Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji rojavayê Kurdistanê banga yekitiya neteweyî

Xebatên avakirina yekitiya neteweyî ya di navbera partî û rêxistinên li rojavayê Kurdistanê de didomin. Gelê Rojava jî li bendê ye ku ev xebat bigihijin encamekî erênî. Her wiha banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê nîsanê de ji bo avakirina yekitiya neteweyî jî bandorekê mezin li ser raya giştî ya kurdan kir. Têkildarî mijarê welatî, rewşenbîr û siyasetmedarên Rojava ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Yara Mihemed re axivîn.

Şêniyê bi navê Nasir Ehmed Hisnî diyar kir ku ew yekitiya neteweyî dixwazin û wiha got. “Ji bo vê jî divê em bixebitin. Ev yek hem ji kal û pîran û hem jî ji ciwanan tê xwestin. Heke yekitî çênebe, kurd dê bi xetereya qirkirinê re rû bi rû bimînin. Ger em bibin yek wê demê em ê bikarin li hemberî dijmin biserkevin. Di vê pêvajoya ku çarenûsa me dê bê diyarkirin, hewceye em bibin yek û hev bigirin.”

Banga avakirina parlamentoyê

Têkildarî mijarê seroka Şepêla Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî jî anî ziman ku ji bo nûnertiya gelê kurd hebe û mafên wan mîsoger bibin, ji destpêka 2011’an ve banga yekrêziya kurdî dikin û wiha domand: “Em bang li hemû partiyên kurdî û Kurdistanî dikin ku nêzî hev bibin û parlamentoyeke ku hemû alî tê de cih digirin ava bikin. Û bi vê re jî li Sûriyeyeke azad, demokratîk û federal bibin dengê gelê kurd. Ger kurd bibin yek dê bandoreke mezin li rewşa siyasî ya Sûriye û herêmê bikin. Bi vê re dê mafên kurdan ên her çar parçeyan jî bên parastin.”

‘Yê ku şer bide destpêkirin dê gel hesabê jê bipirse’

Nivîskar Xalis Misewir jî destnîşan kir ku ji her demê bêhtir îro hewcehiya kurdan bi yekitiyê heye û wiha pêde çû: “Dijmin kom dibin û li dijî me planan çêdikin. Divê em jî kom bibin û yekitiya xwe ava bikin. Li hêla din tişta niha li Zînî Wertê rû dide, cihê şermezariyê ye. Divê kurd rê nedin şerekî navxweyî. Tiliya dewleta tirk di vê aloziyê de heye. Dixwaze bi destê kurdan hebûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike. Banga min ji bo hêzên li Başûr ew e ku neyên lîstika dewleta tirk û birayên xwe nekujin. Ger ku hûn birayê xwe bikujin, hûn jî dê bên kuştin û dê bibin pariyê devê dijmin. Divê ev alozî bi diyalogê û bi aştiyane çareser bibe. Yên ku leşkerên xwe birine wir, gunekar in. Tenê gerîlayek an jî pêşmergeyek şehîd bibe, dê gel hesabê vê ji aliyê ku şer daye destpêkirin bipirse.”

‘Daxwaza me ya sereke yekrêziya hêzên kurdî ye’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Henan jî der barê mijarê de ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya sereke yekrêziya hêzên kurdî ye û armanca me jî nêzikirina hev a aliyên siyasî ye. Ev jî ji bo mîsogerkirina nasnameya kurdî ye. Rola jinan a di xebatên yekitiyê de sereke ye. Divê nakokiyan bidin aliyekî. Dijmin dixwaze me tune bike û ji bo ku em bikarin li dijî wan bisekinin û pêşeroja xwe mîsoger bikin, divê em yekitiyê ava bikin. Ez bang li hemû jinên kurdistanî dikim ku ji bo yekitiyê bi erka xwe rabin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar