Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş

Nûnerên partiyên siyasî, beriya destpêkirina danişîna hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ber edliyeyê banga pêkanîna biryara DMME’yê kirin

Danişîna doza ku bi angaşta heqaretê li serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû kiriye li hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 47’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê ya li Çaglayanê dest pê kir. Beriya destpêkirina danişînê HDP’ê ya Stenbolê li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Gelek HDP’î û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerên partiyên siyasî ji bo Demîrtaş banga pêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Destpêkê Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût axivî û diyar kir ku desthilat qanûnan tune dihesibîne û biryarên tên dayîn pêk nayne û ev bi vê yekê re têdikoşin.

Piştî Bûlût, hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu axivî û diyar kir ku li gel biryarên hatine dayîn jî hevalên wan nayên berdan û wiha got: “Serokê AKP’ê, wezîrê wî yê edaletê û wezîrê wê yê karên hundir bi fermanê îlan dikin ku wê biryarên li ser girtiyên siyasî pêk neynin. Em jî weke serok Selahattîn dibêjin ku em ê wêrekiyê bigihînin bindestên ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin û bi vê wêrekiyê têkoşîna yekbûyî bi rêxistin bikin.”

Ji tarîtiyê xwedî dibin  

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku hevalên me yên girtiyên siyasî wekî dîlên siyasî digirin. Lewre ev desthilat ji faşîzm, tarîtî, zext û zilmê xwedî dibe. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin. Em îro ji bo wekhevî, aştî û edaletê li vir in.

Desthilatdar teşhîr bû

Piştî Aydenîz, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû jî axivî û diyar kir ku biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş biryareke derengmayî ye û bi vê biryarê desthilat di qada navneteweyî de teşhîr bûye.

 ‘Hûn neçar in biryarê pêk bînin’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî destnîşan kir ku demeke dirêj bi fermanê pergala darazê dimeşe û têkildarî mijarê ev tişt got: “Li vî welatî hiqûq, daraz û adalet tune ye. Serxwebûna darazê ya kêm mayî jî bi vê desthilatê re ji holê rabûye. Heke hûn peymana navneteweyî îmze bikin neçar in hûn vê pêk bînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar