Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji parlamenterên Çepgir bangewazî; Rojava biparêzin

Parlamenterên Meclîsa Federal ên Partiya Çepgir Hêlîn Evrîm Sommer, Gokay Akbulut û Parlamentera Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin, “Divê xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin û naskirin.”

Demeke dirêje di nava raya giştî ya Elmanyayê de dihate axaftin ku Elmanya jî wê bi balafirên Tornado tevlî nav plana ‘herêma ewle’ ya ku DYE dixwaze li Rojava ava bike bibe. Tê payin ku Elmanya çend mehên pêş li ser vê mijarê biryarê bide. Ji ber ku dema peywirê ya yekîneyên Elman ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ’ê li baregeha leşkerî ya Al-Asraky ya Ûrdinê de wê 31’ê Cotmehê biqede.

Tê payin ku dema peywira wan leşkeran were dirêjkirin û tezkereya ku van leşkeran bişînin Rojava vê havînê li Meclîsa Federal derkeve. Lê di serî de şirîkê hikûmeta Merkel CDU û SPD, partiyên ku li Meclîsê komên wan hene cuda difikirin. Beriya bi çend rojan têkilî nîqaşan di malpera fermî ya Koma Partiya Çepgir de Sevîm Dagdelen daxuyaniyek dabû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ‘Partiya Çepgir li dijî wê planê ku bi daxwaza DYE’yê Hikûmeta Federal artêşa Elman bixe nava Sûriyê’. Têkilî mijarê ji parlamenterên Meclîsa  Federal a Partiya Çepgir Hêlîn Sommer, Gokay Akbulut û Parlamentera Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê Cansû Ozdemîr daxuyanî dan. Di daxwiyaniyê pêşniyara ‘Divê xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin û naskirin’ li rêveberiya Elman kirin.

‘ PÊDİVÎ BI GARANTORIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HEYE ‘

Siyasetmedarên Elman ên Kurd diyar kirin ku bi nûnerên herêmê re li ser daxwazên wan gelek hevdîtin kirine û destnîşan kirin ku dewleta  Tirk gelek caran li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere. Êrîşê dibe ser Rojava û dagirkeriya xwe ya li ser Efrînê berdewam dike.

Parlamenteran gotin, “Kurdan di şerê dijî DAÎŞ’ê de bi roleke diyarker lîstin. Bi gelên Sûriyê re pergaleke demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz ava kirin. Xwerêveberiya li bakur û rojhilatê Sûriyê hem alternatîfê rejîma Esad a antî-demokraîk e û hem jî li dijî milîsên terorîst ên Îslamî alternatîfeke xurt e. Em wê gotina ku Kurd şerê wekaletê dikin red dikin.Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji bo berjewendiya dewletên din şer dikin. Ji bo ku komên cuda yên li Sûriyê yên etnîk û olî, bi rengekî azad, demokratîk û wekhevî bi hev re bijîn têdikoşin. Divê mirov hurmetê bide vê têkoşînê, têkoşînê qebûl bike û piştgirî bide.Di raya giştî de gelek caran tê gotin ku xwerêveberiya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo yekîtiya xaka Sûriyê gefxwarinek e an jî wê mîna rejîma dagirkirinê dibînin hene. Demak ku mirov dêhna xwe bide ser peymana civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê wê were dîtin ku ev fikir çendî şaş in. Ji bo vê jî divê xwerêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê were parastin û destekkirin.”

Parlamenterên Partiya Çepgir, daxwazên nûnerên xwerêveberiyê wiha rêz kirin: “Pêşî Xwerêveberiya li bakur û rojhilatê Sûriyê ji hêla Şamê ve siberojê divê mîna herêmeke demokratîk û navendiya ademî ya Sûriyê were nasîn. Ya din; li dijî êrîşên gengaz ên li ser xwerêberiya demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyê hewcehî bi garantiya parastinê ya Neteweyên Yekbûyî dibîne.”

Parlamenteran her wiha bang li Hikûmeta Federal jî kirin ku bi xwerêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê re aktîf bixebitin. Xwestin ku di cih de divê îxracata çekên Elman a ji bo Tirkiyeyê were rawestin, bi nûnerên Kurd re bi lezgînî têkilî were danîn û hate gotin ku “A hewce ne tenê ew e ku mirov di derbarê wan de biaxive, divê mirov bi aktorên bûyeran re têkiliyê jî deyne.” BERLÎN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar