Li Sêrtê coşeke mezin ji bo namzetên HDP’ê heye. Polis ji niha ve li hemberî vê coşa ji bo HDP’ê matmayî mane û di navbera xwe ev tişt dibêjin: “Bi Xwedê divê mirov van mirovan pîroz bike, li gel ewqas zilm û zordariyê jî bê tirs derdikevin qadan û piştgiriya xwe ji bo partiya xwe tînin ziman.”
Sêrt bajarekî biçûk ê herêma Botanê ye. Weke bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Êlih, Mêrdîn, Riha û Mûşê, li Sêrtê jî ereb hene û bi gelê kurd re di nav aramiyê de dijîn. Her wiha li bajêr gelek eşîrên koçeran jî hene. Piraniya koçeran ji ber polîtîkayên dewletê yên li hemberî xwe dev ji koçeriyê berdane û hatine li navenda bajêr bi cih bûne. Erdnîgariya Sêrtê erdnîgariyeke çiyayî ye, fistiq û hinar lê digihijîn. Her wiha li gel hilberîna fistiq û hinaran, hilberîna hingiv jî tê kirin. Di aboriya bajêr de ev her sê berhem cihekî girîng digirin.
Di hêla siyasî de jî cara yekemîn şaredariyê Sêrtê di hilbijartinên sala 1999’an de dikeve destê DEHAP’ê. Piştî vê serkeftinê di hilbijartinên sala 2004’an de şaredarî dikeve destê AKP’ê. Di hilbijartinên sala 2009’an de ji destê AKP’ê dertê û careke din dikeve destê DTP’ê. Herî dawî jî şaredarî di hilbijartinên sala 2014’an de bi bi hevşaredariya Tûncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemîr ket destê DBP’ê. Desthilata AKP’ê di sala 2016’an de şaredariyê desteser kir û qeyûm tayînî şûna Bakirhan û Epozdemîr kir. Her dû hevşaredar jî hatin girtin. Piştî demekî Epozdemîr hat berdan û Bakirhan hê jî girtî ye.
Serê xwe şikand
HDP’ê niha jî ji bo ku pergala qeyûm a AKP’ê têk bibe û bi serkeve ji bo Hevşaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar wek namzet nîşan daye. Ji namzetan Kaçar koçer e û bandoreke mezin li dengê koçeran dike. Ji ber ku namzetê AKP’ê Alî Îlbaş jî eslê xwe koçer e, li Sêrtê reqabeteke mezin di navbera HDP û AKP’ê de heye. Lê li gel vê yekê jî eleqeya ji bo namzetên HDP’ê ji ya namzetê AKP’ê zêdetir e. Ji bo şopandina vê atmosfera hilbijartinê, em ji Êlihê derbasî Sêrtê bûn û eleqeya ji bo namzetên HDP’ê di cih de şopand.
Berî ku em derbasî Sêrtê bibin, beşdarî mitîngên Hezo û Misircê bûn. Otobusa HDP’ê dema ku li Hezoyê li serê axaftin dihat kirin, xera bû. Beriya ku axaftin bi dawî bibin, dildarê HDP’ê ajokar Yucel otobusê çêkir. Lê çi feyde piştî vê çêkirinê, otobus, li ser rêya di navbera Hezo û Êlihê de careke din xera bû. Li ser vê yekê ajokar Yucel otobusê kişand ofîseke petrolê û careke din dest bi sazkirina otobusê kir. Yucel ji bo ku me û otobusê bigihîne mitînga Misircê bi awayekî lez û bez xebitî. Ji ber vê lezandinê serê xwe li perçeyekî hesin ê otobusê xist û şikand.
Polîs matmayî man
Piştî vê serboriyê em saet derdora 15.00’an gihîştin Misircê û mitîngê dest pê kir. Hema bibêje misircî bi temamî daketibûn kolana ku mitîngê lê hat lidarxistin û Sezaî Temellî guhdar kirin. Piştî bidawîbûna mitîngê HDP’î di navbera xwe de axivîn û gotin ku cara yekemîne ku mitîngeke wiha girseyî li Misircê tê lidarxistin. Bi van gotinan re otobusa me şuxulî û em ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Di rê de şivanên li ber pez û karkerên ku di nav zeviyan de şitilê sebzeyan datanîn, bi nîşaneya serkeftinê otobusa HDP’ê pêşwazî kirin û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anîn ziman.
Bi vê piştgirî û kêfxweşiyê re em gihîştin Qada Demokrasiyê ku bi deh hezaran kes ji bo guhdarkirina axaftina Temellî lê kom bûne. Ji zarokên heft salî bigire heta kal û pirên heftê salî jî di nav girseya mitîngê de hene. Her wiha li gel vê beşdarbûnê kêf û coşeke mezin jî heye. Ev coş û beşdarbûn, polisan matmayî hişt. Li kêleka min polîsek zilam ji polîseke jin re dibêje ku bi Xwedê divê mirov van mirovan pîroz bike, li gel ewqas zilm û zordariyê jî bê tirs derdikevin qadan û piştgiriya xwe ji bo partiya xwe tînin ziman.
Ji bo serkeftinê ji Konyayê hatiye
Ji ber dema bidawûbûna mitîngê roja destpêkê dema min nema ku li nav bajêr bigerim. Piştî mitîngê rast e rast berê xwe da mala lê mam. Roja din dema ji mala lê dimam derketim, li Taxa Ûlûsê rastî jina koçer a bi navê Kumriye Îpek ku temenê wê derdora 70’yî de ye hatim. Dayika Kumriye bi şertekê ez wêneyê wê nekişînim bi min re axivî û bi hirs ev tişt got: “Hêviya min ji Xwedê heye roja hilbijartinê kesên dengê xwe nedin xwe û bidin Erdogan, destê wan ê diçe ser sindoqê jê bibe. Bi vê yekê heta emrê wan hebe diyar bin û her tim rezîl û riswa bin.” Her çiqas min xwest jî dayika Kumriye piştî van gotinan tiştek din negot û rêya xwe domand.
Li ser van gotinên dayika Kumriye ji bo ku namzetên hevşaredariyê re hevdîtin pêk bînim, min berê xwe da avahiya HDP’ê ya bajêr. Li avahiyê gelek kes hene û amadekariya çûyîna xwe ya Dihê dikin. Yek ji van kesan jî dayika Wecîde Bozan e ku ji bo bikaranîna dengê xwe ji Konyayê hatiye. Dayika Wecîde ku ji bo bikaranîna dengê xwe randevûya ji bo kişandina diranê xwe betal kiriye û hatiye, diyar kir ku heke nehatina dê wijdanê wê rehet nebûna û wiha got: “Min ê her tim xwe sûcdar hîs bikira, ji bo têkçûna pergala qeyûman dengek jî dengek e kurê min.”
Gefa darvekirinê xwarin
Piştî ku min bi her du namzetan re hevdîtin pêk anîn ji avahiya HDP’ê veqetiyam û berê xwe da sûka bajêr. Di têketina sûkê de li qeweyeke ku paşê min hîn kir a alîgirên namzetê AKP’ê ye rûniştim. Bi kesên qeweyê runîştîne re ketim sohbeta ku min bi darvekirinê tehdît kirin. Dema ku min li qeweyê têkildarî hilbijartinê û gotinên Erdogan ên der barê darvekirinê pirsan dikir, kesekî AKP’î ku eslê xwe koçer bû, hat nêzî min bû û bi van gotinan êrîşî min kir: “Bala min li te ye zimanê te gelek dirêj e. Bi îznî û qeweta Xwedê em ê bi ser bikevin û te û gelek kesên weke te zimanê wan dirêj, darve bikin.”
Li Sûka Helweciyan kalekî li ber derê dikana xwe rûniştiye û di ber xwe de strana ‘Lo Axayê’ dibêje. Min jî xwe li vî dengî girt û ber bi pê çûm. Bi silavdayinê re kalê rabû ser piya û xêrhatine min kir. Bi xêrhatinê re min hema pê re navê wî jê pirsî. Kalê Omer Nûrsaçan li ser pirsa min a têkildarî hilbijartinê, gumanên xwe yên axaftinê bi vê bêwijê anî ziman: “Dar û devî guhdar in, dost û dijmin bê jimar in.” Lê li gel vê yekê jî kalê Omer a dilê xwe bi awayekî zelal ji min aşkera kir û got ku înşela HDP bi ser bikeve.
‘Divê kes deng nede AKP’ê’
Li Sûka hedadan hedad Abdullah Demîrcî ku dasek di destê wî de ye û devê wê tûj dike, bi têjkirina devê dasê re pirsên min jî di bersivîne. Demîrcî destnîşan kir ku ji ber krîzê karê wan nabe û ev tişt gotin: “Kes weke berê nayê cem me. Weke her qada jiyanê krîzê bandorê li me jî kiriye. Em hatine wê astê ku nikarin êvarê loqek nan bibin nav zarokê xwe.” Demîrcî da zanîn ku ew girêdayî doza xwe ne û partiya wan HDP ye û wiha pê de çû: “Ji ber krîzê tenê jî mabe divê kes dengê xwe nede AKP’ê û bersiveke xurt bide wan. Mala me xera kirine. Êdî bes e.”
Bi çend welatiyên ereb ên ku bi çêkirina xalîçeyan re mijûl dibin re jî rûniştim. Welatiyên ereb ku heta niha dengê xwe dane AKP’ê bi awayekî aşkera anîn ziman ku ew di vê hilbijartinê de dengê xwe nadin AKP’ê û ji ber krîza heyî dê dengê xwe bidin HDP’ê. Welatiyên ereb destnîşan dikin ku li gel ku bi salan e dengê xwe didin AKP’ê jî tu xêrê jî AKP’ê nedîtine. Bi welatiyên ereb re ger û geşta me ya nav bajêr bi dawî bû. Niha jî em tev bi hev re nêrînên namzetên HDP’ê ku dê welatiyên ereb jî vê carê dengê xwe bidin wan bixwînin.
Bi dewletê re di peşbirkê de ne
Namzet Berîvan Helen Işik destpêka axaftina xwe qala jiyana xwe kir û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ferzkirina cerdevaniyê, di zarokatiya min de malbata min neçar maye ku koçî metropolên Tirkiyeyê bibe. Ji ber vê yekê heta demekê jiyana min li metropolên Tirkiyeyê derbas bû. Min li metropolan bi xebatên cîwanan dest bi xebatên siyasî kir. Berî ku bibim namzet jî serokatiya HDP’a Êlihê dikir.” Piştî vê kurtenasîna xwe Işik qala xebatên wan ên hilbijartinê kir û ev tişt gotin. “Em mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax digerin û xebatên dimeşînin.”
Işik destnîşan kir ku li Sêrtê krîza aborî û girêdayî vê yekê krîzên civakî, siyasî û derûnî jî hene û wiha got: “Ev krîz jî ji ber nêzikbûna desthilatê ya li hemberî gel derdikevin holê. Ji bo ku ser vê krîzê bigirin û rewşê normalîze bikin wezîrên AKP’ê jî li bajêr tevlî xebatên hilbijartinê dibin. Ji ber vê yekê em li bajêr bi dewletê re di nav pêşbirkekê de ne. Lê li gel vê yekê jî em li bajêr ji namzetên AKP’ê germtir tên pêşwazîkirin. Eleqeyeke zêde ji bo me heye. Mal, kolan û taxên ku em diçinê gel me hembêz dike û hezkirina xwe nîşanî me dide.”
Işik di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên civakî û jinan ên li bajêr û wiha pê de çû: “Li bajêr di aliyê çand û hunerê de hin pirsgirêk hene. Dever ango navendek tune ye ku ciwan aktîvîteyên xwe yên çandî û hunerî pêk bînin. Her wiha di hêla jinê de jî gelek pirsgirêk hene. Jin li vî bajarî bêkarin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê destpêkê navendeke çand û hunerê vebikin û ji bo jinan jî kooperatîf û atolyeyên jinan vebikin. Işik herî dawî got ku dê mal û perestgehên dirokî jî di resterasyonekê re derbas bikin û bi parêzin.”
Anket HDP’ê li pêş nîşan didin
Namzet Resûl Kaçar ku ji karmendiya tenduristiyê hatiye îxrackirin diyar kir ku ji ber ku Sêrtê û pirsgirêk wê baş nas dike, bûye namzet û wiha got: “Ji bo vîna gelê xwe ya hatiye desteserkirin careke din vegerînim û xizmetek baş ji gelê xwe re bikim, min vê berpirsyariyê girt ser milê xwe. Em ê di her aliyê de ji gelê xwe re xizmetê bikin.” Kaçar destnîşan kir ku li Sêrtê gelek eşîr hene û her eşîr ji bo xwe xizmetê dixwaze û ev tişt anîn ziman: “Divê hemû eşîr jî zanibin ku tenê ne ji eşîrekê dê ji bo hemû êşîran xizmet bên kirin.”
Kaçar da zanîn ku di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên dewletê bi hezaran kes ji gundan koçî navenda Sêrtê kirine û wiha pê de çû: “Ev yek bajarbûniyeke çelexwarî bi xwe re aniye. Her der bûne avahî û ji ber vê yekê xaka bajêr bênefes maye. Dema em bên sar kar di planên îmarê de guhertinan pek bînin û li gelek deverên bajêr ji bo bêhnvedanê dê parkan çêbikin.” Kaçar herî dawî têkildarî rêjeya dengê wan got ku wan qet anket çênekirine lê li gorî anketên ku AKP’ê çêkirine di seriya ji sedî 50’yî de deng digirin û bi hêsanî bi ser dikevin.”