HDP’ê li navçeya Midyad a Mêrdînê yekemîn buroya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina buroyê de parlamenterê HDP’ê got ku di 31’ê adarê de ew ê ji zilimkaran hesab bê pirsîn
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê di çarçoveya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, bi tevlêbûna namzetên hevşaredariyê bi girseyeke mezin yekemîn buroya hilbijartinê li navçeya Midyad a Mêrdînê vekir.
Ji bo vekirina buroya hilbijartinê karwaneke wesayîtan ku ji parlamenter, endam, rêveber û namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Mêrdînê pêk dihat ji navenda bajêr derbasî Mîdyadê bûn. Karwanê HDP’ê ji aliyê jin û ciwanan ve bi tilîlî, dirûşm û coşeke mezin ve hatin pêşwazîkirin. Piştî ku karwanê wesayîtan li navenda navçeyê tûr avêt û ji bo vekirina yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Mêrdînê, li taxa Cumhuriyetê kom bûn.
Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê de parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, namzetên hevşaredariya Midyadê Havva Balci û Osman Demîrcî û navmzetên hevşaredariyê yên navçeyên din jî amade bûn. Buro bi coşeke mezin hate vekirin. Dayikên Aştiyê qurdeleya buroyê birîn û bi tililî û dirûşman ketin hundir.
Roja hesabpirsînê
Di merasîmê de namzeta hevşaredariya Şaredariya Midyadê Havva Balci axivî û soz da ku dê navçeyê bi gel re bi rêve bibe û vîna gel tev li vîna şaredariyê bike. Parlamenter Tuma Çelîk jî got ku 31’ê adarê ne tenê roja dengdana HDP’ê ye, di heman demê de roja şikadina tecrîda li ser Tirkiyeyê ye jî. Çelîk got divê di 31’ê adarê de hesab ji zilimkaran bê pirsîn. MÊRDÎN