Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Ji Maloca Înternatîonale heta NY’ê rapora dagirkeriyê

Maloca Înternatîonale têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de diqewimin, rapor pêşkêşî CPT’ê kir û bal kişand ser sûcên şer ên dewleta tirk û çeteyên wê.

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya Li dijî Cezakirinê yan jî Kiryarên Biçûkxistinê, yan jî Li Derveyî Mirovahiyê û Zalimane yên Din û Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), 8’ê tîrmehê destpê kir û wê heta 26’ê tîrmehê dewam bike. Di çarçoveya van rûniştinan de hîn jî têkildarî sûcên dewleta tirk li qada navneteweyî xebat tên meşandin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên di bin sîwana NY’ê de xebat dimeşînin, raporan pêşkêş dikin.

Rûniştinên der barê mijarê de dê di 17-18’ê tîrmehê de werin lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên raporê didin rûniştinê têkildarî Tirkiyeyê, wê beşdar bibin. Di rûniştinê de wê pirs ji Tirkiyeyê bên kirin.

Maloca Înternatîonale rapor pêşkêşî van rûniştinan kir û bal kişand ser polîtîka û êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta tirk li ser xaka Sûriyeyê dimeşîne.

Di raporê de hat diyarkirin ku dewleta tirk mudaxilê şerê li Sûriyeyê bûye û sedemê vê yê esas jî ew e ku bandora kurdan a li herêmên nêzî sînorê xwe kêm bike. Di raporê de ev tişt jî hat gotin: “Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, operasyonên leşkerî yên cur be cur da destpêkirin. Di van operasyonan de herêmên di bin kontrola kurdan de hatin hedefgirtin. Ev operasyon bûn sedem ku nifûsa kurd di rêjeyeke girîng de ji cihên xwe bibin, binesazî texrîb bibe û gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin.”

Di raporê de hate destnîşankirin ku têkildarî sûcên şer ên li herêmên dagirkirî hatine kirin, roporên piştrastkirî hene û ev tişt hat diyarkirin: “Komên Sûriyeyî bi piştevaniya Tirkiyeyê gelek kiryarên weke êşkence, înfaz û revandina sivîlên kurd pêk aniye, têkildarî van sûcên şer raporên piştrastkirî hene. Hêzên Tirk piştgiriyê didin van koman û carnan jî rasterast bi xwe koordîne dikin. Van koman ji bo Kurdên li van herêmên rewşeke tirs û bêewle ava kiriye. Çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, bandorên giran li mirovan kiriye. Bi hezaran Kurd neçar mane ku malên xwe biterikînin û ev jî bûye sedemê krîzeke koçberiyê.”

Di raporê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li herêmên dagirkirî tên pêkanîn, wezîfeya xwe bi cih bînin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd li Tirkiyeyê û di encama kiryarên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê de, rû bi rûyê zehmetiyên cidî û binpêkirinên mafên mirovan dimîne. Divê ev pirsgirêk bên nirxandin û civaka navneteweyî divê hesab bipirse. Divê alîkariya mirovî bê pêkanîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, hewldaneke hevpar bê raberkirin.

Operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêk anîn, bûye sedem ku Kurd bi zorê ji cihên xwe bibin. Mirov bi xetereya êşkence yan jî muameleya xirab re rû bi rû dimînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar