Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ji rojamegerên jin banga têkoşînê

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel û rojnameger Nûrcan Yalçin êrîşa dewleta tirk a li dijî xebatkarên JIN TV’yê şermezar kirin û diyar kirin ku pêwîst e dewlet û saziyên navneteveyî bêdeng nemînin û mudaxale bikin.

23’yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeya JIN TV’yê hedef girt. Di êrişê de karmendê JIN TV’yê Necmeddîn Feysel jiyana xwe ji dest da, nûçegihana kenalê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê(MA) û rojnameger Nûrcan Yalçin êrîş şermezar kirin û ji bo dengderxistinê bangawazî li sazî û rêxistinên çapemeniyê û dewletên navneteveyî kirin.

 ‘Ji bo sûcên desthilatdar bên veşartin rojnameger tên hedefkirin’

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdarên cîhanê, rojnamgerên ku polîtîkayên şer, binpêkirinên mafan an jî sûcên şer ji raya giştî re radigihînin, hedef digire. Arjînê anî ziman ku li Tirkiyeyê di nav salêkê de ji 30’yî zêdetir rojnameger hatin binçavkirin, girtin û hê jî di girtigehê de girtî ne. Arjînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojhilatê jî heman rewş di holê de ye. Herî dawî rojnamegera ku têkildarî berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya bi Jîna Mahsa Emînî dest pê kir, roportaj çêkiribû bû hedef. Rojnamegerên li wê derê tên hedefgirtin. Jinên Efganîstanê li dijî hişmendiya tarî ya Talîbanê derketin kuçeyan û rojnamegerên ku çalakiyên kuçeyan ji raya giştî da ragihandin, hatin hedefgirtin. Li her aliyê cîhanê heman rewş heye. Desthilatdarî ji boku sûcên xwe veşêrin, rojnamegeran hedef digirin. “

‘Desthilatdariya AKP-MHP’ê şer gur dike’

Arjînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku êrîşa ku bi destê dewleta tirk li ser xebatkarên Jin-TV’yê hat kirin li bajarê Qamişloya Rojavayê hat kirin. Arjînê destnîşan kir ku beriya 10 mehan li Başûrê Kurdistanê edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel hatibû qetilkirin û wiha bi lêv kir: “ Hê kîna vê bûyerê zindî ye. Li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP-MHP’ê li şûna çareseriya pirsgirêka kurd şer gur dikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li her çar aliyan di holê de êrîşek heye. Demek dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş heye û bi van êrîşan re hem erdnigarîya li wê derê, hem jî nasname û çanda wê derê tê hedefgirtin. Bi taybetî jî hebûna kurdan tê hedefgirtin.”

 ‘Divê li dijî êrîşan seknek bi zext bê dayîn’

Arjinê bal kişand ser sekna li hemberî van êrîşan û bi bîr xist ku ew wek rojnamegerên aştiyê li hemberî hedefgirtina kurdên Rojava, Rojhilat û Başûrê, her tim bertekên xwe nîşan bidin. Arjînê daxuyand ku pêwîst e hemû rojnamegerên aştiyê û rexistinên çapemeniyê vê êrîşê şermezar bikin û wiha got: “Em wek jinên rojnameger vê êrîşê şermezar dikin. Em dibînin ku li dijî binpêkirinên mafên erdnigariyên cûda de tê meşandin de carna bêdengî çê dibe. Li wê derê şer tê meşandin. Li Efrînê her roj jin tên tecawizkirin, zarok û jin tên revandin. Lê belê saziyên navneteweyî bêdeng dimînin. Ev êrîş jî wek êrîşên dinê ye. Erebeya Jin-TV’yê hat bombekirin û hevalêke me birîndar bû, hevalêkî kedkarê Jin- TV’yê jî jiyana xwe ji dest da. Dema ku em dibêjin em rojnamegeriyê diparêzin divê em ji bertekan zêdetir seknek bi zext derbixin holê.”

‘Divê saziyên navneteveyî bertekê nîşan bidin’

Arjînê bal kişand ser rasteqîna şer û destnîşan kir ku jin di Kurdistanê de bi polîtîkayên şerên taybet re tundiyê dibînin û tên qetilkirin. Arjînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê jin dizanin ku polîtîkayên şer xizaniya jinê derdixe holê. Şerên ku li ser kurdan tê meşandin, ne bi tenê kurdan eleqedar dike, hemû gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Pêwîst e ku em balê bikşînin ser bêdengiyê. Divê saziyên navneteweyî ji bo azadiya çapemeniyê xebatê bimeşînin, li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin.”

 ‘Çapemeniya azad dengê gelê kurd e’

Rojnameger Nûrcan Yalçin jî behsa êrîşên ku li ser rojnamegerên jina pêk tên kir û diyar kir ku çapemeniya azad bi Gurbetelliyan ve dest pê kiriyê heta niha didome. Nûrcanê destnîşan kir ku li Rojhilatê Şîlan Aras, li Mexmûrê Deniz Firat, li Rojava Nûjiyan Erhan, li Başûrê Nagihan Akarsel gelek rojnamegerên jinên din hatin qetilkirin. Nûrcanê wiha berdewam kir: “ Tê diyarkirin ku dewleta tirk û Pergala Îranê bi salan e êrîşên xwe li ser jinên di nav çapemeniya azad de cih digirin de kêm nakin. Çapemeniya azad ev bi salan e dibe dengê gelê kurd û jin û zarokên ku dibin hedefa dewleta tirk.”

‘Dewleta tirk bi armanceke tolgir tevdigere’

Nûrcanê bal kişand ser jinên ku serkeşîya şoreşa Rojavayê dikin û da nîşandan ku jinên rojnameger dibin dengê jinên Rojavayê. Nûrcanê anî ziman ku jinên cîhanê feyzê ji jinên Rojavayê digirin û wiha dom kir: ” Ji ber vê yekê jî Şoreşa Rojava di hedefa dewleta tirk de ye. Divê di şer de jî li gorî exlaq û hiqûqên şer bê tevgerandin. Dewleta tirk şerekî bêexlaqî dimeşîne. Li Zapê gerîlayên PKK’ê bi çekên kimyewî, bi awayekî faşîzane hatin qetilkirin. Em ji wir de heta vê êrîşê bigirin, ev ne li gorî hiqûqa şer e.”

 ‘Bila bêexlaqiya şer ji holê rabe’

Nûrcanê di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku balafirên dewleta tirk bi salan e li Kurdistanê digerin û divê dewleta tirk ji aliyên dewletên navneteweyî ve bê hişyarkirin. Nûrcanê sersaxî ji malbata Necmettîn Feysel ku jiyana xwe ji dest dabû, xwest û ji bo Delîla Egîd a ku di êrîşê de birîndar bûbû got derbasî be. Nûrcanê wiha got: “ Bangawaziya me ev e ku êrîş û bûyerên ku pêk tên bên sekinandin. Ev bêexlaqiya şer jî ji holê rabe. Bila welatên navneteweyî mudaxaleyî êrîşên dewleta tirk bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar