Rêveberên payebilind ên Partiya Çep a Swêdê têkildarî rewşa girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji Erdogan re name şand. Di nameyê de hat gotin ku rewşa girtiyan di astekî krîtîk de ye û divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
Sê rêveberên payebilind ên Partiya Çep a Swêdê nameyeke vekirî ji serokomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan re şand. Di nameyê de hat gotin ku jiyana çalakgerên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, ketiye astekî krîtîk.
Di nameyê de Partiya Çep ji Erdogan xwest ku ji bo pêşî li mirina bê girtin û daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin, bikeve nava liv û tevgerê. Partiya Çep bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ketiye roja 190’an û wiha domand: “Grevên birçîbûnê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê jî belav bûn. 30 girtiyên siyasî greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku daxwaza wan ew e ku Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne.”
Daxwazên çalakvanan hiqûqî ne
Nameya Partiya Çep wiha dom kir: “Hevdîtina parêzeran a bi muwekîlê xwe re, pîvaneke hiqûqê ye ku li tevahiya dinyayê hatiye qebûlkirin. 7 hezar girtiyan jiyana xwe xistine nava rîskê û dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji van girtiyan 7 kesan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Hûn lîderekî siyasî ne. Lewma karê we yê destpêkê divê parastina jiyana welatiyên xwe be. Em dixwazin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê bikevî nava hewldanan û hevdîtinên aştiyê ji nû ve bidî destpêkirin.”
Di nameyê de îmzeya parlamenter Malin Bjork, Håkan Svennelig û Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya Uppsalayê Yekbûn Alp hebû. STOCKHOLM