Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji malbata penaberê binçavkirî fîdyeyê dixwazin

Penaberê bi navê Îsam Haciaramadan 13 roj berê li Qoserê hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin. Malbata Haciramadan got ku kesek li xizmên wan geriyaye û jê re gotiye “Di destê îstîxbaratê de ye” û fîdyeyê ji wan dixwazin.  

Polîsên dewleta faşîst a tirk penaberê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsam Haciramadan di encama serdegirtinên malan ên di 14’ê cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê binçav kirin û 13 roj in tu agahî jê nayên girtin. Piştî binçavkirinê, ji malbata Haciramadan re hate gotin ku şandine “Navenda Paşveşandinê ya Rihayê (GGM).” Lê belê GGM’a Rihayê ji parêzerên malbatê re got ku radestî wan nehatiye kirin.

Hevjîna Haciramadan, Necbîr Haciramadan diyar kir ku tevî hemû hewldanên wan jî tu encam bi dest nexistine. Haciramadan, wiha domand: “Em hem Mêrdînê hem jî li Rihayê lê geriyan. Parêzer digere lê em tu encaman bi dest naxin. Em biçin ku derê ji me re dibêjin; ‘li vir nîne’. Em dixwazin cihê wî hîn bibin. Di dema binçavkirinê de polîsan gotin dê bibin qereqolê. Lê dema em çûn qereqolê, em hîn bûn ku li wir nîne. Gotin, birine Mêrdînê û em çûn wê derê. Li wir jî gotin li vir nîne. Em dixwazin cihê wî hîn bibin û pê re biaxivin. Ev 10 sal in em li vir in. Tu pirsgirêka me bi tu kesekî re nîne.”

‘Li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye’

Birayê Îsam Haciramadan, Suleyman Haciramadan jî destnîşan kir ku birayê wî 10 sal in li Qoserê dijî û ev tişt anî ziman: “Jixwe re kargehek vekiriye û bi wê mijûl e. Wesayîta xwe firot, amûrên li kargeha xwe vala dikir û dixwest vegere Dirbêsiyê. Lê di 14’ê cotmehê de hate binçavkirin û tu agahî jê nayên girtin. Gumanên me hene ku kekê min di destê îstîxbaratê de be. Hinek kesên ku em nas nakin, li malbata jinbiraya min geriyane. Jê re gotine ku li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye, dikarin ji wir derxînin, ji bo vê pêdivî bi gelek pereyan heye, heke pere were dayîn dê bikarin bînin malê. Gotine ku teqez li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye. Lê di destê kekê min de tenê wesayîta wî û tiştên wî yên di kargehê de hene. Heta ku wan jî nefiroşe, tu pereyê wî nîne bide kesekî.”

Piştî çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya di 1’ê cotmehê de, di 3’yê cotmehê de li Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Kayserî, Isparta, Balikesîr, Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Kocaelî û Amasyayê 55 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Yek ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin jî Îsam Haciramadan bû.

Berê jî binçavkiribûn û serbest berda bûn

Ji binçavkiriyan 4 jê piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan û 51 kes jî di 6’ê cotmehê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji van kesan 32 jê piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û 19 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, ji 19 kesan ji bo 18’an biryara girtinê da.

Haciramadan û 35 kesên din ên hatin berdan, şandin GGM’a Rihayê. Her 35 kes jî bêyî daxwaza wan, di 9’ê cotmehê de hatin dersînorkirin. Piştre derket holê ku bi darê zorê formên “Vegera dildarî” bi penaberan dane îmzekirin.

Îsam Haciramadan (44) ku ji Dirbêsiye ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, hat dersînorkirin. Haciramadan, di 11’ê cotmehê de dîsa sînor derbas kir û vegeriya cem malbata xwe ya li Qoserê. Di 14’ê cotmehê de dîsa bi ser mala wî de hate girtin û hate binçavkirin. Haciramadan birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê û jê re hate gotin ku şandina GGM’a Rihayê. Lê GGM’ê got ku radestî wan nehatiye kirin.

Ji roja binçavkirinê heta niha tu agahî ji Haciramadan nayên girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar