Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji qada 1’ê Gulanê ya Amedê banga seferberiyê

Di axaftinên pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Amedê de herî zêde grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan derket pêş. Di axaftinên mîtîngê de piştgiriya bi dayikên girtiyan re hat ragihandin û banga piştgiriya bi seferberiya ku dayikên girtiyan ragihandin hate kirin

KESK, DÎSK, TMMBO û Odeya Bijîşkan a Amedê bi dirûşma ‘Dê jiyaneke bextewar aj bide’ li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li dar xistin. Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî bi laçikên xwe yên spî li gel bi hezaran kedkar û karkeran li qada mîtîngê amade bûn.

Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Mûsa Farisogullari, Saliha Aydenîz, Remziye Tosun, Huseyîn Kaçmaz û Nûran Îmîr, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî mitîngê bûn. Di mîtîngê de dayik û xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiyê mirinê ‘zincîra mirovan’ li qada mîtîngê çêkirin. Dayikan duh banga ‘seferberiyê’ li raya giştî kiribûn û dayikan îro banga xwe ya seferberiyê li qada mîtîngê dubare kirin.

Peyamên piştgiriyê

Endamê Komîteya Navenda Odeya Bijîşkan Dr. Halîs Yerlîkaya di mîtîngê de axivî û got ku ew ne welatekî ku lê dimirin, welatekî ku dikaribin lê bijîn dixwazin. Yerlîkaya wiha dom kir: “Em dixwazin li welatekî dewlet rêgez û hiqûqa xwe pêk tîne, bijîn. Em welatekî ku tundî tê de heye, naxwazin. Em welatekî bi aram û aştî dixwazin.” Sekreterê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun jî di serî de berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û piştgiriya xwe ya bi dayikên girtiyan re anî ziman. Li ser navê DÎSK’ê jî Mehmet Salîh Dogrul axivî û got ku laçikên spî sembola aştiyê ne û ji bo pêşîlêgirtina li ber mirinan, her kes vexwend berpirsyariyê.

‘Ocalan îradeya bi miltonan e’

Di mîtîngê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di serî de cejna karker û kedkaran pîroz kir û wiha derbirî: “Îro bi hezaran girtî li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li her deverê berxwedan mezin dibe. Ev berxwedaneke dîrokî ye. Faşîzma yek hişmendî ev demeke dirêj e êrîşên xwe kûr kiriye. Têkçûna aboriyê jî ya li vî welatî encama feraseta faşîst e. Em çiqas bêdeng bin dê faşîzm ewqas mezin bibe. Birêz Ocalan îradeya bi milyonan e. Vê îradeya bi milyonan tecrîd dikin. Tevahiya welat hatiye tecrîdkirin. Em weke KCD’ê banga seferberiyê wek wezîfeyê dizanin. Divê her kes bersiv bide banga seferberiyê ya dayikan.”

Mitîng bi konsera hunermend Şerzad ê Navenda Çanda Biharê bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar