Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re Statu

 

Dostên gelê kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ‘ dan destpêkirin. Ev pêngav  bi qasî girîngiya xwe ya ji bo tevahiya gelên bindset û kurdan, ji bo civaka êzidî ku di 74’an fermana re derbas bûye jî girîng e.

Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Statu eger gelê Şengalê bi vê armancê beşdarî pêngavê bibin,  dikarin mafê xwe heta niha nikarin bidest bixin misoger bikin. Ev pêngav ji herdemê zêdetir ji gelê Şengalê re  pêwîst e. Ji ber ku civaka êzidî li ser piyan hişt Rêber Apo ye û civaka êzidî vê ji bîr nekiriye. Lê xwedîderketin û tekoşîna ji bo azadiya li Rêber Apo ji aliyê xelkê Şengalê ve pêwîst e  ji niha zêdetir be.

Niha li Şengalê planên ji bo êzidiyan û Rêber Apo ji hev dûr bikin, hene. Ev plan ne ji niha de ye, belkû ji dema rizgarkirina Şengalê de hatine despêkirin û bi armanca êzidiyan ji fikr û ramanên Rêber Apo dûr bixînin. PDK’ê bûye berdevkê van planan. Ji bo êzidî xwe bi pergala Netweya Demokratîk bi rê ve nebin, çi ji destê PDK’ê tê dike.

Di dema fermana 3’yê Tebaxê de êzidiyan tenê tiştek xwestin. Ew jî xwesweriya wan bû. Ji ber ku tekane çareserî ji bo pêşîlêgirtina li ber fermana ev bû. Lê di serî de PDK, dewleta tirk û aliyên ku destê wan di êrîşa ser Şengalê de hebûn li dijî vê xwesteka êzidiyan derketin û Şengalê ji nû ve ava bikin. Bbirînên civakê derman bikin û keç û jinên di destê DAIŞ’ê de rizgakir bikin dest bi pilanê xwe ên li ser vê rêberiyê kirin.

9 sal di ser Şengalê de derbas bûn

PDK û artêşa Iraqê di nava 9 salan de bi hincetên cuda tevlihevî derxistin û li dijî Şengalê siyaseteke qirêj meşandin. Dixwazin Şengalê tenê bihêlin û wekî dema beriya fermanê xwe li ser serê vê civakê bikin serwer û bi vê yekê bi temamî îradeya gelê Şengalê ji holê rakin. PDK di demên dawî de dijminatiya êzidiyan dike. Ev dijminatiya bi êzidiyan re ne ji bo xwe û xizmeta gelê kurd e, ji bo  xurtkirina  faşîzma Tirkiyeyê ye. Rayedarên PDK’ê di serî de Mesrûr Barzanî bi awayekî aşkera ne tenê carekê, belkû gelek caran ji artêşa Osmaniyan xwestibû Şengalê dagir bikin. Êrîşên ku niha li Şengalê pêk tên li dijî xweparastin û xweseriya Şengalê bi destekdayîna PDK’ê tên kirin.

Iraq dibe şirşîkê  êrîşan  

Iraq jî ji ber kesayetiyên di nava artêşê de ji aliyê PDK’ê ve hatine kirîn û mîna amûrekî tên bikaranîn. Tu helwesta wan a li hemberî êrîşan û planên li ser Şengalê nîne. Gelek caran Iraq bi xwe jî dibe beşek ji pêkanîna van planan e. Destek didin dewleta tirk û bi gotina; “Hûn PKK’î ne” dixwazin êrîşên li ser Şengalê rewa bikin. Bi vê gotinê zarokên êzidiyan ku di dema fermanê de li ber xwe dane û şerê çeteyên DAIŞ’ê kirine şehîd dikin. Dixwazin bibêjin her kesên xwe li ser fikrê rêber Apo bi rêxistin bike, ew PKK’î ye, di nava gel de jî bi şerê xwe yê taybet heman tiştî dikin.  Niha jî  dem hatiya ku xelkê Şengalê daxwaza xwe ya xweseriyê û çareserkirina van daxwazan bi Azadiya Rêber Apo re bike yek û li ser vî esasî têdikoşe. Wisa xuya dibe ku heta Rêber Apo azad nebe ew ê planên li ser Şengalê û tevahiya êzidiyan dewam bike.

Xweseriya Şengalê bi azadiya Rêber Apo re ye

Xweseriya Şengalê, xweparastina wê pêşxistina rêxistinî û azadiya jinê,  perwerdekirina ciwanan û xwedîderketina li axa xwe xalên esasî yên siberojê ne. Ji bo pêkhatina vê bêguman zorî  û zehmetî jî hene. Lê zehmetiya ku niha êzidî dibînin jî ne kêm e. Di esasê xwe de êzidîtiya kevnar, rastiya kurdan di nava hev de ye. Mîna du şitlên darê bi hev re bişkivîbinû, wa mezin dibin û ev yek jî îro di rastiya PKK’ê de derketiya holê û dimeşe.  Êzidiyan bi sekna xwe ya şoreşgerî û îradeya xwe ya dîrokî çeteyên DAIŞ’ê têk birin û li hemberî hemû êrîşan xwedî seknekn ne. Di vê rewşê de hedefgirtina  êzidiyan hem sûc e, hem jî xiyanet e. Kîjan alî dibe bila bibe dema li dijî îradeya azad a êzidiyan derkeve ew ji nirxê xwe ya welatparziyê û mirvaohiyê derdikeve. Beriya bi 9 salan ên ferman rakirin û yên niha êriş û plan  dikin yek in. Yên li dijî parastin û xweseriya Şengalê disekinin, rê li ber fermanên nû vedikin. Yên komploya li ser Rêber Apo pêk anîn û yên niha jî li dijî azadiya Rêber Apo û  şînberbûna pergala Neteweya Demokratîk in, yek in. Em jî dibêjin ku xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo bi hev re girêdayî ne û çareseriya van herdu mijaran yek in.

 

Nûçeyên Têkildar