Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Ji parêzerên Ocalan daxuyanî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî îdîayên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê îdîayên ku ji duh bi şev ve têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi tu awayî pêwendiyê deynin. Hevdîtina herî dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi Birêz Ocalan re 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin. Pêwendiya herî dawî ya muwekîlên me bi derve re, di 27’ê Nîsana 2020’î de bi wesîleya pandemiyê bi rêya telefonê bû ku ev mafê wan yekemcar ji wan re hate dayîn.

Ji vê demê û pê ve me derfet nedît ku agahiyê werbigirin. Têkildarî jiyana Birêz Ocalan di 14’ê Adara 2021’ê de li ser hin hesabên medyaya civakî yên anonîm hin îdîa hatin kirin. Demeke dirêj e ku em nikarin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin, lewma her îdîaya ku têkildarî wan tê kirin em bi cidiyeteke mezin lêkolîn dikin û hewldanên pêwîst di vê der barê de dikin. Ev îdîayên ku dem bi dem tên kirin, em nizanin ji kîjan çavkaniyê tên, lê belê ji bo me ya girîng ew e ku ev îdîa bi rengekî rêk û pêk têkildarî Birêz Ocalan tên kirin. Bêguman sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn. Ji ber ku Girtîgeha Îmrlaiyê girtîgeheke welê nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire, ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin. Rêya bidawîkirina van fikaran jî ew e ku di dema herî zû de derfetên têkilî û pêwendiya bi Îmraliyê re bên afirandin.

Em bi israr dixwazin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn ku bi tena serê xwe kiryareke xerab e û rêyên pêwendîdanînê bê afirandin ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê ji holê bên rakirin. Em careke din bang li rayedarên siyasî û îdarî hemûyan dikin ku dest ji vê cihêkarî û pratîka tecrîdê berdin ku li ser girtîgehekê û komek ji girtiyan ferz dikin. Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin.” STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar