Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Mêrdînê peyam: Em ê serî li ber we netewînin

Ji bo protestokirina biryara tayînkirina qeyûman, li Dêrik a Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku gelê kurd dê tu caran qeyûman qebûl neke û serî netewîne

Nobeda Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Mêrdînê, di roja 39’emîn de li navçeya Dêrik a Mêrdînê dewam kir. Çalakiya nobedê ya dibin dorpêça polîsan de dest pê kir, bi berzkirina tililî û stranan berdewam kir.

Di çalakiyê de hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak daxuyaniya nivîskî ya ku der barê danişîna hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku dê sibê bê dîtin de hatibû amadekirin, xwend. Amak anî ziman ku dewletê bi vê yekê re li dijî siyasetmedarên kurd, şoreşger û derdorên muxalîf peyama berfirehkirina zextan daye. Amak destnîşan kir ku wan jî ev peyam girtiye.

‘Dê têkoşîn bê mezinkirin’

Amak daxuyanî wiha domand: “Me jinan jî ev peyama desthilatdariya serdest a zilam girt. Em ê li dijî vê, têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Ev peyam dê bibe sedema mezinkirina têkoşîna hevpar û piştevaniya jinê.”

‘Em ê serî netewînin’

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî axivî û got ku vîna gelê kurd ev 39 rojin tê xespkirin. Taşçier bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman re pirsgirêkên cidî derketine û wiha bi dawî kir: “Sê sal berê jî qeyûm hatibûn tayînkirin. Bi biryara wezîrê karên hundir careke din qeyûm tayîn kirin. Şaredariyên me yên bêdeyn, di bin deynan de hiştin. Israra me ya di avakirina welatekî demokratîk de dê bidome. Em ê tu caran qeyûman qebûl nekin û heta dawiyê têbikoşin. Em ê serî netewînin.”

Daxuyanî û çalakî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Zext dê nekarin me têk bibin’ bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar