Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji partiyên siyasî banga hevpar

Nûner û serokên partiyên siyasî diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber jiyan û pergalek wekhev, azad, adîl û aştiyane dixwaze, di tecrîdê de ye û bang kirin ku her kes piştgirî bide girtiyên di greva birçîbûnê de ne

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Ocalan bi zextên hêzên navdewletî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û van hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin û di bin tecrîdeke mutleq de dijî. Parêzerên Ocalan ji roja hat girtin heta 27’ê Tîrmeha 2011’an bi giştî 765 caran serlêdana hevdîtinê kirin. Ji van serlêdan 413 serlêdan hatin qebûlkirin. 352 serlêdan jî bi hincetên wek ‘koster xerabe ye’, ‘koster tê tamîrkirin’ û ‘muxalefeta hewayê’ hatin redkirin. Parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bo hevdîtinê hezar û 5 serlêdan kirin û bersiva erênî tenê dan 5 serlêdanan. Bi hincetên wek ‘rewşa awarte’, ‘muxalefeta hewayê’ û ‘koster xerabe ye” serlêdanên din hatin redkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya gireva birçîbûnê belavî tevahiya girtîgehan û bi dehan welatê cîhanê bû. Van çalakiyan fişarê li dewletê kir ku piştî 8 salan parêzeran bi Ocalan re dikaribû hevdîtinê bike. Ji parêzerên wî Newroz Ûysal û Rêzan Sarica di 2-22’yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûn Giravê Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina 7’ê Tebaxê hevdîtin nehatin kirin û destûr çûna parêzeran nedan. Parêzeran ji wê rojê ve gelek serlêdanan kirin û heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nedane serlêdanan.

Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê di di 23’yê îlonê de bi hinceta Ocalan ‘nexşerêya’ ji 156 rûpelan pêk tê di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan li Ocalan û girtiyên din ên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hevdîtina parêzeran qedexe kir. Piştî vê qedexeyê 13 serlêdanên parêzeran bi vê biryarê hatin astengkirin. Li gel qedexeya hevdîtina parêzeran, bo dema 6 mehan hevdîtina malbatan jî ji aliyê heman dadgehê ve hat qedexekirin. Ocalan herî dawî piştî 21 salan di nîsana 2020’an de cara ewil bi rêya telefonê hevdîtinek li gel malbata xwe pêk anîbû.

Ji ber ku tecrîda giran li ser Ocalan didome, girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Niha çalakî di roja 17’an de bi koma çaran berdewam dike. Ji ber ku girtiyan dest bi çalakiyan kir, rayedarên girtîgehan li gelek girtîgehan bi ser qawîşan de girtin û lênûsk, pênûs û amurên taybet ên girtiyan desteser kirin. Dîsa dest danî zexîreyên wan ên grevê yên wekî şekir, xwê û hwd. Zextên li ser girtiyan didome.

Nûner û serokên partiyên siyasî piştgiri dan çalakgerên greva birçîbûnê û xwest her kes li daxwazên girtiyan xwedî derkevin.

‘Tecrîd li ser daxwaza hêzên serdest didome’

Hevseroka Partiya Sosyalîst a Avakirina Ji Nûve (SYKP) Canan Yuce destnîşan kir ku Ocalan zêdeyî 20 sal in di tecrîdê de dijî û wiha got: “Ev tecrîd di hiqûqa neteweyî û navdewletî de cihê wê tune ye. Tecrîd ji serî heta binî li dijî hiqûqê ye. Tecrîd li ser daxwaza hêzên serdest û navdewletî didome. YE, DYA, Rûsya û Sûriye hemû şirikên tecrîdkirina Ocalan in. Sedema tecrîdkirina Ocalan ew e ku li dijî pergal û hêzên kapîtalîst, emperyalîst, jiyanek azad, wekhev, adîl û aştiyane dixwaze ye. Ji ber ku Ocalan ji bo pergala azad û wekhev tedikoşe di tecrîdê de ye.”

Yuce diyar kir ku daxwaza girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê daxwaza herî mirovanî û rewa ye û ev tişt anî ziman: “Her ku îktîdar têk diçe û qeyrana aborî û siyasî kûr dibe, polîtîkayên şer, êrîş û rageşiyê pêş dixin. Em ê li dijî vê yekê teqez faşîzmê rawestînin û jiyana demokratîk ava bikin. Rêya vê yekê jî divê hemû hêzên dij faşîst li dijî îktîdarê bibin yek. Divê bi hevre têbikoşin û di vê yekê de israr bikin.”

‘Tecrîd di heman demê de dagirkerî û mêtingeriya Kurdistanê ye’

Hevseroka Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê gelekî êrîşa li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Di heman demê de dagirkerî û mêtîngeriya Kurdistanê ye. Bi hinceta şewbê girtiyan ji mafê ragihandin, civakî û siyasî bêpar dihêlin. Tecrîda Ocalan li ser hemû girtiyan ferz dikin. Ji ber ku girtî tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina xwe dibînin li her derê dest bi çalakiya grevê kirine. Ji bo mafê Ocalan û girtiyên din bê dayîn, divê em bi hevre têkoşîna hevpar a hiquqî û siyasî xurt bikin. Ji bo dengê girtiyan bi erênî bi encam bibe divê hêzên derve bi dengekî bilind piştgiriyê bidin wan. Niha bloka faşîst a AKP-MHP’ê aşkera çar perçeyê Kurdistanê dagir dike. Girtî li diji vê yekê bang li hemû beşên civakê dikin û dixwazin hestiyar tev bigerin. Divê em hemû partiyen siyasî, rêxistinên demokratîk û hiqûqê bi awayekî mutlak li têkoşîna wan xwedi derkevin.”

‘Tecrîd li ser hemû civakê tê meşandin’

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî anî ziman ku Ocalan Rêberê gelekî ye û wiha got: “Gel wateyekê lê bar dike. Li gorî zagonên Tirkiye û welatên navneteweyî ev tecrîd sûc e. Bi zanebûn vê tecrîdê pêş dixin. Eger rêya li pêş Ocalan bê vekirin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. Minaka herî şênber jî pêvajoya çareseriyê ye. Ji ber vê yekê divê rêya Ocalan bê vekirin. Bi tecrîdkirina Ocalan gel ceza dikin. Bi tecrîdkirina Ocalan tecrîd pêl bi pêl li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Em pir zelal dibêjin tecrîd sûcê miroavahiyê ye. Divê her kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê hemû hêz û rêxistinên têkoşîna demokrasiyê didin, li daxwazên çalakiya greva birçîbûnê xwedî derkevin. Divê hemû bi herve li çareseriya rakirina tecrîdê bigerin.”

‘Tecrîdê kirin wekî amûra çeke’

Hevserokê Giştî yê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sînan Tutal jî da zanîn ku hêzên serdest tecrîdê li dijî hêzên muxalif wekî amûra çekê bikar tînin û wiha axivî: “Diktaya yekzilamî li derve zextan li ser muxalefetê pêş dixe. Li hundir jî tecrîdê giran dike. Bi vê yekê dixwaze teslîm bigire. Ji ber vê yekê tecrîd kirine amûra êrîşê. Girtî bi çalakiya grevê dixwazin bala raya giştî bikişînin ser tecrîdê. Yek ji erka hêzên demokratîk jî ew e ku guh bidin van pirsgirêkan û bi hevre çareser bikin.”

Divê piştevaniyeke xurt

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun jî diyar kir ku bi tecrîdê helwesta xwe ya li dijî gelekî nîşan didin û ev tişt anî ziman: “Bi tecrîdê dixwazin gel bi tenê bihêlin. Hemû civak bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ye. Ev yek raste rast bi tecrîdê ve girêdayî ye. Girtî dixwazin tecrîda ku îro bandorê li ser hemû beşên civakê dike bi dawî bibe. Ji ber vê yekê girtî ketine greva birçîbûnê. Niha li hundir girtî terkî mirinê tên kirin. Li derve jî karker, jin û xizan terkî mirinê tên kirin. Di bin textan de dijîn. Li dijî van hemûyan îro girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Ji ber ku tecrîda li ser gelê kurd û Ocalan îro li ser hemû beşên civakê belav bûye. Divê em li derve deng bidin dengê girtiyan û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Divê em piştevaniyek xurt a dîrokî nîşan bidin û vê berxwedanê bikin dîrok.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar