Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Qoserê bang kirin: Dem dema yekitiyê ye

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz li Qoserê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de tevî astengiyan jî di daxuyaniya girseyî de axivî û diyar kir ku dem dema yekitiyê ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo yekitiya neteweyî ya kurd pêk were ji 16’ê sibatê ve li Mêrdîn û navçeyên wê xebata ‘Dem Dema Yekitiya Neteweyî û Azadiyê ye’ birêve birin. Di çarçoveya vê xebatê de îro li navçeya Qosera Mêrdînê daxuyaniyek girseyî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan li ser cade û rêyên Qoserê tevdîrên zêde girtin. Di ketina Qoserê de polîsan wesayît rawestandin, kontrola nasnameyan kirin û destûr neda hin wesayîtên HDP’iyan biçin navenda navçeyê.

Polîsan cihê daxuyaniyê Qada Azadiyê bi bariyeran dorpêç kir û li dar xistina daxuyaniyê asteng kir. Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de girseyê li ber avahiya HDP’ê ya Qoserê daxuyanî hat dayîn.

Dorpêç tecrîd e

Tevî astengiya polîsan jî hevseroka DBP’ê SalîhaAydenîz daxuyanî da û bertek nîşanî dorpêç û astengiyên polîsan da û wiha got: “Îro tevî ewqas dorpêç û astengiyan jî em li vir kom bûne. Bi dehan hevalên me li ser rêyan hatin astengkirin. Li şûna hûn me asteng dikin, hûn mudaxileyên xwe yên antî demokratîk asteng bikin dê baştir be. Îro Tirkiye xala ku gihîştiye vaye hûn dibînin dagirkerî ye. Li dijî vê dagirkirinê dê gelê kurd tu carî bêdeng nebîne. Em ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê têdikoşin. A rast sebeba vê dorpêçê ew e ku armanca tecrîdkirina Tirkiyeyê ye. Li şûna barîkatan datînin pêşiya me biçin deynin pêşiya faşîzm û kujeran.”

‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’

Aydenîz anî ziman ku ew di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî ya kurd de li Mêrdînê ne û xebat li navçeyan birêve birine û wiha domand: “Em li dijî polîtîkaya tecrîdê, helwesta li dijî yekitiya me kurdan û polîtîkaya qeyûman ji Qoserê bang li tevahiya Kurdistan û Tirkiyê dikin ku va ye em li ber xwe didin.”

Divê tavilê tecrîd were rakirin

Di axaftina xwe de Aydenîz destnîşan kir ku Tirkiye di bin şertên tecrîdê de tê birêvebirin û ev tişt anî ziman: “Şertên li Tirkiyê îro vaye baş li Qoserê xuya dike û dîmenên barîkat û dagirkirinê li ber çavan in. Tecrîda li Îmraliyê çawa li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye em li Qoserê dibînin. Li tavilê divê deriyê Girtîgeha Îmraliyê vebibe. Li Tirkiyeyê şer û krîz mezin dibe û demokrasî têk diçe. Li girtîgehan û derve binpêkirinên mafan zêde dibin. Heke dixwazin ji krîzan derkevin divê demildest deriyê Îmraliyê vekin û tecrîda ji ser birêz Ocalan were rakirin.”

‘Hesabê Garê bidin’

Aydenîz destnîşan kir ku îktîdara AKP’ê bi kirinên xwe dê biçe ser sergoyê dîrokê û wiha pêde çû: “Berpirsiyarê tiştên li Garê qewimin îktîdar bi xwe ye. Li Garê têkçûna îktîdarê qewimî. Divê hûn ewilî hesabê Garê, Roboskî, Cizîr û Sûrê bidin. Piştî wê derkevin biaxivin. Dev ji astengkirina siyaseta demokratîk berdin.”

Dema dema yekitiyê ye

Her wiha Aydenîz anî ziman ku aktorê sereke yê dibe sedema ku şerê navbera kurdan çê bibe Tirkiye ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê kurd qet û qet malzeme nedin we.  Dem dema yekitiyê ye. Dem dema parastina destkeftiyan e. Em ê bi ser bikevin û wê faşîzm têk biçe.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar