Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji pênûsa gerîla Komkujiya Roboskî -2

Ji rojnivîska gerîlayê HPG'ê şehîd Erdal Nûda, Komkujiya Roboskî: Dewleta ku li Zîlanê, Dêrsimê, Agiriyê komkujî kir li Roboskî jî bi heman rêbazî tevgeriya. Lê belê hesabê gerîlayên azadiyê nekir ku dê tola Roboskî hilînin

Artêşa tirk a dagirker 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê Şirnexê bi êrîşa hewayî komkujî kir. Di vê komkujiyê de 34 kurd hatin qetilkirin ku piraniya wan zarok bûn. Tevî ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bû, kujer hîn jî nehatine darizandin. Li malbatên Roboskî yên daxwaza edaletê dikin bi dehan doz hatin vekirin.

Gerîlayê HPG’ê şehîd Erdal Nûda (Erdal Yildiz) di rojnivîska xwe de ku 12’ê Kanûna 2012’an nivîsî bû wiha qala Komkujiya Roboskî kiribû:

“Komkujiya Roboskî navê nîşan e û rûyê rejîmê yê qirkirina çandî ye.

Par îro neviyên Sabîha Gokçen antremaneke hewayî kirin. Resîtaleke din a Dêrsimê kirin. Bêguman çi dibe bila bibe weke zarokên baş ên pîrka xwe tên naskirin; wezîfeya ku ji wan re hat dayîn bi cih tînin. Ji bo wan ‘kuştina eşqiya’ a bi daxwazeke mezin, ji bo alîkariya bi mirovên rojhilatî yên ‘ji qewmê tirk’ bû. Ji bo wan ‘hemdemî’ bikin, dihat kirin. Hemû ji bo ‘başiya’ wan bû. Ji bo ‘başiya wan’ ew dikuştin.

Lê belê hinekan serî rakiribûn. Hinek bêzar bûbûn. Yên baş xapandibûn, mejiyê wan şûştibûn. Hêzên derve ev dikirin. Mejiyê pitikên 40 rojî jî şûştibûn û xapandibûn. Diviyabû malên wan bihatina hilweşandin, pitikên wan diviyabû mezin nebûna, nemeşiyabûna.

Sal dawiya 2000’î… Heman kevneşopî careke din li ser kar bû. Yên aqil didin wan fetwa dabû. Neviyekî dewletê digot, ‘Ma çi bûye, zêde nenepixînin, pereyê xwe çiqas be em ê bidin’. Bi gotina ‘Gelo hûn qet li mesreya bombeyên têne avêtin difikirin, bi vî rengî nabe’ dikir qareqar û digot, ‘Her tişt ji bo welat e, we ji ku aniye ku dibêjin ew sivîl in?'”

Nêzîkatiya mejiyê dewletê ya li kurdan bi vî rengî ye. Li Zîlanê, li Dêrsimê, li Agiriyê, li Sasonê, li Roboskiyê heman e. Heman zîhniyet, heman rêbaz. Ji ber vê yekê em qet matmayî neman.

Lê belê rastiyek heye ku wan hesabê wê nekir; rastiyek ku ji nedîtî ve hatin: Çiya! Ew jî baş bi vê zanin, çiya, yên li çiyê şer dikin, kurdên azad ên li çiyê…

Ji bo parastina çand û hevneşopiyê, ji bo hilanîna tolê dîsa li heman warî li ser pêyan e. Bi felsefeya jiyaneke mezin, bi daxwazeke mezin a li azadiyê, bi rêbaza lêdanê ya zanistî û bi hêrsa hesabpirsînê… Em hene! Gerîlayên azadiyê wê hesabê Roboskî bipirsin, wê tola Roboskî hilînin!”

Erdal Nûda (Erdal Yildiz) endamekî Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan bû ku 10’ê Tebaxa 2015’an li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê li dijî Navenda Polîsan a Fatîhê çalakiya fedayî kir.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar