Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji roja dîlgirtina Ocalan heta niha ji odeya xwe derneketiye

Welatiya bi navê Terfa Elî ya ji roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an ve derneketiye derve. Terfa Elî serpêhatiya xwe ji ANF’ê bi Nesrîn Denîz re parve kir.

Terfa Elî wiha qala serpêhatiya xwe dike:

“Navê min Terfa Elî ye. Di sala 1978’an jidayik bûm. Ji ber hê di temenê biçûk de min qezayek derbas kir û neçûm dibistanê. Min û malbata xwe di sala 1988’an de partî nas kir. Bavê min di nava xebatên eniyê de cih digirt û kar dikir. Mina sala 1992-93’ê partî nas kir. Berî ku Rêber Apo nas bikim, di sala 1992’yan de dîmeneke wî gihişte destê min. Xaltika min di sala 1994’an de piştî ku demekê kar kir û çû, ji min xwest ku soz bidim û li ser xeta partiyê bixebitim. Min jî soz da. Di sala 1999’an de piştî esareta fîzîkî ya Rêber Apo û şûnde gelek kesan soza dayî partiyê û Rêbertiyê bi cih anî û tev li bûn. Hinek kesan li dijî komployê çalakiyên fedayî kirin. Wê demê min tevlêbûna ji bo partiyê û dîsa pêkanîna çalakiyekê ne xwedî cesaret bûm. Heman demê min ew hêza ku berpirsyariyeke mezin hilgirim jî li gel xwe nedît. Ji ber ku di nava rêxistinê de li her qadê kar kirin hêzekî mezin diviyabû, min jî bi qasî hêza xwe bi ruhê Apoyî, girêdana xwe ya bi Rêber Apo, şehîdan û partiyê û dîsa hevrêyên xwe têkoşîna xwe heta roja îro anî.

Piştî dîlgirtina Rêber Apo ya di sala 1999’an û dîtina dîmenê dema dîlgirtina wî û şûnde, min sozek da. Karekî heta tiştekî jî nekim ez ê odeya lê bijîm û ji bo bi Rêber Apo re ruhê hevrêtiyê bijîm. Ji bo min ji her tiştî girîngtir Rêber Apo ye û azadiya wî ye.

Nirxandinên Rêber Apo bandorê li min dike

Her hevdîtina bi Rêber Apo re pêk tê hêj zêdetir girêdana min a bi wî re xurtir dibe. Hemû nirxandinên wî min di hişê xwe de tomar kiriye. Nirxandin û axaftinên Rêber Apo pir bandorê li min dike û dide fikirandin. Xwendin û nivîsandina min tune, lê nirxandinên wî pir bandorê li min dikin. Dîsa guhdarkirina dîroka partiyê û zanîna wê min pir zana dike, girêdana wê xurt û kelecanî dike. Hê zêdetir Rêber Apo fam dikim.

Heta Rêber Apo li Îmraliyê be ez jî dê wiha bim

Bi dîlgirtina fîzîkî ya Rêbertiyê re jî tecrîd dest pê kir. Tecrîd şertên jiyanê wisa dike ku jiyanê bitevizîne. Mercên bêhnstandina Rêbertiyê jî pir zehmet e. Ez vê rewşê hemû hîs dikim û li gorî wê dijîm. Ez bi awayekî giştî mercên jiyana Rêbertiyê difikirim. Her salê rojbûna Rêbertiyê pîroz dikim. Min soz daye Rêber Apo ku xweşî, aramiya jiyanê û dîsa xwarinên xweş li xwe heram kiriye. Heta ava cemidî jî venaxwim. Ev nêzî 21 sal im min goşt nexwariye. Ez şêwazekî cuda dijîm. Oda min bi wêneyên Rêbertiyê hatiye xemilandin. Ji sala 1999’an û vir ve jiyana xwe bi vî awayî didomînim. Di cejnan de ji bo xatirê Rêbertiyê yek du şekiran dixwim. Sersalan pîroz nakim û xwarinan wê naxwim. Naçim tu dawetan. Heta Rêber Apo li Îmraliyê be ez jî wê wiha bim. Heskirina wî di dilê xwe de hîs dikim. Heta dawiyê ez ê girêdayî Rêbertiyê bim. Yên ku kirin ez girêdayî Rêber Apo, şehîd û partiyê bim yên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de cih girtin bûn. Dîsa 15’ê Tebaxê,27’ê Mijdarê avabûna PKK’ê pêvajoyên ku hê zêdetir girêdana min xurt kir. Van kir ku di warê de girêdana xwe ya bi Rêber Apo re gaveke mezin biavêjim. Heta niha jiyana xwe ya bi Rêbertî û hevrêbûna me wiha dewam kir.

Têkoşîna Rêber Apo zêdetir ji bo jinê ye

Heta ku Rêber Apo azad nebe, em azad nabin. Rêber Apo di got; ‘Derfet bidin min ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Lê dijmin bi şer bersiva Rêbertiyê da. Êrîşa li ser Rojava ya di 9’ê cotmehê de ango destpêka komploya li ser Rêbertiyê bû. Rêbertiyê ji bo gelê kurd û gelên cîhanê ked dide û hê jî dide. Rêber Apo ji bo me têkoşîn û ked da. Hemû bajar û welat azad jî bibe em azad nabin. Ev yek ji bo Rojava jî derbasdar e. Bila tu kes wisa nefikire ku azad e. Ji ber ku azadiya kurdan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Bi taybet azadiya jinê. Ji ber ku jiyan, raman û têkoşîna Rêber Apo zêdetir ji bo jinê ye. Divê taybet em jin xwedî li Rêber Apo derbikevin. Tişta ji bo me kir ji bo kesê nekiriye. Heta niha Rêber Apo çi kiribe ji bo me kiriye.

Daxwaza min avakirina yekitiya neteweyî ye

Heta dawiyê ez ê girêdayî têkoşîn û Rêber Apo bim. Heta nefesa dawî ez ê girêdayî Rêber Apo û ruhê Apoyî bim. Daxwaza min a dawî ji gelê kurd ew e ku di nava yekitiyeke neteweyî de bi hev re bijîn. Wekhevî pêk bê. Divê dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînin û Rêber Apo azad bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar