Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji Nobeda Demokrasiyê: AKP û MHP neviyên Kenan Evren in

Li Amed, Wan û Mêrdînê gelek kes tevî zextên polîsan jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê li dar xist. Di çalakiyan de Darbeya 12’ê Îlonê jî hat bibîrxistin û ev peyam hat dayîn: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê berhema 12’ê Îlonê ne û neviyên Kenan Evrenin. Aqûbeta Kenan Evren çibe, dê ya wan jî heman be.”

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya ku li dijî biryara tayînkirina qeyûman li Amed, Mêrdîn û Wanê tê lidarxistin, di roja 25’emîn de berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Amed, Wan û Mêrdînê gelek kes daketin qadan û gotin ku dê rê nedin darbeya siyasî.

Bi vê boneyê li Amedê bi tevlêbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogullari, Semra Guzel, Mensûr Işik, Îmam Taşçier û nûnerên HDP’ê yên Karadenîzê, li ser Kolana Lîseyê ya Yenîşehîr a Amedê ku li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Beriya çalakiyê, qada çalakiyê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin.

‘Dest nedin îrade û bajarê me’

Lê tevî dorpêçê jî gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji hêla girseyê ve bi dirûşman hate pêşwazîkirin. Di çalakiyê de hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) li pêşiya Lîseya Ziya Gokalp pankarta ‘Dest nede îrade û bajarê me’ vekir û dirûşma ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’ berz kirin.  Di çalakiyê de endamên şaxên Komeleya 78’an ên Mêrdîn , Êlih û Amedê pankarta ‘Em darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê şermezar dikin’ vekirin û ber bi qada çalakiyê ve meşiyan.

Di çalakiyê de Lijneya Rêveberiya Komeleya 78’an têkildarî Darbeya 12’ê Îlonê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku travmayên darbeyê hê jî didomin û ji darbeyê heta niha gelên Tirkiyeyê di nava lîstikeke ‘şerê qirêj ê desthilatiyê’ de ne û nûnerê vê yê dawî jî AKP ye.

‘12’ê Îlon roja meşandina lîstikên qirêj e’

Piştre jî li ser navê girseyê hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axivî û ev tişt anî ziman: “Hedefa Darbeya 12’ê Îlonê di serî de kurd bûn. Îro 12’ê Îlonê ye. Roja meşandina lîstikên qirêj ên li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Lê zîhniyeta Kenan Evren têk çû. Berxwedana gelê kurd û zindanan di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîandin. Qeyûm, zîhniyeta înkarkirina gelan e. Dê zîhniyeta faşîst nekare gelê me di bin zextê de bigire. Dê sekn û îradeya me vê zîhniyeta ku ji Kenan Evren hatiye dewrgirtin têk bibe.”

Di çalakiyê de herî dawî jî endamê MYK ya Karadenîzê ya HDP’ê Huseyîn Taka û li ser navê MKM’ê jî derhêner Îlhamî Bakir axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman darbeyeke li dijî aştî û demokrasiyê ye. Hat gotin ku têkoşîna li dijî qeyûman, xizmeta ji demokrasiyê re ye.

 

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî di roja 25’emîn de bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û gelek welatiyan li ber avahiya HDP’a Rêya Armûşê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne vîna qeyûm, vîna gel’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û diyar kir di Darbeya 12’ê Îlonê de Kenan Evren û hevalên xwe li dijî çepgiran, demokratan, kurdan û rewşenbîran darbe kirin.

‘Aqûbeta Kenan Evren çi be dê ya van jî ew be’

Ozguneş bi lêv kir ku mirovên di wan rojan de di îşkenceyan re dihatin derbaskirin niha li ser pêyane û wiha domand: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê berhema 12’ê Îlonê ne û neviyên Kenan Evrenin. Aqûbeta Kenan Evren çibe, dê ya wan jî heman be. Em ê heta dawiyê li dijî wan têbikoşin û dê vê têkoşînê mezintir bikin.” Piştîaxaftinan jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û girse belav bû.

Çalakiya li Mêrdînê

Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê jî bi qedexeya polîsan ve dest pê kir. Polîsan nehişt ku çalakî li Parqa Karayollariyê bê lidarxistin. Li ser vê yekê jî çalakî li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay axivî diyar kir ku Darbeya 12’ê Îlonê îro bi darbeya qeyûman berdewam dike. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku AKP bixwe bûye darbekar û darbeyên 1’ê mijdarê, 4’ê mijdarê û 19’ê tebaxê tenê çend ji van darbeyan e. AMED-WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar