Cenazayê Mûhammed Ozcan ê berî 4 rojan ber ava Çemê Dîcle ket, hat dîtin
Cenazeyê Mûhammed Ozcan ê 18 salî yê li nêzî Pira Kehbiyê ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê di 20’ê hezîranê de ket Çemê Dîcleyê û ber avê ket, hat dîtin.
Komên Lêgerîna Rizgariyê yên Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 roj bûn lêgerîn dikir, cenazeê Ozcan li ber peravên Çemê Dîcle dîtin. Cenazeyê Ozcan 2 kîlometre dûrî cihê xwe avêt Çemê Dîcle hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike. AMED