Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng

Di civîna MYK ya DEM Partiyê ya dawî de biryar hat dayîn ku kampanyaya “Nan û Edaletê” bê destpêkirin û ji bo “Tifaqa Demokrasiyê” komîsyon bê avakirin.

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  di 26’ê hezîranê de li navenda giştî civiya. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di civîna MYK’ê de yek ji rojevên sereke bû tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di civînê de hat destnîşan kirin ku tecrîd dikare “bi rêbaza têkoşîneke bibiryar were rakirin”. Bêedaletiyên di her qada jiyanê de hene hatin nîqaşkirin, ji bo ku bêedaletî ji holê rabe nîqaş hatin kirin ku bi hemû hêzên demokrasiyê re têkoşîneke hevpar bê meşandin.”

Krîza aboriyê bû yek ji rojeveke girîng a din a civînê. Di civînê de biryar hat dayîn ku zema li mûçeyê kêmtirîn, mûçeyê teqawîdan û bandora krîza aborî di serdema pêş de di nava rojevên sereke yên partiyê de bin. Di MYK’ê de biryar hate dayîn ku di vê mijarê de bi navê “Nan û Edalet” starta kampanyayekê bê dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de di serî de karker û kedkar dê xwe bigihînin her derê.

Di çarçoveya kampanyayê de dê li Mêrdînê “Mitînga çandiniyê” bê kirin. Biryar hate dayîn ku dîroka mitîngê pişt re were diyarkirin.

Di civînê de kuştina 7 jinan a di rojekê de jî hat rojevê. Bal hat kişandin ku êrîşên li dijî jinan her ku diçin zêde dibin û hat diyarkirin ku divê li dijî vê li gel rêxistinên jinan têkoşîn were mezinkirin.

Têkildarî rêxistinkirinê hin biryar hatin girtin. Li gorî vê ewilî di 13 îlonê de Konferasna Rêxistinkirina Jinan dê bê kirin. Pişt re di navbera dîrokên 14 û 15’ê îlonê de Konferansa Rêxistinên Navendî dê bê kirin. Ji bo konferansê di demekî kurt de dê li bajarên ku partî lê bi rêxistine, xebat bên meşandin.

Biryareke din a girîng ku di civînê de hat girtin jî bû têkildarî Dibistanên Partiyê. Li gorî biryara hat wergirtin dê di vê çarçoveyê de dê rêziknameyek were amadekirin. Ev rêzikname dê pişt re pêşkeşî pejirandina Meclisa Partiyê (PM) bê kirin. Her wiha, eger PM rêziknameyê qebûl bike, wê yekîneyên îdarî, hiqûqî û îstihdamê yên partiyê, ji bo diyarkirina avahiyên ku dibistan lê bên vekirin û perwerde bên dayîn, bikevin nava tevgerê û eger hebin wê kêmasî werin sererastkirin. Heke ev kêmasî ji holê bên rakirin dê dibistanên partiyê di meha îlonê de bên vekirin.

Di civînê de nîqaşên “tifaqê” jî hatin meşandin. Hat destnîşankirin ku ji bo “Tifaqa demokrasiyê” divê xebat bên meşandin. Her wiha biryar hat dayîn ku MYK di pozîsyona ku dê piştgiriyê bide van xebatan de ye û ji bo ev xebat bên lezandin dê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi xwe hevdîtinan bikin. Dîsa biryar hat dayîn ku komîsyoneke têkildar were avakirin.

Di civînê de encamên şewata di şeva 20’ê hezîranê de li Amed û Mêrdînê derket bi demekî dirêj hat nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku ji ber bi taybetî zarokan di vê pêvajoyê de zirarên cidî girtin ji bo ev zirar bi awayekî bilez ji holê bên rakirin Komîsyona Zarokan a partiyê bikeve nava liv û tevgerê. Komîsyon dê bi rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê re di nav têkilî û piştevaniyê de be.

Di civînê de planên salvegera komkujiyên Madimak û Çorûmê hatin axaftin. Ji bilî vê têkildarî salvegera kuştina Vedat Aydin û Alî Îsmaîl Korkmaz plan hatin kirin.

Komîsyona Astengdaran dê di navbera 11 û 14’ê tîrmehê de li Amedê panelekê li dar bixe. Biryar hat dayîn ku MYK di 13’ê tîrmehê de bi boneya salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyekê bide.

Wekî din, biryar hat dayîn ku civîna Koordînasyona Jinan a di navbera 12-14’ê tîrmehê de li Îzmîrê bê lidarxistin. Di dema pêş de jî ji bo rojevên girîng plan hatinkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar