amadekariya projeyê kiriye. Muzîkjenê kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê bi telekonferansê beşdarî amadekariyan dibe. Piyanîstê bolîvyayî Sergio Escalera ku ev çar sal in em bi hevre dixebitin ji Portekîzê bi telekonferansê tev li dibe. Ji Ma Muzîkê jî ez û mamosta Ramim tev li dibin. Hefteyê carekê bi awayekî sîstematîk em bi telekonferansê civînên xwe li dar dixin. Em difikirin ku di meha mijdarê de pirtûka me çapkirî be û li hemû sazî û dezgehên ku karê muzîka kurdî dikin belav bikin.”

Melodî ji sê zaravayên kurdî ne

Kanîwar da zanîn ku bi giştî 11 kes di projeyê de cih digirin û ev tişt anî ziman: “Hinek tenê nota dinivîsin, hinek heval stranan di hilbijêrin. Wê hinek kes mîzanpajê bikin. Wergêr dê werin kirin. Zimanê pirtûkê bi zaravayê kurdî kurmancî ye. Tekstên wê dê bi kurmancî bin lê melodî wê bi zazakî, soranî û kurmancî bin. Hejmara stranan hêj nediyar e. Rast e stranên ji bo keman û piyanoyê hatine nivîsandin hene. Lê mixabin wek metod ji sedî sed kurdewar be û ji nav newayên kurdî hatibin girtin heta niha nehatine amadekirin. Ji bo wê jî ev berhem dê bibin yekem berhem û ew ê rê li pêş ciwanên nû vekin ku karibin van metodan dewlemendtir û xurttir bikin. An ku dê di asta cîhanî de metodên fêrkirina piyano û keman dê bên amadekirin.”

Her wiha Kanîwar got ku ku ger derfet guncav bin dema projeya wan bi dawî bibe dê konserekê li dar bixin, lê ji ber şewba vîrûsa koronayê ev ê ne pêkan be û projeya xwe li ser platformên dijîtal parve bikin.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar