Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Ji Mexmûriyan banga lezgîn!

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver ji bo Mexmûrê bang kir; “Iraq ketiye bin bandora siyaseta dewleta tirk û PDK’ê û dixwaze dijî xelkê me zextê bikarbîne. Divê çi kurdek li kuderê be, ji bo Mexmûrê rabin serxwe û xwedî li vê îrade û berxwedanê derkeve.”

Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî( Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê siharê ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Bêwar Unver derbarê hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina wargehê û hevdîtina bi şandeya Iraqê re kirî bû axivî û got;

Bêwar Unver destpêkê diyarkir ku qasî du salane hikûmeta Iraqê hewl dide derdora wargehê dorpêç bike û wiha pêde çû; “Em weke gelê Mexmûrê wesan dibînin ku ev buyerek siyasiye. Ji ber qasî 30 salin em penaberin, me gelek wargeh guhertine, nêzikatiya niha ya hikumeta ıraqê li ser daxwaza dewleta tirk pêktê. Dixwazin xelkê wergehê dibin ambargoyê de bihêlin û îradeyê teslîm bigrin. Gelek caran di hevditînan de rayedarên Iraqê didin xuyakirin ku nêzikatiyên wan li ser daxwazên PDK û dewleta tirkiyê ne.”

‘Helwesta xelkê Mexmûrê zelale û em van nêzîkatiyan qebûl nakin’

Unver behsa helwesta xelkê Mexmûr ya dijî vê hewldanê dike; “Qasî 30 salin me weke wargeh hertim li hemberî PDK’ê û dewleta tirk li hember xwe daye. Me sernizmî çokdanîn, bê îradekirin tucarî qebul nekiriye. Ji xwe ji ber wê 30 sale em penaberin. Ev zextên dikin jî bi heman armancê dikin. Helwesta gelê wargehê jî weke çandek berxwedanê ye. Ev çanda berxwedanê ya hemberî PDK û dewleta tirk û aliyên Iraqê jî, disan bi biryardarî dewam dike.

Danê siharê hatin, çawa hatin gel jî bi hemu hêza xwe daketin kolanan û pêşiya wan girt. Ev helwesteke zelale, gelê wargehê vê zextên ku ser daxwaza dijminê kurdan dikin, qebûl nake. Emê beramberî Iraqê jî têkoşîna xwe raber bikin.”

Bêwar Unver di dewama axaftina xwe de behsa hevîtina bi rayedarên Iraqê re kir û got; “Naveroka hevditinê, têlkirin bû. Hemû mijarên wargehê bi vê ve girêdidin. Ji 2014’an ve Iraq û saziyên sivîl pişta xwe dane me. Tu aliyan de pêşwaziya jiyana me nekirine. Bi salane nêzîkatiyên durî pîvanên hikûmetê li hemberî vê wargehê raber dikin, tu pirsgirêkek çareser nekirine. Hemu bi mijara têlkirin û kule danînê ve girêdane. Dibêjin ger em têl bikin, wê pirsgirêkên we çareser bibin. Lê ev ne rastin û berovajîne. Iraq ji bo têlkirin û kuledanînê israr dike.

Em jî weke xelkê Mexmurê hertim bi guftugoyan pirsgirêkan çareser dikin. Pêwîstî bi hêzek zêde ya Iraqê nîne, bi cep û cebilxane hatine ser jin û zarokan, em vê rast nabînin.”

‘Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî dijminane ye’

Bêwar Unver ragihand ku Neteweyên Yekbûyî bêdengiya xwe diparêze û got; “Niha diyare nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî jî weke ya wane, ji ber ku bêdengin. Gelek caran li wargehên din jî dema hêzên çekdar êrîşî wargehê dikin, xwe bêdeng dikirin û xwe ji wargehê dikêşandin. Nêzîkatiya NY ne li gorî pîvana wane, durî wê ye. NY dibêje mafê penaber, mafê mirov û penberên siyasî, lê niha hikûmetek bi hêzek mezin hewl dide zext li xelkê bike. Gefa lêdan, belavkirin û kuştinê dike, lê NY di holê de nîne. Siyaseta NY jî bi vê nêzîkatiyê ve girêdaye. Ew jî ketine bin bandora vê siyaseta xêrnexwaz. Em bang li NY û saziyên sivil dikin û dibêjin, ew berpirsên vê wargehê ne, madem berpirsin bila bên bi Iraqê re biaxivin û rola xwe bilîzin.

‘Weke gelê Wargehê tiştekî em winda bikin tune!

Weke wergeh tiştek em winda bikin tuneye, dîrokek tije berxwedan û tije şehid heye. Bi sedan kes bune qurbanî û em hê jî qurbaniyan didin. Ê winda bikin û lekeyek reş pêve bibe hikûmeta Iraqê ye. Di warê mafê mirovan û demokrasiyê de wê hikûmeta Iraq  reş bibe.

Wek gel me ji wan re got nêzikatiyek çêbibe, ew bi xwe berpirsyarin. Em bang li Iraqê dikin ku ser rêyek şaşe, ev nêzîkatî ne li gorî mêvanperweriyê ye. Bi tehdit û zextan tiştek çareser nabe. Gelê me tevî baran û hewayê jî li qadane û ber xwe dide.”

Banga lezgîn

Unver di dawiyê de ev bang kir; “Divê hemu Kurd xwedî li berxwedana Mexmûrê derkevin. Divê li her derê her kurdek li vê îradeya Mexmûrê xwedî derkeve. Li hemu welatên Ewrupayê dikarin dakevin qadan û biçin ber derê saziyên NY. Dengê me ragihînin her derê. Em bang li partiyên siyasî û kesayetan, parlamenter û rojnamevanan dikin, erkek mezin li ser milê wane û divê xwedî li pîvanên mirovahiyê derkevin.

Divê NY û Iraq dev ji vê nêzîkatiyê berdin werin vî gelî guhdar bikin. Iraq hewl bide zext karbînin, ji bo vê divê gelê me li her derê rabe ser xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar