Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji qada navneteweyî nerazîbûna li dijî operasyonên qirkirina siyasî

Nerazîbûnên li dijî operasyonên dewleta tirk a dagirker ya li hember gelê kurd ku di arefeya hilbijartinan de hat destpêkirin zêde dibe û ji gelek navendan daxûyaniyên şermezarkirin û hişyariyê hatin dayîn.

Polîsên dewleta tirk parêzer, rojnamevan, rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh bi operasyonê destgîr kirin. Ji qada navneteweyî nerazîbûnên li hemberî vê yekê zêde dibin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE), Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, PODEMOS û partiyên siyasî yên mîna Enternosyonalên Pêşverû li ser medyaya dîjîtal nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê bi kêfî dan.

NACHO SANCHEZ AMOR: Ev senaryoya beriya hilbijartinê sînyalên herî xerab e

Ji Partiya Karkerên Sosyalîst a Spanî endamê PE’yê Nacho Sanchez Amor di parvekirina xwe de bal kişand ku operasyon beriya hilbijartinan hatiye kirin û got: “Em ji operasyona destgîrkirinê ku vê sibehê pêk hat û zêdeyî 125 kesan bandor kir, bi fikar in. Endamên muxalîf, parêzer, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatin destgîrkirin, ev yek li Tirkiyeyê di senaryoya beriya hilbijartinê de sînyalên herî xerab e.”

HRW: Rojnamevan, parêzer û rayedarên partiyên siyasî yên kurd de hat girtin 

Alîkara Dîrektor a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Dîrektora Tirkiyeyê ya ji beşa Ewropa û Asyaya Navîn Emma Sîclaîr Webb bi vê parvekirinê nerazîbûn nîşan da: “Tirkiye: Beriya hilbijartinê bi ser rojnamevan, parêzer û rayedarên partiyên siyasî yên kurd de hat girtin – @ hrw û 17 medya û koma azadiya îfadeyê van destgîrkirinê beriya hilbijartinê şermezar dike û banga demildest berdana wan dike.”

PROGRESSÎVE ÎNTERNATÎONAL: Ji bo parastina demokrasiya Tirkiyeyê niha rabin ser piyan  

Progressîve Înternatîonal (Enternasyonalên Pêşverû) bi sernava “Destên xwe ji HDP’ê bikêşin” ji malpera xwe ya webê nerazîbûn nîşan da û li ser lînka https://act.progressive.international/pio-turkey/ kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Daxuyanî wiha ye: “Serokkomar Erdogan zêdeyî 110 parêzer, rojnamevan û rayedar girtin û zexta xwe ya li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk ku ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê weke namzet nîşan daye û hêzên din ên pêşverû yên li Tirkiyeyê zêde dike. Ji bo parastina demokrasiya Tirkiyeyê niha rabin ser piyan. Ji bo parastina hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê, pêwîstiya me bi seferberiya navneteweyî heye.”

Ozlem Alev Demîrel: Ev rêbazên rejîmê yên nayên qebûlkirin  

Endama PE’ê ya Partiya Çep Ozlem Alev Demîrel ev parvekirin kir: “Li Tirkiyeyê herî kêm 150 kesên ku weke muxalîf tên naskirin, hatin girtin. Îro jî destgîrkirinê li Amedê di rojevê de bûn. Ev rêbazên rejîmê yên nayên qebûlkirin in û bi avhewaya tirsê hewldana wê ya qezenckirina hilbijartinê ye.”

PODEMOS: Divê ev zilm demildest were sekinandin

Têkiliyên Derve ya PODEMOS’ê ev operasyon weke “tacîza siyasî” pênase kir û ev tişt ragihand: “Li Tirkiyeyê beriya hilbijartinê Erdogan ji bo tacîza li hemberî navenda giştî ya HDP’ê xurt bike, nahêle ku hilbijartin bi rengekî azad û zelalî were kirin. Divê ev zilm demildest were sekinandin û ev yek were şermezarkirin.”

Parvekirinên din jî wiha ne:

Ji berpirsyariya Têkiliyên Derve ya Jûns per Catalûnya Aleîx Sarrî î Camargo: “Em piştgiriyê bidin gelê Kurd û muxalîfên rejîmê.”

Ji Sînn Feînê parlamenter Chrîs Hazzard: “Ji ber ku Erdogan mutefîkê NATO’yê ye, ne li bendê bin ku hûn vê di nûçeyê şevê de bibînin. Em bi HDP’ê û komên civakî yên sivîl re di nava piştevaniyê de ne.”

Ji Baskê Esqûerra Înternatîonal: “Em daxwaz dikin ku kesên destgîrkirî demildest werin berdan û em diyar dikin ku em bi mexdûrên zextê re di nava piştevaniyê de ne.”

CÛP Paîsos Catalans: “Em êrîşên zextker ên nû ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd pêk tîne, şermezar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar