Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Ji Nobeda Demokrasiyê: Rêya çareseriyê ne şer, diyalog e

Li Amed, Wan û Mêrdînê di roja 48’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP-MHP’ê jî dê mîna hikûmetên berê nekare pirsgirêka kurd bi rêyên leşkerî çareser bike. Çalakvanan diyar kir ku Ocalan dikare şer bi dawî bike û rê li ber aştiyê veke. Çalakvanan daxuyand ku rêya çareseriyê ne di şer de lê bi diyalogê pêkan e

Di çarçoveya çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Amedê û şaredariyên Pasûr a Amedê û Qereyazi ya Erziromê de, li Amed, Wan û Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan di roja 48’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de bertek nîşanî tayînkirina qeyûman hat dayîn.

 

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê, li Kolana Lîse ya Yenîşehîrê bi tevlêbûna serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê, parlamenterê Demokratên Sosyal ên Parlamentoya Federal a Almanyayê Kîrsten Luhmann, Dayikên Aştiyê û gelek kesan  hat lidarxistin. Derhêner Çayan Demîrel û Platforma Sînema û Aştiyê ku ji Stenbol û Enqereyê hatibûn jî piştgirî dan nobedê.

Ameda azad, sînemeya azad

Çalakî bi stran û dirûşman dest pê kir. Piştre jî hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axivî û diyar kir ku tundiya li ser çanda kurdan didome. Piştre jî berdevkê Platforma Sînema û Aştiyê Bîngol Elmas axivî û piştgirî da çalakiya Nobeda Demokrasiyê. Elmas got; ‘Ameda Azad û Sînemaya Azad e.”

‘Ocalan ji bo aştiyê amade ye’

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan jî di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd dikare bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Bi rêyên leşkerî çareserî nabe. Tu kesî bi vê rêyê nekarî çareser bike û hûn jî dê nekarin. Jixwe dawiya we nêz dibe. Aştî bi diyalogê pêkane. Ger derfetê bidin Ocalan, dê şer bi dawî bibe. Ew bi xwe dibêje ku ji bo aştiyê amade ye. Civak jî li pişta wî ye.” Piştî axaftinan jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û nobet bi dawî bû.

Çalakiya li Wanê

Li Wanê jî di roja 48’emîn de bi tevlêbûna endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Wanê, rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê û gelek welatiyan li ber avahiya HDP’a Rêya Armûşê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, vîna gel’ hatibû vekirin û çalakvana dirûşmên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’, ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ û ‘Qeyûm dê biçin, gel dê were’ hatin berzkirin.

Soza hilweşandina faşîzmê dan

Di çalakiyê de ji ewil rêveberê Navenda Giştî ya ÎHD’ê Îsmaîl Boyroz axivî û da zanîn ku hilbijartin û bijartin mafê mirovan ê herî bingehîne. Boyroz bang li hikûmetê kir ku di 19’ê cotmehê de dawî li polîtîkaya qeyûm bînin. Piştre jî hevberdevkê platformê Mehmet Şirîn Gurbuz axivî û destnîşan kir ku dê li hemberî faşîzmê serî netewînin û soza hilweşandina faşîzmê da. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî Bedrî Yamaç axivî û bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya xesp û talanê.

Çalakiya Mêrdînê

Nobeda îro ya li Mêrdînê jî li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê hate lidarxistin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn. Nobet bi çalakiya rûniştinê dest pê kir û piştî çalakiya rûniştinê jî parlamenter Pero Dundar axivî. Dundar di serî de 5’ê Cotmeh Roja Mamosteyan a Cîhanê li mamosteyan pîroz kir û hemû mamosteyên ji ber têkoşîna zimanê dayikê hatine qetilkirin, bi bîr anî. Dundar got ku ew dixwazin hemû kes bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin. Dundar êrîşên di demên dawî de yên li ser zimanê kurdî jî şermezar kir û got ku desthilatî ji stranên kurdî ditirse.

Dundar herî dawî jî anî ziman ku heta ku pêkanîna qeyûman bidome dê berxwedana wan jî bidome. Daxuyanî bi berzkirina dirûşma ‘Em ê bi berxwedanê bi serkevin’ bi dawî bû. AMED-WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar