Li Tirkiyeyê nepejirandin û cudakariya li dijî kurdan û zimanê wan her roj bi awayek din xwe dide nîşandan. Ji ber kurd bi kurdî diaxivin tên kuştin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Dibistan û komeleyên ziman tên girtin. Ji ber ciwanên kurdî stranan dibêjin bi êrîşan re rû bir û dimînin û heta tên kuştin. Kurd dixwazin şîrketên operatorên telefonan bi kurdî xizmetê bidin lê bes Turk Telekom bi rehetî ji dayikekê re dikare bêje ‘divê tu ya bi tirkî yan jî bi erebî biaxivî’ û vê yekê lê ferz dike û destûrê nade xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Ev gişt di rojevê de cihê xwe digirin.
Bajarê Mêrdînê ku bi dîroka kevnare, xweşî û bajarê ziman û baweriyan tê zanîn gelek netew bi hev re li vî bajarî dijîn. Ji sedî 65 nifûsa Mêrdînê ji kurdan pêk tê û her wiha ereb, suryanî, ermen, tirk, tirkmen û baweriyên wek misilmanî, xirîstiyan û êzidatî lê heye. Lê belê bi salane sepanek heye ev sepan jî cudakariya li dijî kurdan dide nîşandan û aşkera radixe ber çavan.
Tenê bi erebî û tirkî heye
Li navçeyên Artûklû, Stewr, Rişmil, Mehsertê û Midyadê dema ku welatî jiyana xwe ji dest didin ji mînareyên mizgeftan tenê ragihandinên bi zimanê tirkî û erebî tê kirin û derbarê wî/wê miriyê de agahî tên dayîn. Her wiha piştî selatan jî tenê bangên bi tirkî û erebî tên kirin.
Li van navçeyan bi piranî nifûs kurd in jî lê li gel vê yekê jî bi zimanê kurdî bang nayê kirin û cih nadinê.
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Dêrik û Kerboranê jî ku nifûsa wan ji sedî 80’ê kurd in dema piştî selatên tên xwendin tenê bi zimanê tirkî bang tê kirin.
Rayedarê miftîtiyê: Em nizanin
Têkildarê mijarê de Ajansa Mezopotamyayê li Miduriyeta Ayînzan (Miftîtî) a Mêrdînê geriya û ji wir rayedarek diyar kiriye ku ji Serokatiya Karên Diyanetê di mevzûatê de dê çawa sela werin xwendin hatiye diyarkirin û wiha gotiğe: “Xwendina selatan ne bi darê zorê ye. Wek kevneşopiyekê ye. Lê tenê bi du zimanan têrê nake. Di mevzûatê de jî nehatiye diyarkirin ku wê piştî xwendina selatan bangên tên kirin, tenê bi du zimanan be. Lê çima cih nadin kurdî em nizanin.”
‘Ji ber nijadperestiyê ye’
Mele Mihemed Oncu jî diyar kir ku selat bi dînî ne mecbûrî ye lê weke kevneşopiyek tê dewamkirin û wiha got: “Bi selat û bang bi erebî û tirkî tê xwendin lê çima bi kurdî nayê xwendin? Ev jî nijadperestiya wan dide nîşandan.”
Oncu destnîşan kir ku nêzîkatî û helwesta ku kurmancî pêre hevrû maye ne nû ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Seranserî dîrokî pirsgirêka herî mezin a kurdan ew e ku zimanê wan hatiye qedexekirin. Dixwazin ku kes bi kurdî neaxive, nenivîsine û kurmancî neynin ziman. Dixwazin ku her kes bi tirkî biaxive. Di dîn de nijadperestî nîne. Zimanê gelê kurd mafê wan herî sereke û xwezayî ne. Kes nikare vê qedexe bike.” MÊRDÎN