Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji pêşketinên sala nû re amade bin

Diyar bû ku wê di erefeya sala nû de bûyerên mezin pêk bên. Hê em neketin sala nû, ji bo azadî û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlekariya wî, dengê berxwedanê hat bilindkirin.

Çirûska berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a 8’ê mijdara 2018’an dest pê kiribû, bi rêzê ve li Hewlêrê 21’ê mijdarê dest pê kir û 23’ê mijdarê jî ji aliyê endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ve veguherî bêdawî û bêdorveger.

Her wiha li Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ve 14’ê Kanûnê greva bêdawî û dorveger, li Mexmûrê jî 16’ê kanûna 2018’an çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger li Saziya Malbatên Şehîdan û li bajarê Strasboûrg a Fransayê jî 17’ê kanûna 2018’an greva bêdawî û bêdorveger a endamên sazî û dezgehên kurdî tev li bûbûn, dest pê kirin. Herî dawî li başûrê Kurdistanê li Şengalê 6’ê çileya 2019’an grev ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve hat destpêkirin.

Ev hemû nîşaneyên ku sala nû wê bi berxwedan û raperîneke dijwar derbas bibe. Îro dema em lê dinihêrin, di serî de berxwedana li zindan, welat û derveyî welat tê dayîn, nîşaneyên ku wê berdêl û serketinên mezin bi xwe re bîne. Jixwe pêla vê yekê hê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re xwe dabû der. Îro ji bo wê ye ku di hedefa rejîma AKP-MHP’ê de bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye. Pêşketin û pêvajoyên siyasî û dîplomasiyê yên bi xwe re tîne, textê wan dihejîne. Ji bo vê yekê ye, her tim xwe davêje delinga Rûsya, Almanya û hevkarên xwe yên navdewletî. Erdogan ketiye derdê textê xwe, qet hay ji feqîr û gelê Tirkiyeyê nîne, qaşo her kêliyê bang li gel dike dibêje, ‘Tirkiye ji dest diçe, Sarikamiş û Çanakkale qîr dike’. Ev raya gel bi hildana ala nijadî, îstîsmar dikin.

Ji bo wê yekê ye divê di serî de ciwan, jin û hemû gelê kurd derfetên sala nû baş biparêzin û ji her demê zêdetir xwe li hev bigirin. Îro nebe sibe wê bi teqez bibe. Jixwe ji bo ev neyê kirin, AKP-MHP li hev dikin û mîna gurê devbixwîn, li ku dibe bila bibe, êrîşî hemû kurdan dikin û kurdan ji bo xwe wek metirsî dibînin.

Dema ku ev li dijî kurd û destkeftiyên kurdan tên kirin, divê kurd jî li hemberî vê bibin yek; ev ne bi tenê Bakur, ne tenê bi Rojava û ne tenê bi Başûr û Rojhilat dibe. Kurdistan yek e û divê li gorî wê sîng bide ber dijmin. Jixwe wêjevanê kurd Cigerxwîn jî negotiye; ‘Em nebin yek, em ê herin yek bi yek’. Ji bo vê îro em xwedî li Rojava dernekevin, sibe Başûr û roja din tişteke bi navê Kurdistanê namîne.

Sala nû ji bo serketinên mezin amade ye. Berxwedana zindanan a ji pêşengên PKK’ê di serî de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Berxwedana Çaran; Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Berxwedêrên Mezin ên grevê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji bo me hiştî, îro bi heman hişmendî û biryardariyê çalakiyên wan nû dibin û ji bo azadî û şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, di serî de li zindanan, çar aliyê welat û li Ewropayê ev agir ji nû ve geş dibe.

Wê ev agir qirêjiya faşîzmê bişewitîne û wê têk bibe. Çawa pêşengên Tevgera Azadiyê, bi helandina bedana xwe PKK mezin kirin û hildan esîman, îro jî wê bi bedenên nû faşîzm û mêtingerî bê têkbirin.

Dema dibe sala nû di çanda kurdî de ji bo pîrozkirina sala nû ‘Gexan’ digerin dibêjin; ‘Serê salê binê salê xwedê serfirazî û xweşiyê bide vê malê’. Ji bo me jî divê sala 2019’an, azadî û aştiyê bîne. Ji ber vê jî dê sala nû dijwartir derbas bibe. Li pêşiya me gelek erk û peywirên welatparêzî û şoreşgerî hene ku bêyî tenê gavek paşde bê avêtin, divê teqez di cih û demê wê de bê kirin. Divê ji bo vê em amade bin.

Serkeftin di gava yekem de ye û gelê kurd vê gavê  ji zû ve avêtiye. Niha jî dema encameke serketî û aştiyeke mayînde ye…

Nûçeyên Têkildar