Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji Medyaya Îranê ji bo Erdogan: Kêmaqil, 15’ê tîrmehê ji bîr neke

Medyaya Îranê li dijî helbesta Erdogan a li ser Bakuyê helwest nîşan da û Erdogan bi 'dîroknezaniyê', 'bicihkirina ajandaya Îsraîlê' tawanbar kir. Her wiha medyaya Îranê şeva hewldana darbeya 15’ê tîrmehê jî bi bîr xist

Navenda Nûçeyan

Li dijî helbesta ku serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan li paytexta Azerbeycanê Bakuyê xwendî ji Îranê helwest tên. Ev gotinên Erdogan îro rojeva sereke ya çapemeniya Îranê bû.

Helbesta ku Erdogan xwendî yekkirina sînorên Azerbeycan û Îranê vedihewand, li ser van gotinan Îrane bi asteke zêde helwest nîşan da.

Wezareta Karê Derve ya Îranê nota da sefareta tirk û ragihand ku ew ji Tirkiyeyê ‘daxuyaniyeke lezgîn’ dixwazin.

Çapemeniya Îranê li ser van gotinên Erdogan got ‘dîroknezan’, ‘bicihanîna ajandaya Îsraîlê’ û her wiha rola Îranê ya di darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an de jî bi bîra Erdogan xistin.

Rêveberê Weşana Giştî ya rojnameya Keyhanê Huseyîn Şerîetmedarî di nivîsa xwe de wiha got: “Erdogan ji bo ku xwe bi DYE, Îsraîl û Siûdî şîrîn bike ketiye nav dîroknezaniyê. Pirsgirêka Erdogan ne ku hay ji rûdanên dîrokî nîne, berevajî pirsgirêka wî ya sereke kêmaqilî û famkoriya li ser siyasetê ye. Heke bi qasî serê derziyê aqilê wî hebûya wê ev xala aşkera fêhm bikira.”

Rojnameya Eftekarê jî li dijî Erdogan nivîsî û ev tişt diyar kir: “Ev gotinên bi dîroknezanî yên li welatekî duyan li dijî welatê sêyan û mijarên hesas nikarin bibin mijara helbestan.”

Rojnameya Cumurî Îslamî ya bi ser Hîzbûllaha Îranê protestoyên li Tebrîzê yên dijî tirk kir manşet, rojnameya Etfabê jî ev protestoyên dijî tirk kir manşet û wiha got: “Li dijî gotinên Erdogan ku li Bakurê yekbûna xaka Îranê kiriye hedef, gelek derdor banga boykotkirina malê tirkan dikin.”

Rojnameya Xorosê sembolên dijî dewleta osmanî li ber xwe didan kir manşet, rojnameya Armanî Milî ya reformîstan jî got divê Erdogan ji Îranê û gel lêborînê bixwaze.

Rojnameya Armanî Milî di ser çalakiyên Tebrîzê re got postera bi nivîsa ‘Erdogan, darbeya 15’ê Tîrmehê ji hişê xwe dernexe’ kir wêne nûçeyekê.

Gelek qenalên televizyonên Îranê jî gotin Îranê 15’ê tîrmehê Erdogan xilas kirin, ajansa nîv fermî ya Îranê Tesnîmê jî di ser hewldana darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an re peyam da Tirkiyeyê.

Rojnameya Wetenî Emrûz jî diyar kir ku gotinên Erdogan ajandaya Îranê ye û wiha got: “Bersiva herî mezin a ji bo Erdogan wê tolhildana ji Îsraîlê be.”

Her wiha rojnameya Tehran Tîmesê ku bi îngilîzî weşanê dike bi tirkî peyam da Tirkiyeyê û wiha got: “Her gotinek cihêkî xwe heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar